XANEQÎN – Li gundê Îslah ê bajaroka Gulale ya Xaneqînê ya ser bi Diyale şevê din saet di 22.15’an 2 çêlekên bombebarkirî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin teqandin.
Keyayê gundê Îslah Seîf Star li ser bûyerê ev agahî dan Rojnews’ê,”Her roj xwediyê lawiran, lawirên xwe di bir li ser rûbarê Sîrwan û bi şev jî lawir bi xwe vedigerîn nava gund. Bê şivan in. Çeteyên DAIŞ’ê jî bombe li 2 çêlekan bar kirin. Dema ku çêlek ketin gund teqandin.”
Ji ber teqînê welatiyek sivîk birîndar bû. Herwiha çêlek telef bûn û çamê malên gund şikestin.