EFRÎN – Di dîmenekê de ku nû hate belavkirin, xuya dibe ku bi sedan çeteyên DAIŞ`ê bi rêya Tirkiyê bi armanca pişgiriya dagkirina Efrînê berê xwe didin Efrînê.
Çete 16`ê Şibata 2018`an bi rêya xaka Tirkiyê û bi fermana ji artêşa Tirkiyê ji bo dagirkirina Efrînê derbasî Efrînê bûn.
Li gorî çavkaniyan, dema ku çete li ser rêya Dîlok-Kilîsê bûn, dîmen hatiye kişandin.
Artêşa Tirk a dagirker 20`ê Çileya 2018`an êrîş kir û piştî ku bi deh hezaran ji çeteyên xwe anîn, 18`ê Adara 2018`an Efrîn dagir kir.