NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneya Tolhildana şehîd Zilan a girêdayî Tevgera Ciwanên Şoreşger (DGH) li dijî qeyûmê dagirker li Stebolê Bagcilarê çalakiyek lidar xist.
Daxuyaniya Koordînasyona DGH’ê wiha ye:
“Di 25’ê Tebaxê di saetên evarî de Yekîneya Tolhildana şehîd Zilan a girêdayî me li Stenbolê navçeya Bagiclar li dijî şubeyek PTT û mekîneyên wê yên pera (ATM) yên aîdî dewleta tirk a dagirker e bi bombeyên karê destan (EYP) çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de zerar maddî gihişt şubeyê û yekîneyên me bi awayekî biewle xwe şunde vekêşandin.”