NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya ku li ser navê Milîsên HBDH’ê hate dayin, di 1’ê Îlonê li Mugla navçeya Marmarisê “bi teknîkek taybet” keştiyek luks a bi navê Naughty Obsesiord bi çalakiyek şewatê bi temamî hatiye rûxandin.
Milîsên HBDH’ê diyarkirin ku ruxmê ewlekariya peravê û helîkopterên agir tefandinê seferbûn nikarinbûn keştiyê xelas bikin û di encamê de keştî bi temamî hate rûxandin.
Tê gotin ku keştî bi 10 metran dirêj bû û bihaya xwe 1.5 mîlyonê bû.
Di daxuyanî de milîsên HBDH’ê çalakiya di 21’ê Tebaxa 2019’an a li Stenbolê Bahçelievler Kocasina Bulvari ku qamyonetek kişandinê hatibû şewitandin jî girte ser xwe. Ev qamyonet girêdayî Midûriyeta polîsan bû.