NEWAL DARA
Koçbertî çiye eceba koçbertî çande heger çande çandekî çawa ye,eceba tenê bi êrîşên desthilatdaran re mirov dikare bêje koçbertî ji ber vê bi pêş ketî ye. Bê guman her bûyerekî di nav cîhanê de tê qewmandin tesadif û ji rêzê nîne di ayrintiyê jiyanê de mirov dikare bi hezaran lêkolînên ku koka wê dighêje destpêka afirandina cîhanê de bigre bê guman koçbertî jî kokekî wiya heye ku derketîye holê yan ji xwe ber dernektiye. Di koçber bûyînê de yê herî zêde derdikeve pêş kiye yan jî kî herî zêde koçber dibe. Bi van pirsan re mirov dikare bighêje rastiya koçberbûyînê.
Jinên ku bi hestên jinbûyîn û azadiyê ve girêdayî bûn
Heger ku mirov bêje bi êrîşên desthilatdaran ve koçbertî bi pêş ketî ye wê demê çanda berxwedêr ya civakbûyînê li kur dimîne , yan jî çima dema dest bi êrîşekî dibe yekser bi destê jin digrin û derdixin li derveyî şer û didin koçber kirin. Teqez jinên ku bi hestên jinbûyîn û hestên azadiyê ve girêdayî be ji xwe re gotîye ez jî dikarim şer bikim û ew hêz bi xwe re dîtiye ku heger ew di nav wî şerî de cih bigre wê biserbikeve. Lê heger miov li dîrokê meyze bike gelek jinên ku bi dizî yan jî bi şiklê zilaman ketine nava şer de û heya dawî şer kirine yan jî şerek birêve birine û bûne fermandarê şer û bi ser xistine lê mixabin bi nasnameya jin derneketine. Gelek jinên berxwedêr yên wek Fate Reş bi xwe jinekî Kurde, Cemîle Buheyrat jinekî Erebe, Sofî Şol jinekî Almane û gelek jinên din yên ku bi hestên azadiyê û jinbûyînê girêdayî bûn û di ferqa hêza xwe de bûn û dizanîbûn ku tenê hêza jin dikare bibe çareserî ji bo êrîşên zilamsalar re heger mirov li dîroka şer meyze bike her tim armanca her du aliyên ku li hemberî hevdu şer dikin yê din bi bin xistin û desthilatdarî bi dest xistine ji ber vê yekê ku dawiya şer ev bû hezarê salane nehatiye ji ber ku her du alî li hember hevdu bi eynî zihniyet şer bikin serkeftina her du aliyan jî ji civak re tu sûd wernegirtî ji ber vê bi zihniyeta jin mirov dikare dawî li şer bîne. Lê her tim jin di nav şeran de dûr mane û her ji cihê şer koçber bûne şer bûye qada zilaman bûye qada desthilatdaran.
Armanc ewe ku pîvanê civakê yê red û qebûl tevlîhev bike
Ji bo ku pergala Kapîtalîst li her derê xwe bide mayînde kirin pêwîstî bi guhertinekî dibîne guhertinekî ku civakê dûrî çand û exlaqa wê bixe. ji ber wê şerekî taybet di nav civakê de dimeşîne armanca vî şerî taybet ewe ku pîvanê civakê yê red û qebûl tevlîhev bike. Ji ber ku di nav civakê û bi taybet ji aliyê jin ve desthilatdarî nayê qebûl kirin ji bo ku pÎvana tevlîhev bikin her jin dûrî şer û siyasetê xistine ku karibin serbest tev bigerin desthilatdariya xwe rihet bidin meşandin viya armanc dikin û bi viya jî pêk tînin.
Kurdistan rastiya jin û jiyan îfade dike
Bi taybet di kurdistanê de xwestin ku koçbertî bi pêş bixin û cografiya Kurdistanê biguherînin. Ji ber ku Kurdistan rastiya jin û jiyan îfade dike rastiya civakbûyînê îfade dike . Rastiya jin jiyan û civak bûyînê di kurdistanê de mayînde bûye. Ji ber ku di kurdistanê rastiya jin û jiyan mayînde bûye desthilatdaran dîtin ku şer çiqas giran be jî lê belê nikarin li hemberî berxwedaniya jin û civakê bisekinin û îradeya wan zeîf bixînin, wê demê şerê xwe yê taybet xistin dewrê de bi riya şerê taybet xwestin pîvana tevlîhev bikin lê bê guman rêbazê şerê desthilatdaran çiqas zirav be jî rastiya kurdistanê jî ewqasî zirav û kûre.
Di nav tekoşîna tevgera azadiya kurdistanê de jin rolekî xwe yê esasî leyîst bi nasname û regê jin derket pêş û şer kir bû pêşeng ji nû ve berxwedaniya jin û kurdistanbûyînan da îsbat kirin şerê taybet yê dijmin vala derxist ji nû ve giştî cîhanê re bû mînak. bi xwe îsbat kirina jin re îsbat bû ku koçbertî ne tiştekî xwezayî ye tam ters ji bo xerab kirina civakê ye civak ji hev du parçekirine. Di gelek cebheyên şer de hat îsbat kirin ku jin yê ku dikare şer bi ser bixe û sûdê ji bo civakê wer bigre. Şehîd Bêrîtan Şehîd Arîn mîrkan Şehîd Avêsta û bi sedan jinên tekoşer ev tişt dan îsbat kirin.