WAN – Li Wanê şermezarkirina qeyûm di roja 13’emîn de berdewam kir Parlementerê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz di çalakiyê de axivî û got: “Gladyo AKP û MHP’ê bi ekîbên xwe re her roja dije di helin.”
Çalakiya rûniştinê ya li dijî tayînkirina qeyûman a li Wanê di roja 13’emîn de dewam kir. Di çalakiya li ber avahiya Rêxistina Navçeya Artemêtanê ya Wanê hat lidarxistin de, wekîlên HDP’ê, hevşaredar, hevserokên rêxistinên bajêr û navçeyan, Dayiken Aştiyê amade bûn.
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, “AKP demên dawî yên desthilatdariya xwe ya 18 salan dijî. Êdî dest bi tinehesibandina vîna gel, dest bi desteserkirina vîna gel kiriye. Destserkariya dema Rewşa Awarte dubare kiriye. Lê em bi vê jî dizanin; AKP her roja ku diçe dihele.”
‘BLOKA AKP Û MHP’Ê DIHELE’
Kaçmaz her wiha got bloka AKP-MHP’ê bi tîmên gladyo yên dema salên 90’î dixwaze desthilatdariya xwe qeyûm bike.
Kaçmaz bi berdewamî got, ew darbeya siyasî bi rengî qebûl nakin û domand, ”Encam çi dibe bila bibe em ê darbeya AKP’ê qebûl nekin. Em ê li vîna gel xwedî derkevin û gel wê bi ser bikeve.”
Piştî daxuyaniyê çalakger dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên ,”Em bêdeng namînin, natirsin, serê xwe natewînin”, “Wan a me ye, Amed ya me ye, Mêrdîn a me ye” gel helwesta xwe nîşan da.
Piştî çalakiya rûniştinê kom ji bo mîtînga sibe ya 1’ê Îlonê, Roja Aştiyê ya Cîhanê wê belavokan belev bike.