RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Jiyîn…
Rasteqîna civakî, mirovên ku hindek xwedî hiş in qet nade jiyandin. Tu rasteqînên civakî bi qasî ya me takekesê naperçiqînin, di nava êşan de nahêlin û di nava nabosên mezin de nadine girtin. Va, em izdirab û tenêtiya vê ya mezin dijîn.
A ku ez dikim, ji rizîbûnê wêdetir, di bingeh de qêrîna wê civak û wî takekesî ye ku îdîaya xwe wenda kirine; viyana xwe him fermî û him jî bi kiryarî veder kirine û di nava êş û tenêtiya mezin de ne.
Di bingeh de li hember civakê ev rasteqîna serhildanê ye.
Di rasteqîniya me de ji bo takekes her tişt ewqas neyinî ye ku, mirov nikare qala çi mafê takekesî bike. Ev tam jî karê wêje û rewşenbîran e. Zanist civakan vedikole, dîroka wê dîroknas vedikolin, siyaseta wê siyasetmedar û zanistiyên siyasî vedikolin. Lê takekes bi xwe jî ji hêla wêjeyê ve tê vekolandin. Lê mixabin, di nava me de nehatiye lêkolînkirin; êş û dilşadî nehatine nirxandin û takekes di hundirê tenêtiyeke nayê bawerkirin, her wiha bêşiyarbûnî, bêbawerî, bêewleyî, tirs, endîşe û bêhêviyê de ye, ji her aliyê ve hêza jiyînê wenda kiriye û dişibe çivîkeke ku per û baskên wê hatine şikênandin û ne diyar e ka dê bi kû derê ve biterike.
A ku ez dikim, hindek perpitandina vê ye, ger hindek gengaz be bibaskbûn û gengaz be derbasbûna firînê ye.
Rewşenbîrên me yên ku xwe sipartine rastîna civakê nînin.
Her ku ji rasteqîna civakî dûr dibin, ber bi zemînê netewa serdest ve dişemitin û wisa rewşengerî pêk tê. Ji bo bûyîna rewşenbîrî, behremendiya şoreşgerî ya rastîn pêwîst dike.
Ger ji hemû aliyan ve bi rasteqîna civak, gel û pergala civaka xwe tê bigihîje, ev yek bi xwe re pêwîst dike ku pergala zilma pir giran bibîne, vebikole û hilbikole. Ev jî têr nake, ji ber ku bi hemû aliyan ve dan û standina henase girtina civakê asteng dike, divê bertekê li hemberê raber bike. Ev jî ji aliyê zagonan de, li ba me tê wateya tawanbariyeke mezin. Heta ger rewşenbîr dixwaze pêş ve here û bije, neçar e ku vî zemînî terk bike. Zagon, hemû saziyên wê, ya herî girîng jî hêzên ewlekariya wê fersend nadin ku rewşenbîr gotineke piçûcik jî bike û wî tînin ber xala “vê nêvengê terk bike!” Ya yek-du gotinan dibêje, yan jî nabêje. Ger bibêje jî, pir çelexwarî, diqewêre û hindek bi gora pergalê dibêje. Encam, rasteqîna me dîsa di ciyê xwe de dimîne. Her wiha ger em ji bo xwe qala ronahîbûn û rewşenbiriyê bikin, pêwîst e ku çonayetiyeke wî ya şoreşvaniyê hebe.
Ger hatina halê takekesê serhildêr pêk neyê, mirov nikare bibe rewşenbîr. Mînak em dikarin Îsmaîl Beşikçî, tevî ku ne Kurd e, weke rewşenbîrekî Kurdistanê binirxînin. Xwest ku bi gor rasteqîna me ya civakî hindek azad birame. Bi rastî jî xwest ku di vî zemînê de birame.
Va, li rastê ye. Rewşenbîr, di nav me de kom û tuwêja civakî ya herî metirsîdar diderbirîne.
Tê wateya takekesê ku wijdana xwe pir erzan firotiye. Ez ji vê re di wateya rastîn de nabêjim rewşenbîr, dibêjim ê sexte ango “rewşenbîrê” ku li ser navê pergala mêtîngeriyê şikestiye. Lewma ev tîp rewşenbîr êşê ranabihîse, îro ji hêzên hevkarmend jî wêdetir, mirovê vala ye. Vala… Di bilêvkirina rastînê de vala ye. Lê civakê bêzanebûn hiştinê de pir metirsîdar e. Di hundirê hevkarmendiya jîrêkatiyî de ye. Warê jîrekatiyî û giyanî jahrî dike, bêyî ku pê bihese, destekeke mezin berpêşî temsîlkarên pergala zilmê dike. Pêwîstî heye ku rewşenbîr, bi vî rengî tûşî rexneyê bê kirin.
Sedemeke vê jî, di bingeh de rewşenbîr berjewendiyên xwe di saziyên mêtîngeriyê de dibîne. Naxwaze ku vî zemînî bişikîne. Tiştekî ku Kurd bidê nîne. Jixwe rasteqîna gelekî ku hatiye bêdengkirin, her wiha sazî, viyan û berjewendiyekî ku karibe pêşkeş bike jî nîne.
