GİRÊ SPÎ – Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Aryan Ahmed bû mêvana bernameya taybet a Radyoya Girê Spî. Li ser Rol û misyona Jinên Ciwan di hemleya Kongra Star a ku daye dest pêkirin dibin duruşmeya “ Xaka xwe, rûmeta xwe biparêze, DAÎŞ’ê û dagirkeriyê têk bibe” de çiye, erk û berprsiyariya ku dikeve ser milê Jinên Ciwan de çine? hêrs û bertekên Jinên Ciwan û gelek mijarên din di bernameyê de nirxandin.
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Aryan Ahmed wiha dest bi axaftina xwe kir; “ Hemleya ji bo guhertin û azadî tu jî rabe ser piyan ne tenê di asta Rojava de ye, di asta her çar parçeyên Kurdistanê de ye û heya Ewrûpa wek Tevgera Jina Azad hemleyek da dest pê kirin Kongra Star jî di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye pêşengtiya vê hemleyê dike û em jî wek Yekîtiya Jinên Ciwan cihê xwe di nav vê hemlêyê de digrin. Sedema cih girtina me di vê hemleyê de ji ber ku em wek Tevgera Jinên Ciwan di bin sîwana Kongra Star de bi rêxistin dikin lê belê Jinên Ciwan xwe xweser bi rêxistin dike, xweser xwe bi rêxistin kirin ji nasname û taybetmendiyên Jinên Ciwan digre.
“Nasnameya Ciwantî Nasnameyekî pêşenge em jî wek Jinên Ciwan pêşengê vê hemleyê ne”
Çawa pêşengtî rolekî esasî ya Jinên Ciwan e di vê hemleyê de Jinên Ciwan wê pêşengtiya vê hemleyê bike çawa ku nasnameya Ciwantî Nasnameyekî pêşenge em wek Jinên Ciwan jî xwe pêşengê pêşengan dibînin. Ji aliyekî din ve di naveroka wê hemleyê de guhertina civakê esase ne tenê Jin û Ciwan bi giştî bandoriya sîstemê li ser civkê guhertin esasê vê hemleyê ye ê bê guman heger em li civakê meyze bikin yê herî ku hatî kole kirine hatî tepisandin ji milê desthilatdaran de Çand û Exlaq de Jinên Ciwane ji ber vê jî guhertina û azadiya Jinên Ciwan wê bi xwe re guhertin û azadiya civakê bîne ji ber vê yekê ye ku rol û misyonekî serke dikeve ser milê Jinên Ciwan.
Sîstema Kapîtalîzm dixwaze di nav civakê de guhertinên ku ji Çand û Exlaqa civakê dûr bixe ev bi serê xwe pirsgirêke em wek rêxistina Jinên Ciwan jî xwe berpirsiyarê van pirsgirêgan dibînin ji ber ku ne tenê ji bo jinên ciwan ji bo giştî civakê tehlîkeyekî mezin e. Ji be ku di giştî civakan de bi çanda xwe ve tên naskirin çand tiştekî esasî di nav civakê de ye lê belê sîstema Kapîtalîzm dixwaze di nav civakê de vê çandê tune bike ku karibe rihet tevbigere civakê tune bike û armanc kirina civak tune kirin xwe dayîna jiyan kirine. Ji bo ku em nehêlin sîstema Kapîtalîzm bighe armanca xwe ya civak tune kirin pergalekî bi çand û zimanê xwe ve pêşxistin ji bo me karekî esasî û serkeye.
Ji kîjan pêkhateyê be bila bibe ya esas bi çanda xwe ya gelerî re jiyan bike. Ji ber ku pergala Kapîtalîzm di vê dema dawî de bi şêwazekî taybet di nav gel de kar dike ji bo ku ciwan, jinên ciwan û tevahî civakê dûrî çanda wê ya gelerî dûr bixe. Çiqas bê zanebûn be jî lê ciwan dikeve nav vê xefqê de lê em dixwazin di nav civak de hişyarî bidin ava kirin dîsa bi çand û exlaqê ve jiyan kirin ji ber vê tekoşînekî çandî meşandin ji bo me esase.
Aryen di dewama axaftina xwe de balkişand li ser kuştina jin û wiha domand; “Pirsgirêka kuştina jin pirsgirêkekî esasî ye ku niha civak tê de derbas dibe, dîsa destdirêjiyên ku li ser jin tê meşandin ji hemû aliyan ve, ji alî çandî ve, ji aliyê fîzîkî ve, di Rojhilata Navîn de çanda Fodalîzmê pir kur bi pêş ketiye ev jî dibe asteng ku nehêle jin bi rastiyê xwe ve jiyan bikin ji ber jin her di paş de maye mafê wan yê axaftin nîne. Gihîştî wê astê ku jin li rex zilam heywanek jê bi nirxtire. Ji ber ev çand ne di nav civaka Kurd de ne jî di nav civaka ereb de di Cewher de nîne. Jinekî Ciwan dema digihêje temenê xwe yê pazdeh û şazdeh saliya xwe nû civakê nas dike ji ber vê barê malekê yan jî barê Zarokan rakirin zehmet jê re tê ji ber ku hê jî xwe nas nake ji wê zewicandina ji ber wê jin bi temenê biçûk zewicandin komkujî ye li ser vê esasê em di nav Tekoşînekî de ne. Em wek Jinên Ciwan û dayik dixwazin li hemberî van pirsgirêkên civakê dixwazin bibin bersiv.
Aryen di dawiya axaftina xwe de wiha got; “Bê guman çawa ku guhertin û azadî ji jin derbas dare, ji zilam jî xwe nas kirin girînge yanî di vê hemleyê de guhertina zilam armanca me ya esasî ye û di heman demê projeya serokatî ye. Hindek dewreyên me yê zilam perwerde kirin hat vekirin heya astekê guhertin mirov dikare bê çêbû. Dîsa ev hemle li hemberî êrîşên ku li ser qetilkirina jin tên meşandin, komkujiyên ku li ser gel tên kirin”.
NC / NUDA ELEFTIRYA