MERSÎN – Li Mersînê endamên Meclisa Cîwanan a HDP’ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Mersînê, polisên dagirker di saetên serê sibehê de bi ser gelek malan de girtin û endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes binçav kirin. Polisên dagirker li malan qul bi qul li wan lêgerîn pêkanîn û deriyê gelek malan şikandin. Hat hînbûn ji ciwanan Mazlûm Şanli û Celal Aslan hatine binçavkirin. Hat hînbûn ku nêzî 10 kesî hatine binçavkirin.