AMED – Şewata li çoltera gundê Barinê ya Pasûrê ku eskerên dagirker derxistibû, bi mudaxeleya welatiyan agir hate vemirand.
Li gundê Barinê ya girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê duh eskerên dagirker ên ewlehiya Bendava Farqînê digirin top avêtibûn û li çoltera gund şewat derketibû. Şewat di demek kin de belav bibû. Tevî hemû astengiyên eskeran jî welatiyan mudaxeleyî şewatê kir.
Şêniyên gund bi derfetên xwe yên kêm şewatê xistin bin kontrolê û vemirandin. Hat zanîn ku şewata ji duh ve didome ji hezar donim qad şewitî.