SILÊMANÎ – Serdanên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer ji bo partiyên li Başûrê Kurdistanê didomin.
Komek ji endamên Komîteya Dîplomasî ya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana 3 partiyan. Armanca serdanan ew ku platformek hevbeş a ciwanan li ser asta Başûrê Kurdistanê bê avakirin.
Endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana partiyên Komelya Îslamî, Hevpeymanî û Partiya Komunîst (Şiyuî). Partiyan bi keyfxwesî nêzî serdanan bûn û diyarkirin ku ew amade ne ji bo rêxistinkirinek hevbeş. Li ser rewşa sîyasî ya li Başûrê Kurdistanê û êrîşên dagirker yên dewleta tirk jî niqaş hatin meşandin.
Di serdanan de endamên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer pîrtûkên şehîd Helmet (Diyar Xerîb) diyarî endamên partiyan kir.