NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker gundê Girî a ya herêma Berwarî Balayan bombebaran kirin.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin îro saet 14:00’an balafirên şer yên dewleta Tirk a dagirker, gundê Girî ya herêma Berwarî Balayan a ser bi Dihokê bombebaran kirin.
Ji ber bombebaranê agir bi herêmê ketiye û beşek mezin yê daristana herêmê di şewite.
Li gorî agahiyan hîn jî balafirên şer û yên bê mirov li ser herêmê digerin.