“Receb Erdogan, wisa dibêje, ‘Herêma Ewle, bi tenê navê wê li ser kaxizê ma!’
Bi vê na tenê jî ranaweste, dibêjê ‘Idlib jî diçe, ew jî weke Hema û Helebê lê tê…’ hwd.
Ma gelo mirov jê re bêje çi?
Mirov bibêje ‘Roj baş’ cihê xwe digire yan tenê weke îronî dimîne, nizanim!
Dîsa baş e ku navê wê jî û yê herêma ewle, li ser kaxezê be jî qet nebe dimîne.
Lê dibe ku di wextek nêz de, ne navê te û ne jî navê partiya te jî nemîne; ne li ser kaxizê û ne jî li ser rûyê erdê.
Gumanên xurt heye, weke ANAP, Dogru Yol û serokên wan, çawa nîha navên wan û yên partiyên wan jî hatine jibîrkirin, heman aqûbet, hêj xerabtir li pêş te ye jî. Temenê desthilatiya wan kurt bû, yê desthilatiya te ya zilmê direjtir e, lewma guneh û sûcên te jî, ji yên wan zêdetir e.
Ji ber van sedeman, ger mirov aqûbeta cezayê te bişibîne yê Sedam, Mîlosewiç, Çawuşesko, dibe ku hîn rastir di cihê xwe de be. Ya jî mirov dikare bişibîne qedera Hîtlerê ku te pir pesnê wî dabû, ya jî bişibîne weke îdolekî te yê din ku pratîka te ya zilmê û qirkeriyê û sadîstiyê û dijminê kurdan û şoreşgera hema mîna wî ye; Kenan Evren! Tê zanîn Hîtler xwe kuşt, Kenan Evren jî di nava rezaletiyê û bêkesiyê de çû gorê!
Ey R.Erdogan, van kesên navên wan hatin dayîn, hemû weke te xwedî zîhniyeta dijî mirovahiyê bûn û tu jî bi çarnal li ser şopa wan dibezî û dilezînî. Ji ber wî mejî û hestên serdestiyê û sadistiyê, ji aliyê hêzên hegemon ve hatin bi karanîn û di encamê de gihiştin wê çarenûsa lewitî û rezil û rûreş.
Te têra xwe û temenekî dirêj xizmet ji hêzên cîhanî yên hegemon re kir. Te têra xwe û têra wan dewletên hegemon ên proje dan destê te, li gorî daxwaza wan karekî hêja ji wan re kir; li Rojhilata Navîn û heta biqasî ku destê te gihiştê li cîhanê jî, te şer û pevçûn û qeyran û alozî afirand. Tu gihişt ku derê, te ew der xist nava agir.
Te niha Devlet jî kişandiye cem xwe yan jî wî tu kişandiye rex xwe, êdî li gel navê îslamiyetê hûn bi navê nijadperesiyê jî vê siyaseta qirkirinê û dagirkirinê, çi nefes di we de ma be, hûn bi wê hêza xwe ya dawî jî vî karê qirêj didin meşandin.
Lê li gorî tê dîtîn, hûn niha di navbera DYE û Rûsyayê (em niha Ewropayê li rexekê deynin) de, weke li nava kinîsê û mizgeftê bênimêj mane. Weke mirîşka gêj li we hatiye.
Jixwe bi van gotinên te yên dawiyê, tu halê xwe û rewşa xwe baş destnîşan dikî. ‘Idlib weke Heleb û Hemayê lê tê, ez li aliyên herêma ewle digerim kes nayên xuyakirin, ev nav tenê li ser kaxezê ma ye û hwd.’
Êdî tu bi xwe li xwe mikur tê yî ku tu baz dide diçi xwe diavêjî hembêza Pûtîn, te bi dondirmakê dixapîne, nizanim Trump te bi çi dixapîne û hwd.
Te digot ‘ez wan dixapînim’, lê na xêr, tu kî yî ku tu yê karibî wan bixapînî? Na herê, tu bi tenê gel, raya giştî û bi taybetî karî xwe bixapînî!
Jixwe karê wan, wisa diyar dibe ku êdî bi te diqedin û êdî ew ê di demek nêzîk de, alternatifekî deynin şûna te û pênekê li te bidin biavêjin nava sergoyê dîrokê.
Lê bila neyê jibîrkirin, yê ku ev rûyê te yê reş bi raya giştî û gel da nîşandan, Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Lewma hevalbendên te yên navdewletî jî nema karin te biparêzin. Ji ber ku êdî ew rûyê te yê reş, ji qezencê zêdetir zirar û ziyanê dide wan jî. Êdî tu digirî, tu aş dibî tu zanî! Û navê te jî li ser kaxezê namîn e!”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Ahmet Aktaş