ENQERE – MYK’a HDP’ê têkildarî tayînkirina qeyûman û lîstikên li dijî wan tên listîn, diyar kirin ku îktidar û midûriyeta polîsan bi hevre li dijî wan lîstikan dilîzin û bi zanebûn malbatan dişînin ser avahniya HDP’ê. MYK’ê da zanîn ku bi lîstik û bêbextiyan dixwazin têkoşîna me ya demokrasiyê reş bikin û kêm bixin.
Lijneya Rêveeriya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî tayînkirina qeyûman û malbatên ku diçin li ber deriyê avahiya HDP’ê çalakiyan li dar dixin daxuyanî dan. MYK’a HDP’ê diyar kir ku piştî qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatin kirin îktîdar û Midûriyeta Polîsan bi hevre li dijî wan dest bi lîstik, hîle û bêbextiyan kiriye û wiha got: “Ji bo çalakî û têkoşîna me ya demokrasiyê ya li dijî qeyûman şer bikin û têkoşîna me asteng bikin, îktîdar û midûriyeta polîsan bi hevre malbatan dişînin pêş avahiyê. Li dijî makeqanûn, zagon û hiqûqê û li dijî peymanên navneteweyî ku Tirkiye îmze kiriye, qeyûm tayînî 3 şaredariyên bajarên mezin kirin. Di ser tayînkirina qeyûman re 2 hefte derbas bûn. Li dijî van pêkanînên dijdemokratîk li tevahiya welat deng bilind bû. Di van rojên ku xezpkirina MHP’ê û AKP’ê teşîr bû, êrîşên li dijî HDP’ê zêdetir kirin. Armanca îktîdarê ya bi van êrîşan dixwaze çalakiyên demokratîk ku her diçe mezin û belav dibin asteng bikin.
ŞANDINA MALBATAN LÎSTIK IN
Di rojên dawî de malbatan dişînin ber avahiya HDP’ê ya Amedê. Ev lîstikên nû ne. Navê senaryoya nû ‘Malbatên ku zarokên wan naçin malê şandina ber deriyê HDP’ê ye. Dayik û bavê zarokan araste dikin ku li ber avahiya HDP’ê rûnê û dixwazin li dijî partiya me propaganda reş bikin. Ev lîstik û sanaryo ya Midûriyeta Polisan û îktîdarê bi hevre pêş dikeve.”
LI PÊŞ ÇAVÊ POLÎSAN CAMÊ AVAHIYA PARTIYA ME KIŞANDIN
MYK’ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku avahiya partiya wan 24 saetan bi TOMA û polîsan dorpêçkirî ye û ji aliyê MOBESE ve tê şo pandin û wiha lê zêde kir. “Li pêş çavê polisan û Ajansa Anadolu camê avahiya partiya me tên şikandin. Polîsan ev êrîş asteng nekiriye û dijberî vê yekê teşwîkî sûc kiriye. Bi van çalakiyan dixwazin têkoşîna me ya demokratîk asteng bike. Me tu carî ji vê siyaset û têkoşina demokratîk tawîz neda. Em tawîzan jî nadin. HDP, tenê mirovan arasteyî siyaseta demokratîk dike. Em dizanin ku ev komplo kî dike û li pişt wê kî heye. Bi van derew û bêbextiyan dixwazin têkoşîna me ya rewa û demokratîk reş bikin.”