MÊRDÎN – Cenazeyê Mucahît Yilmaz ê li Navçeya Rezan a Amedê li malekê ji aliyê polîsên dagirker ve hatibû înfazkirin piştî 46 roj şûnde li Gundê Zonê yê Artukluyê defin kirin.
Polîsên dagirker di 21’ê Tîrmehê de li navçeya Rezan a Amedê bi ser malekê de girtibûn û di malê de Mucahît Yilmaz înfazkiribû. Malbatê piştî 46 rojan cenazeyê Yilmaz ê li morga Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê wergirtin û birin Mêrdînê. Malbata duh çûn Amedê û cenaze wergirtin, anîn Mêrdînê û cenaze li Gundê Zonê yê Artukluya Mêrdînê defin kirin. Malbat û xizmên Yilmaz, piştî kar û barên olî bi merasimekê cenaeyê Yilmaz defin kirin.