“Dinya ketiye çi halî, çavên însanan ewqas kor bûye, dibin qatilên zarokên hê çavên xwe li dinê venekiriye. Gelo ma qeder, exbala wan zarok û dayikan bi rastî jî ew bû. Ew yek heqkiribûn ku ku bên serê wan.
Mirov bi rastî jî dixwaze fêm bike û wate bide. Lê bi tu awayî nayê famkirin ku dorpêçek wiha li ser penaberan bê kirin, nexasim ne gef û tehdîdekî wan neyî. Komeke mirovên ji ber zilmê revî û xwe li hev girtî ji bo doz û azadiya xwe têdikoşin. Îro ew ne tenê weke kampek lê tê nêrîn, ew semboleke ya têkoşîna azadiyê ne. Ev bi her awayî hatiye îsbatkirin û bi xwîn û keda xwe vê yekê li her kesê daye îsbatkirin, di serî de Neteweyên Yekbûyî, dîsa hemû kurdan. Ew ne hema geleke ji rêzê ye, ji ber birsa û tirsa canê xwe bûne mihacir. Ew mihacirên azadiyê û lêgerên azadiyê ne. Ji bo wê ne mimkûne ku 46 roj in di nava ambargoyeke ya dorpêçê de ye, di serî de kurdisanî, saziyên mafê mirovan diparêzin dîsa Unsif, UNHCR, NY û bi sedan saziyên mafên mirovan û koçberan diparêz in bêdeng û çavên xwe li vê digirin. Gelo di sedsala 21’an de penaber di bin dorpêçê de bin û êrîşên ezmanî li ser bê kirin, hiqûq û rêgezên mafê mirovan li ku hatiye nivîsîn bila derxin. Nexwe ew ên herî ji mafê mirovan dûr û bêhiqûq in.
Yên rojan e bang dikin ku parêzvanên mafê mirovan in, li ku ne, qey kor in, nabihîsin. Zarokên hê di zikên dayika xwe de difetisin û dimirin. Hûn parêzvanên mafê mirov û zarokan ên çi ne. Çi dibe hûn parêvaniyê dikin. Îro hûn parêzvaniyê li van nekin, baş e distûr û rêgezên we ji bo kîjan zarok û mercên mirov in. Ev cihê pirsgirêkan e.
Îro wargeheke penaberan a zêdetirî 10 hezar nifûs, nexweş, zarok, xwendekar û karker li xwe digire, tên astengkirin. Çima cîhan li ber vê ker e. Dîsa kurdistanî, rewşenbîr û rojnamevan çi dikin, çima nabînin û nadin nîşandan.
Ev rewş wisa dom bike, wê tirajediyên giran rû bidin. Wê demê wê hesabê wê jî giran be. Wê demê bila kes doza parastina mafê mirovan û hiqûqê neke. Bi sedan nexweşên li ser text hene ku pêwîstî bi kontrol û nexwşexaneyê hene, bi hezaran karkerên ku rojane bi keda destê xwe debara xwe dikin hene. Ev kes neçar in kar bikin, kar nekin wê nikaribin debara xwe bikin. Çima kes vê nabîne. Ma heta bi dehan kes bimirin nû hinek sazî û kes xwe li meydanê bidin bêjin wa, hewar wisa bû. Wê demê bi dîtina min tu nirxekî wan gotinan nîne û bi kêrî pênc qûrîşan jî nayê. Berî wê te nekir, dema qewimî jî tu fêdê nake. Mezinên me dibêjin; ‘Di dema tengiyê de destê alîkariyê dirêj nekir, di firehiyê de her kes bi kêrî xwe tê.’
Yên ji vê rewşê berpirsyar çima deng nakin, gelo ji kê ditirsin. Çima ku bi maf bin nabêjin ji bo vê me kiriye. Ev bi têra xwe nîşan didin bê ka çiqasî tirsnak û bê wijdan û rû ne. Ciretê nabînin ku bêjin ji bo vê me wisa kiriye, ji ber ku tiştekî wan bi maf bike nîne. Tevî bi dehan car û dosyayên taybet ji aliyê heyeta rûsipiyên wargehê ve hatî amadekirin û pêşkêşî wan hatiye kirin, kesê deng nekiriye. Ji civînan ditirsin, ji ber ku nikarin li rûyên wan binêrin û tiştekî bêjin. Encex ji dûr ve lê dinêrin û xwe bêdeng dikin.
Ji derveyî dorpêçê ji xwe herêm, qadeke ya şer û rageşiyê ye. Kengê bê ka wê çi bibe nediyar e, jixwe gefên tirkan her heye û metirsî heye ku êrîşên ezmanî li ser bike. Ev ji tirkan ne dûr e, jixwe em bînin bîra xwe çend caran wargeh bombe kirin û heta çend kes şehîd û birîndar jî bûn. Dîsa hebûna DAIŞ’ê ya li herêmê tu carî neqediyaya. Naxwazin biqede jî, ji ber ticaretê li ser vê herêmê dikin. Ev gel jî bûye qûrbanê gelek lîstikên wan.
Demên dawî ev dorpêç hê girantir bûye, berê em bêjin rê nedidan ku biçin Hewlêrê, niha gelek caran rê nadin ku derkevin ji derveyî wargehê. Herî dawî dema Hevşaredara Wargehê Leyla Arzû Îlhan ji bo kontrolkirina rûtîn a avê xwestin biçin bîrên avê kontrol bikin, asayîşê asteng kir û rê neda. Ev bi têra xwe rewşê dide nîşandan. Her kêlî dibe metirsiyên mezintir pêk bên. Ji ber ku bi rûtîn bîr tên kontrolkirin û kêmaniyên heyî tên derbaskirin. Ji ber ku bîr li derveyî wargehê ne û metirsî li ser avê heye ku bê qûtkirin û dîsa dikare dermanên cuda bixin nava avê. Ev jî dibe karesatekî yekcar mezin bixwe re bîne û hesabên wê jî pir xedar û giran be.
Ji bo wê ye ev dorpêç divê di zûtirîn de her kes li ber rabe û dengê xwe lê bilind bike.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî