BONN – Bi pêşentiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Navenda Civak Kurd a Demokratîk li bajarê Bonn ê Elmanyayê li Frîeden Platzê bi danîna konekê desteserkirina şaredariyên gel ê Amed, Wan û Mêrdînê hatin protestokirin. Çalakiya kon a 2 rojan domiya îro (30.08) di saetên evarî de bidawî bû. Di çalakiyê faşîzma Akp-Mhp, zîhnyeta ne qebûlkirina îradeya gel Kurd û dagirkeriya qeyûman hatin teşhîr kirin.
Çalakiya konê bi bangwaziya beşdarbûna çalakiya di 1’ê Îlonê ji bo roja Aşîtiyê ku wê saet 13:00’an li Kolnê bi meşekê pêk bê bidawî bû.