MÊRDÎN – Li Mêrdînê piştî qeyûm bi fermana Suleyman Soylu di 19’ê tebaxê de tayînî şaredariya Mêrdînê kirin, nerazîbûnê Gelê Mêrdînê zêdebûn. Gel û ciwan ev 15 rojin li dijî qeyûman di nava berxwedanê de ne û çalakiya rûniştinê berdewam dikin.
Piştî wezîrê Karen hundir Suleyman Soylu di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayinî ser şaredariyên HDP’ê yên Wan, Mêrdîn û Amedê kir, hilbijêrên HDP’ê ku ji parlamenter, hevşaredar, rêveber û endamên meclîsa şaredariyan pêk tên 15 rojin di nava berxwedanê de ne û çalakiyên rûniştinê didomin.
Li Mêrdînê jî bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar û rêveberên HDP’ê dîsa li parka Karayollari ya Mêrdîne kom bûn û çalakiya xwe berdewam kirin. Polîsan dîsa Parka Karayollari dorpêç kirin û destûr nedan welatiyên din tev li çalakiyê bibin. Koma HDP’ê ya parlamenter û hilbijêr di navde piştî dest bi çalakiya rûniştinê kirin stran gotin û çalakiya xwe berdewam kirin.
Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Necdet İpekyuz, diyar kir ku gel di 1’ê Îlonê de bertekên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm anîne ziman û wiha got: “Li Tirkiye hiqûqa serbixwe û daraza serbixwe tune ye. Me berê jî got Rejîma yekperest a li Tirkiye, darbeya li dijî vîna gelê Tirkiyeyê ye. Di 19’ê Tebaxê de qeyûm tayînî ser 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Ev darbeya li dijî vîna gel e.”
Îpekyuz, anî ziman ku ewil Tirkiye bi rejîma yek zilamî bi rêve birin û niha dixwazin bajar bi rejîma yek zilamî bi rêve bibin û qeqûm tayîn dikin. 15 rojin li Tirkiye nelirêtî û diziyên ku qeyûm kirine tên axaftin. Têkoşîna me ya demoratîk wê her dem bidome. Em natirsin. Em aştiyê diparêzin. Em li her derê demokrasî û hiqûqê diparêzin. Em bêdeng nabin û em natirsin.”
Koma HDP’ê piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmeyên “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “Mêrdîn ya me ye” heta avahiya HDP’ê ya Mêrdînê meşiyan.”