“Di nava her şert û mercî de, di nava serma û seqema deşt û zozanên welatê agir û rojê de, mîna berfîna serî ji nava berfê hildide û rûyê xwe dide tava pîroz, gerîlayên Kurdistanê jî hemû zor û zehmetiyan pêşwazî dikin.
Armanca wan jî mina van berfînan ewe ku gelê xwe, mirovahiyê bighîne siberojeke azad. Ev siberojên azad ji bo van gerîlayan mîna dîtina roja pîroze. Gerîlayên azadiyê bi fikr û ramana giranbiha di çiyayên Kurdistanê de berxwedaneke bê hempa raber dikin. Helbet di nava van berxwedaniyan de gelek kêlî, bîranîn û rojên zor û zehmet, rojên xweş û nexweş tên jiyan kirin. Emê jî hewl bidin yek ji van kêliyên ku li çiyayê Gabarê hatiye jiyankirin bînin ziman.
Di payîza 1990’an de em li Çiyayê Gabarê bûn. Wê çaxê ez taze tevlî refên gerîla bibûm. Mixabin, hîn demek dirêj derbas nebibû, ji ber sermayê ez nexweş ketim. Sermaya wê salê heya niha di bîra min de ye. Di nava bêderfetiyeke pir giran de hevalan jiyana li çiya hembêz kirin. Tişta ku heya niha mîna dîmenekê li ber çavê min e, sipîbûna pişta hevala ye! Gava em li ber agir rûdiniştin, rû û singên me gerim dibû, lê pişta me tevan mîna deşta qeşagirtî, sipî dikir. Ev şert û mercên ku bi mehan dirêj dikir, hişt ku ez nexweş bikevim û ji çiyayên Kurdistanê, bi taybet jî ji Gabarê dûr bikevim. Ji ber giranbûna nexweşiya min, hevalan biryarda ku min bişînin doxtor. Devera ku ezê bibama rêwiyê rêya wê, Cizîra Botan bû.
Edî dema ji hev veqetînê hatibû. Piştî amadekariyê em hatin li ava Çemê Dicle sekinîn. Ji bo em bigihana Cizirê, pêwîst bû ku em çem derbas bikin. seatên dawî yên sala 1990’an bû. Ji ber ew şev şeva sersalê bû, hevalan em hişyar kirin.
“Heval, leşker van rojan li Cizirê pir digerin. Çend roj berê du heval şehît xistin. Dema hun çûn şiyar bin û hay ji xwe hebin.”
Piştî demeke kin, bi silavdayîna milîsan re, roja tevlîbûna min a nav refên gerîla hat bîra min. Lê ev car berovajî bû. Ew silav, nîşana ji hevalan dûrbûn bû! Silava gihiştina Cizîra Bota bû. Bi rêberiya wan herdû milîsan em gihan gundekî Cizîrê yê bi navê “Deşta Darê!” Li wir heval Yusuf em pêşwazî kirin. Heval Yusuf wê demê rêvebirê wê herêmê bû. Em nêzî 20 rojan li Cizîrê man, piştre derbasî Nisêbînê bûn. Dilsozî û girêdana welatparêzên Deşta Darê, dihişt ku em zêde bi tenêbûnê û dûrbûna ji hevalan nehesin. Di rê de wek tedbîr ger bi dijmin re rû bi rû werin, me çekên xwe jî bi rengek veşartî bi xwe re bir. Bi vî rengî piştî çend seatan em gihane Nisêbînê.
Heya em gihan wir, roj ber bi ava çûbû. Te digot qey, kincên me bûne ewrên payîzê, wisa av jê dinuqitî.
Gelê welatparêz ên gundê Zorava bi dilgermî û pêşwaziya xwe tevahî êşên nexweşiya min, ji bîra min bir. Piştî ku me rojek li vir derbaskir, em ji Zorava veqetiyan û derbasî Gundê Qurdîsê yê girêdayî Nisêbînê bûn. Vê carê ez ji herdû havalên ku ji roja yekem a rêwitiyê bi hev re bûn, veqetiyam û bi tenê li gund mam. Piştî ku hevalê Kemal ê rêvebirê navçeyê, çek û rextên me wergirt, ji min re got;
“Heval! Tu li vir be. Dema ku me rewş guncaw dît, em ê te rêbikin cem dixtor.”
Ew cara yekem bû ku ez bi tena serê xwe li nav gel dimam. Gundê Qurdîsê jî ev tenê mayîna min hembêz dikir. Ez 5 rojan li wir, Lê ji ber ku hatina havalan dereng ma, min lawê malê rê kir nik wan. Her di wê rojê de hevalan xeber da ku ez dikarim biçim cem dixtor. Ji bo ewlekariyê jî xwediyê malê nasnama lawê xwe da min. Tevî ku wêne yê li ser nasnamê nedişibihî min, lê ji tinebûnê, baştir bû. Bi vî şeweyî ez roja din çûm Qiziltepe ji bo. Lê dixtor li şûna emeliyatkirina mîda min, hinek derman da û got;
“Ger bi dermanan baş nebe, em ê pişt re emeliyat bikin.”
Nêzîkbûna ku dixtor kir, diyar bû ku welatparêz e.
Lê çûna cem dixtor û nexweşiya min li hêlekî, dîtina ewqas leşker ku li hin deran ji mirovan pirtir bûn, li hêlek din bû. Min bi gera xwe gelek cihên leşker lê radiwestin nasî. Di wê gerê de gelek tişt ketin bîra min. Yek ji wan; ji bo êrîşkirina li ser Mêrdinê, min ji nêz ve qereqol û cihê wan nasîn. Di nava ewqas esker de bêguman tirsa girtinê û nasînê jî li ba min çê dibû. Lê bêyî ku tu pirsgirêk rû bide, bi erebeya gûnd, piştî em gihiştin Mêrdinê, em vegeriyan gundê ku em jê hatibûn. Lê ji ber ku xwediyê erebê ez nasîm û ji ber ku hîn roj bû, bi armanca kes min nebîne, ez birim mala xwe. Tevî ku xwediyê erebê li ser welat û zora dijmin dipeyivî jî, min xwe neda nasîn. Bi hatina êvarê re, wî ez dîsa birim mala ku jê hatim.
Çawa ku vegeriyam wê male bi rastî jî wekî ku endameke malê piştî demeke dirêj vegere wisa kêfxweşbûn. Ez çiqas li ser wê malê bêjim jî, wê nebes be, tenê dibêjim di koşeya herî binirx a dilê min de cî girtine. Min pênc roja li wir jiyan kir, lê min rojekî xwe biyanî hîs nekir. Ji bo vê yekê tişta ji destê min dihat, min dikir, tenê ji bo mal ji destê dijmin tu êşê nekişîne. Lê belê ji xwe nêzîkatiya wan ji min re ewqas germ û baş bû ku ez min xwe li hember wan deyndar didît. Hemû tiştê xwe ji bo xatirê me feda dikirin. Ji bo parastina hevalan û bi cî anîna erkên xwe yên welatparaziyê, gelek caran mirin jî digirtin ber çavan. Ger ez bêjim wan çend rojên min ê li wê malê welatparêziya rasteqîn bi min da naskirin, wê ne şaş be. Her endameke malê ji bo erkên xwe yên welatparêziyê pêk bînin, bi fedekariyeke mezin dixebitîn. Min gelek caran ji xwe re digot, ger dijmin were gund gelo wê ev malbat û bi giştî gundî wê çi bikin? Hevalan gelek caran qala welatparêziya gel kiribû. Min ew rastî tenê bi gotinan bihîstibû û naskiribû. Lê, mayîna min a çend rojan di nava gel de ev rastî bi zelalî ji min re da nîşandan. Wê çaxê gotina bav û kalên me ket bîra min; “Ger Kurd, bi çavên xwe nebîne, bawer nake.” Lê ya min ji hêlekî bi gotin ji hêla din ve bi çavên xwe jî min dît.
Tevî ewqas parastina xwe, rojekê serê sibehê ez bi dengê reyîna kuçikan re şiyar bûm. Wê gavê xwediyê malê, ez hişyar kirim.
“Heval, eskeran dora gund girtine. Wê li malan bigerin!”
Wê çaxê min ji xwe re got ku; xebera mayîna min a li gund gihiştiye dewletê. Bi tirsa hatina eskeran re min û xwediyê malê nîqaş kir. Em destpêkê gihiştin biryara ku ger esker werin hundir em ê bigrin. Lê me ev nêrîn guhert û min kincên lawê malê “Delîl” ku şivantî dikir (Niha di nav gerîla de ye) li xwe kir û ketim nav pez de. Piştî ku min dît esker nehatin şûna mayîna min, ji bo ku ji gund dûr bikevim, min pez derxiste çolê.
