BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin;
‘LI GIRÊ ŞEHÎD SARYA 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN’
“Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de li dijî tevgera dagirkeriyê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Paratinê yên Medyayê didome, roja 2’ê Îlonê saet 17:40’an li Girê Şehîd Sarya çalakiyek lidarxist. Hêzên me bi xurtî li çeper û baregehên li gir dan û baregeheke dijmin hate rûxandin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe ji herêmê rakir û herêma Ermûşê bi helîkopteran bombe kir. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
LI DIJÎ YEKÎNEYA KEMÎNAN DATÎNE ÇALAKÎ HATE KIRIN
Roja 20’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li sêgoşeya herêma Gêzan, Çemê Elika û Çûkan yên navçeya Lîcê ya Amedê kemînan datînin û li eraziyê bicih bûne. Hêzên me yekîneya veşartî ya ku kemîn datînin xistin bin kontrola xwe û heman rojê saet 19:00’an çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de bi giranî li leşkeên dijmin hate xistin lê hejmara kuştî û birîndaran nehate zanîn. Li herêmê karê kemîn datînê ya leşkeran didome. Yekîneya me ya çalakî lidarxistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
LI NAVÇEYA KEMAH A ERZÎNGANÊ 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Roja 11’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker li bejahiya navçeya Kemah a Erzinganê bi desteka helîkopter û balafirên keşfê operasyonek da destpê kirin. Artêşa TC’ê ya dagirker rojên 11, 12 û 13’ê Tebaxê herêm bombebaran kir û di navbera hêzên me û dagirkeran de şer derket. Di şerê li vê herêmê de gelek leşker hatin kuştin û birîndar bûn, di pêvajoya vê operasyonê de 3 hevrêyên me bi lehengî li dijî dijmin şer kirin û şehîd bûn. Operasyona li herêmê heta 29’ê Tebaxê dom kir. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.”