EFRÎN – Li gorî agahiyên ku me bi dest xistine, dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê di 2 rojên çûyî de 20 sivîl ji şêniyên gundê Meratê revandin. Çavkaniyan got sivîl ber bi cihekî nediyar ve birin.
Ji dema dagirkirina Efrînê ve, çeteyên dagirkeriya Tirkiyê sivîlan direvînin da ku li şûna berdana wan pere ji malbatên wan bixwazin.
Çavkaniyan navên çend kesên hatin revandin diyar kirin û navên wan jî wiha ne: Elî Hesen, Xelîl Mihemed, Elî Çelqî, Sefwan Osman, Neçiran Heydo, Rokan Misto, Elî Îbrahîm, Ednan Cencî û Osman Îbrahîm.