AMED – Saziyên civakî û demoratîk û HDP’ê li Qada Îstasyonê ya Amedê bi minasebeta 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê mîtîng li dar xist. Piştî mîtîngê bi sedan ciwan meşiyan. Bi sedan ciwanên ku ji qada Îstasyonê di kolana îstasyonê re meşiyan Parka Koşuyolu dirûşme berz kirin. Koma ji sedan ciwanan pêk dihat, Ji Kolana Îstasyonê derbasî Kolana Emekê bûn û meşiyan. Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeya “Wê roj bê dewran bizîvire. AKP wê hesap bide gel”, “Jin Jiyan Azadi”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” berz kirin.
Koma ciwanan piştî gihiştin Kolana Emekê polîsan mudaxaleyî meşa ciwanan kir. Piştî demekê di navbera polîs û ciwanan de rageşi derket û ciwan di nava kolanan de belav bûn.