AMED – Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin çalakiya rûniştinê ya li dijî qeyûman ziyaret kir û got: “Dixwazin gelê me biqutîfînin. Gel nîşanî wan da ku ew ê bi ser nekevin. Wê gel dîsa nîşanî wan bide.”
Li Amedê çalakiya rûniştinê ya HDP’ê ku li dijî qeyûman da destpêkirina di roja 13’emîn de li Kolana Lîseyê dewam kir. Parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn. Welatiyên beşdarî çalakiyê bûn bênavber dirûşmên “Dîren Ha Diyarbekir Dîren” û “Amed ya me ye Şaredarî ya me ye” berz kirin.
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê ji wezîfeyê hat dûrxistin, endam û rêveberên Baroya Amedê, endam û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan, tevkarên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê çalakî ziyaret kirin û destek dan çalakiyê. Hevşaredar Selçûk Mizrakli û Hevşaredar Ahmet Turk ji aliyê welatiyan ve bi germahî hatin pêşwazîkirin.
Ciwanên HDP’yî xwestin bi pankarta “Ciwan dê werin, qeyûm dê biçe” xwestin bimeşin qada çalakiyê. Polîs ciwanan asteng kir. Li gel astengiya polîsan jî ciwan meşiyan qada çalakiyê. Heta kêliya çalakî qediya dirûşm hatin berzkirin, jinan lîland û welatiyan stran gotin.
‘DÊ BI SER NEKEVIN’
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk li kursiyê serbest ê çalakiyê axivî û got: “Ez çalakiya we bi dil û can silav dikim. Têkoşîna me têkoşîna gelan e. Ji bo xwe mafdar derxin gelek derewan kirin. Lê gelê me di 31’ê Adarê de van hemû derewên wan derxist holê. Dixwazin gelê me biqutîfînin. Gel nîşanî wan da ku ew ê bi ser nekevin. Wê gel dîsa nîşanî wan bide.”
‘LI DIJÎ DEHAQAN EM KAWA NE’
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Yaşar Kiliç jî axivî û got: “Ev 13 roj in em li qadan li ber xwe didin. Em zarokên vî gelî ne. Em wek ciwanên vî gelî berpirsiyariya me ya ji bo gel heye. Heta Dehaq hebin dê Kawayên Hesinkar berxwedana xwe nîşan bidin. Bijî têkoşîna me yekbûyî û têkoşîna me ya bi rûmet.”
‘EM Ê BI SER BIKEVIN’
Dîlek Hathatoglu ya belavoka aştiyê îzme kiribû jî da zanîn ku çawa ew wê demê nebûn şîrikê wî sûcî dê nebin şîrikê vî sûcî jî û got: “Em ê hemû bi hev e li ber xwe bidin û bi hev re bi ser bikevin.”
BARO DÊ SERLÊDANAN BIKE
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî destnîşan kir ku li dijî qeyûmên neqanûnî hatin tayînkirin bi hezarên li ber xwe didin hene û got: “Îradeya siyasî ji qeyûman aciz e. Em ê li dijî van qeyûman em ê hewl bidin ku serlêdana bikin da ku ev qeyûm ceza bigirin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe dewam bikin.”
Piştî axaftinan girseyê çalakiya 10 deqîqe ya rûniştinê li dar xist.
Di çalakiyê de banga beşdariya mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê ya li Amedê hat kirin.