Lê hîn ez ji gund derbas nebûbûm, eskerek hat pêşiya min girt û got;
“Hê, çoban (şivan) vegere gund. Kontirolkirina nasnaman heye.”
Wê çaxê min hinekî cesaret girt. Ji ber ku wî ez şivan nasîm. Min bi Tirkî fêm dikir lê bi Kurdî min bersiva wî da:
“Ez venagerim.”
Lê piştî wî sîleha xwe xist nava sere min, min ew dehf da paş. Dema min ev yek kir, ji jor çend eskerên din hatin, wê çaxê ji bo ku ez newim nasîn, min berê xwe careke din da gund. Min ji xwediyê malê xwest ku min derbasî maleke din bike, lê xwediyê malê ev daxwaza min qebûl nekir û wiha got;
“Tu ji mala min dernakevî!”
Ew mal pir ji hêla hevalan ve hatibû bikaranîn. Ji ber vê yekê, her cara ku esker hatibana gund, dihatin wir. Dema ku eskeran li derî xist ez li ser piştê vezelandî bûm. Ji bo min nenasin ez li gel zarokan bi heftokan mijûl dibûm. Gava esker silav da ez ji şûna xwe ranebûm. Wî got;
“Ma mirov wisa nêzî mêvanan dibe?” Lê xwediyê malê dest bi axaftinê kir:
“Ew zêde fêm nake, mîna dîna ye.”
Tevî ku vê gotinê zora min bir jî, lê ji bo parastina min bû. Esker ku asta wî sûbay bû, pirsî:
“Lawê te ê dîn bênasname bû, ma a vî jî nîn e?”
Wê çaxê xwediyê malê ji min re got;
“Kimlîkê bidiyê de.”
Dema sûbay li nasnamê û wêneyê nêrî, serî hejand û got;
“Ev ne ya te ye. Lê bila ya te be!”
Û ji xwediyê malê re got;
“Bila bi me re derkeve nav gund.”
“Ew zêde fêmnake bila lawê min ê din bi we re bigere.”
“Wê çaxê bila bi me re li mala xwe bigere.”
Ez neçarbûm ku bi wan re li mala ez lê dimam bigerim. Piştî gera li malê bi dawî bû, esker çûn malên din geriyan. Lê wekê min li jor got; piştî ji malê derketin, lawê malê heval Hecî girtin. Vê yekê hişt ku jin û zarokên gund bi eskeran re bikevin nava şerê bi dar û keviran. Piştî pevçûnek dirêj şazdeh esker û albayek birîndar bûn. Hîngî kevir li erebeyên wan ketibûn, hemî jî bê cam mabûn. Lê mixabin heval Hecî ji nava destê wan nehat derxistin. Piştî bîst û pênc rojan ji îşkence û şeş mehên hepsê, hevalê Hecî tu tiştî nabêje. Ji ber ku dijmin ti tişt jê nagre, xwestin wî di rêya kontir gerîla re, bikujin. Dema ew ji hepsê dibirin rêya mirinê, heval Hecî xwe davêje dolekê û li rexê rê di bin kevirekî de xwe vedişêre. Lê ew dîsa ji hêla eskeran ve li wir tê girtin.
Piştî çûndina leşkeran bavê heval Hecî got;
“Hecî hat girtin tişt nabe, tenê başe tu nehatî girtin.”
Ev peyva wî mîna moreke ku tu car winda nabe, li ser dilê min şûna xwe çêkir. Tevî ku lawê wî û zarokên wî tevan ewqas îşkence dîtin, lê ji ber ez nehatim girtin, gelek kêfxweş bûbû. Vê yekê rastiya gelê me yê welatparêz bi rengek vekirî nîşan da. Mirov gelek caran dibe şahidê gelek bûyeran. Lê tişta herî mezin ew e ku ew bûyer bi ser min bi xwe re derbas bû. Ji ber vê yekê ew mayîna min û gotinên bavê heval Hecî bûne xwedî cihekî hîn taybettir di dilê min de. Piştî wê rojê malbata Hemît, ango mala bavê heval Hecî tev de tevlî refê partiyê bibûn. Lawê wî yê ku min nasnama wî hilgirtibû di zindanê de, ji ber îşkencê şehît ket. Ên din jî niha tev di nav refên gerîla de cih digrin.”