Ji ber ku rewşenbîr hindek burjûvayê piçûk e, li benda berjewendiyê dimîne. Ew jî di Kurdan de nîne. Saziyeke ku karibe bi Kurdistanê ve têkildar berjewendiyê pêşkeş bike nîne. Ji ber vê yekê rewşenbîr ji vir direve û ji wan ezbeniyên xwe yên ku dilsozê wan e, hetanî dawiyê xizmetê dike. Ji ber vê yekê, li ser bingehê rastîna welatê me, qalkirina ronahîbûnekê pir zor e. Ger bibe, dê bi şêwaza şoreşgerî be û her tiştî bigire berçav. Jixwe yên ku vê dikin, em in ku hindek di zemînê şoreşgerî de bi rê ve diçin. Ên ku weke rewşenbîr xwe dihesibînin, ji gihandina rastîna gel wêdetir, di hundirê nêvengeke bêtalox de ne ku, di radeyeke dawî de hatine çelexwarîkirin û ji çavên dil û ramanê hatine pêmenkirin. Demagojîk in û ji ber ku pêwendiya zimanê wan bi rastînan re tune ye vê metirsiyê zêdetir dike. Lê zimanê wî rewşenbîrê ku pêwendiya xwe bi rastînê re tune ye; barkêşê nexweşiyên jîrekatî û giyanî ye û weke ku tê hizirkirin jê zêditir pêwîstî bi hilkolînê heye.
Di me de ku hestên pîroz pêş nakevin, takekes û her ku diçe rastîna civakê dernakeve rastê, têkiliya xwe bi vê rewişta (karekter) rewşenbîr ve heye û ev şûngeha rewşenbîr ku li ser navê dijmin barkêş, xapînok û çelexwarî ye, pirsgirêkeke mezin çêdike.
Şêwaza birêxistina şoreşa me; dê di destpêkê de hindek xizan, gundî, şivan, kedkar û tuwêjên (kesim) civakê yên dîtir bi hilberînê re dahûrîne û dora dawî were rewşenbîr. Lê di vir de pêşketineke berevajî mijara gotinê ye. Rewşenbîr, ji ber ku yê herî di pêş de tayê berjewendiyên xwe pêş dixîne, hindek rewşengeriya xwe di destê yekem de bi saziyên mêtîngeriyê ve girê dide, vê bi dexesiyê dike û ji ber ku vir weke yekane çavkaniya jiyanê dibîne Beriya ku romana Kurd were nivîsandin, dê were jiyandin. Ger jiyîneke tirsnak pêk neyê, di me de nivîsandina romanê ne gengaz e. Bi vî aliyê xwe ve, bi gor pêvajoyên şoreşgerî yên weke şoreşa Fransî û şoreşa Rûsî şûngeheke xwe ya berevajî heye. Ew şoreş girêdayî ronahîbûneke çend sed salan û dahûrandineke (tehlîl) teorîk. Di şoreşa Fransî de çerxa ronahîbûna bijare û bi bêriya wê jî ronesans heye. Dîsa nifşa wêjevanên mezintirîn mijara gotinê ye. Ew teyisîna şoreşê ya di demeke kurt de, weke pratîkî hatiye dahûrandin. Lê xwe dispêre zemînekî pir xurt. Zemînê dîrokî, civakî û rewşenbîrî pir xurt e. Bi çend serhildanan encamên pratîk tên wergirtin. Şoreşa Rûs jî xwedî taybetmendiyên cewaz in. Hema bibêje beriya sedsalê xwedî amadekarî û nifşê wêjevan ên mezintirîn e. Dema ku Çernîşevskî dahûrandina yekem a feodalî û koletiyê da çêkirin, Lenîn jî tê de, hemû wêjevanên Rûs ev weke palpiştiya herî mezin dîtin. Di şoreşa Çinê de jî, dîrokeke xurt û hêza wêjeyî-ramyarî ya Çînê heye.
Va, dema ku em tên rastîna Kurdistanê, kar vedigere berevajiyê. Her tişt hatiye wêrankirin. Çi tevgerên ronahîbûnê ku tu karibî xwe bispêriyê tune ye. Berevajî bi destê Kemalîzmê têgîn û saziyên Rojavayî ku tê veguhastin Enedolê, hemû jêrsazî û jorsaziya komarê, ji bo rastîna Kurd û hebûniyên çandî yên li Enedolê, ew tevgera wêrankirin û tunekirinê ye. Raman û saziyên Rojavayî ber bi wan ve veguhastin û nasdarîkirin na, wê hêza ku jê re hatiye dayîn bi kar tîne û ji holê radike. Bi vî awayî çespandineke berevajî ya metirsîdar heye. Çawa ku me têgîneke “Çawa Bijîn” avêtibe rastê, ev yek ji bo rewşenbîr jî derbasdar e.
Pêwîst e bersiv bêne pêşxistin ji bo rewşenbîr çawa bije.
Ger em dixwazin rewşenbîr derxînin rastê, ev pirs pir girîng e. Di bingehê bêgaviyan de bûna rewşenbîr nabe. Da ku rewşenbîrî pêk bê, bijartineke azad a di lehê saziyên mêtîngerî de, ger hebe hindek bawerî û zanebûna te, xwe ji bo zemînê civakî pêk bîne. Dê bi zextê nebe. Ji ber ku ciyê rewşenbîr lê peyda dibe, zext nabe. Ger hebe jî, dê bi misogerî li dijî derkeve.
Va, di vir de rewşenbîr pêwîst e xwe bi her alî ve biçek bike. Bi wateya bêteşe bi çek girtina sermil rewşenbîrî pêk nayê.
Asta ronahîbûnê nehatiye wergirtin.
Ronahîbûna rastînî dikare di zemînê gerîla de pêş bikeve. Ev jî karekî pir xweser û karê hewldanên ponijînê ye. Em dikarin ji vê re bibêjin ronahîbûna çekê. Her wekî ku çek dide ronahîkirin, pêwîst e çek jî were ronahîkirin. Vêga di nava me de çek hindek tarî ye, bi rengekî ku pêşiyê hatiye ronahîkirin naxebite. Her wiha tam li hedefê nade. Teşeyên din ên biçekbûnê jî pêwîst in.
JI PIRTÛKA “Rastiya Ziman, Wêje û Çanda Kurd” HATIYE WERGIRTIN