NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) bi boneya 12. salvetea şahadeta şehîd Çalak Ciwanro yê xelkê Ciwanro ya ser bi Kirmaşanê payamek bîranînê da.
Di peyama Komeleya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) wiha tê gotin;”Tevgera Apoyî ji destpêka damezirandinê ve bi pêşengtiya jin û ciwanan mora xwe di dîroka têkoşîna gelê Kurd daye. Ji bo misogerkirina azadî û jiyanek bi wate di qonaxên herî hestyar ên têkoşînê de fedekarî hatiye kirin.
Şehîd Çalak Ciwanro di sala 1983’an de li Ciwanro ji dayik bûye. Weke ciwanek Kurd zû hest bi siyaseta dagirkeriya rejîmê dike. Hestên tolhildanê li gel çêdibin. Ji bo afirandina jiyenek azad û wekhev piştî komploya di kesayetiya Rêber Apo de li dijî gelê Kurd pêk hatî beşdarî refên têkoşînê bû. Heta dema şehadetê bêdudilî û bi awayek çalak têkoşîn kir. Bûye pêşengê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê. Xwedî kesayetek têkoşer, bi moral, bi îrade û berxwedêr bû. Li her qadekî têkoşînê û xebat de cih bigirta, bi armanca serkeftinê ew kar dikir. Di 1’ê Îlona sala 2007’an de di Roja Aştî ya Cîhanê de di şerekî di gel hêzên dagirker ên Îranê li herêma Merîwanê Heval Çalak tevî karwanê nemiran bû. Çeka têkoşînê ji bo ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi cih hişt.
Di salvegera şahadeta Heval Çalak Ciwanro de soz û peyam li gel tevahiya şehîdên azadiyê nû dikin ku şopdarên riya şehîdan bîn. Herwiha bang li ciwanên Kurd û bi taybet ên Ciwanro dikin ku xwedî li ked û xwîna şehîdan derkevin. Ev jî beşdarbûna nava refên têkoşînê ye. Bi xurtkirina têkoşînê wê azadiya gelê me misoger bibe.”