ENQERE – Hevberdevka HDK’ê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan bi hinceta wêneyê îşkenceya li Xalfetiyê pêk hat parve kir, doz lê hat vekirin.
Der barê Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan de bi hinceta wêneyê îşkenceya li Xalfetî li welatiyan hat kirin parve kir bi îdîaya “Gel teşwîkî dijminantiyê kiriye” doz vekirin. li Gundê Derto yê navçeya Xalfetiyê û gundê Qoserê yê Hewaga Rihayê di 18’ê Gulanê de polîsên dagirker bi ser çend malan de girtibûn û îşkence li welatiyan kiribûn. Polîs û tîmên taybet ên dagirker destê welatiyan li pişt wan kelepçe kiribûn û li baxçeyê qereqolê li erdê rêz kiribûn. Wêneşê îşkenceya li welatiyan hat kirin bi rêya medya civakî hatibû belavkirin. Dozgerê Komarê yê Rihayê der barê Kiliçarslan de di 22’ê Gulanê de lêpirsîn vekir. Ji ber ku Kiliçarslan li Enqereyê dijî Dozgeriya Komarê ya Rihayê biryara bê piywirdariyê da û doz şand Serdozgeriya Enqereyê. Serdozgerê Komarê yê Enqereyê jî di 23’ê Tîrmehê de der barê Kiliçarslan de li 9’emîn dadgeha Ceza ya Asliye doz vekir. Danişîna doza der barê Kiliçarslan de wê di 9’ê Cotmehê de bê dîtin. Dozger parvekirina wêneyê ku li ser medya civakî hatibu belavkirin wekî sûc dît û doz vekir.
Kiliçarslan, diyar kir ku li şûna li wan polîsên ku îşkence kirine û wêne belav kirine doz bê vekirin doz li wê vekirine.