STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Newroz Uysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dinç, ji bo li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin, dîsa serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Newroz Uysal, piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û herî dawî di 7’ê Tebaxê de çûbûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kiribûn.