ŞIRNEX – Li herêma Çiyayê Cudî û Bestayê bê navber operasyonên eskerî tên li darxistin. Welatiyên herêmê diyar kirin ku dîsa tîmên taybet wekî tîmên “Hançer” û “Bayrak” ên di salên 1990’an de cilên Gerîla li xwe digirin û li herêmê digeriyan ketine nava liv û tevgere.
Li herêma Çiyayê Cûdî û Besta bê navber operasyonên eskerî tên li darxistin. Di van operasyonan de esker û cerdevan bi hevre gelek caran bi ser gundan de digirin. Di rojên dawî de dîsa bi tevlêbûna gelek esker, tîmên taybet, cerdevanan operasyon li herêmê li dar xistin. Ji ber operasyonên zêde welatî dîsa nikarin biçin kar û barê xwe yên li nava zeviyan bikin. Qereqolên herêmê bê navber çiya û zozanê herêmê bombe dike. Operasyona dawî li herêma Navyan, Nerex, Kiron, Avgamasiya, Buryan û Bajaroka Gundikê Melê zêde bûye.
TÎMÊN HANÇER DÎSA DI NAVA TEVGERÊ DE YE
Welatiyên herêmê diyar kirin ku ji ber operasyonê nikarin biçin nava dahl û rezên xwe nikarin karên xwe yên rojane bikin. Welatiyan anîn ziman ku di operasyonên dawî de dîsa wekî salên 1990’î tîmên taybet cilên Gerîla li xwe dikin û li herême digerin. Welatiyan anîn ziman ku wekî tîmên taybet ên “Hançer” û “Bayrak” cilên Gerîla li xwe dikin û li herêmê digerin û derdikevin operasyanan. Endamên Tîmêin “Hançer” herî dawî di tîrmeha 2009’an de li Navçeya Elkê Necman Olmez (35) û Ferhat Ediş (35) kuştibûn. Piştî bûyerê ji endamên tîmên Hançer 6 jê cerdevan 9 kes rastî cezayê muebetê hatibûn.