MÊRDÎN – Li Mêrdînê li gel astengiya polîsên dagirker jî 16 roj in li dijî tayînkirina qeyûman çalakî didome. Parlamenter Omer Ocalan got: “Em ê ji darbekar û cuntavanan re nehêlin.”
Li Mêrdînê çalakiya şermezarkirina tayînkirina qeyûman a HDP’ê di roja 16’emîn de dewam kir. Çalakî li Parka Karayollar pêk hat û li gel parlamenterên HDP’ê bi sedan welatî beşdar bûn. Beriya çalakiyê polîsan wek her roj parke dorpêç kir û destûr neda HDP’iyan biçin parkê. Li ser vê yekê HDP’yiyan li ser giyayê li parkê çalakiya xwe da destpêkirin û polîsan nehişt welatî bên li gel wekîlan kom bibin. Tevî astengiyê jî welatî ji ber mertalên polîsan dûr nebin û beşdariya xwe ya çalakiyê nîşan dan. Ji ber astengiyê çalakî bû sê beş û bi saetan stran gotin, li çepikan dan û lîlandin.
OCALAN: WALÎ BÊQANÛNIYAN DIKE
Parlmanterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan di çalakiyê de axivî û destnîşan kir ku 16 roj in vîna gelên Mêrdînê hatiye desteserkirin û got: “Waliyê niha li ser wezîfeyê ye, di nava bêqanûniyekê de ye. Qanûna li gorî qedexeyên xwe derdixe û bikar tîne. Karmendiya dewletê de di şexsê xwe de bêîtîbar kiriye. Ne di wê pozîsyonê de ye ku nûnertiya gelê Mêrdînê bike. Wek deqek reş e li dîroka vî welatî ketiye.”
‘EM Ê NEHÊLIN’
Ocalan anî ziman ku 4’ê Îlonê dîrokek gelek girîng e ku di heman rojê de salvegera qetilkirina parlamentere berê yê DEP’ê Mehmet Sîncar e û wiha got: “Vî welatî mezin kiriye? Alîkarî daye vî welatî? Li Tirkiyeyê hiqûq li erdê tê kaşkirin. Dest ji vê êşa hûn tînin serê vî welatî berdin. Ev gel êdî gav paş ve navêje. Gelê kurd têra xwe bedel daye û hêj dide. Hûn behsa biratiya hezar salî a gel dikin, tişta pêwîst bînin cih. Hurmetê nîşanî vîna gel bidin. Hûn bi şev ji nişkeve dest datînin ser vîna gel. Gel bijartiye û vîna gel e. Ramanê gel e. Hûn niha ji tevgerek cûntayiyê wêdetir di nava tebgerê de ne. Em li vir in. Em ê her li vir bin. Em ê di sedsala 21’emîn de ji darbekar û cûntavanan re nehêlin
Piştî daxuyaniyê girse biç epik û berzkirina dirûşman derbasî avahiya HDP’ê bûn.