MEXMÛR – Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn. Ev 52 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike.
Ji bo şkandina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê xwestin wek şandeyekê serdana berpirsên Hewlêrê bikin, lê dîsa rastî astengiya seytereya asayîşa PDK’ê hatin û ev 7 rojin li wir çalakiya xwe berdewam dikin.
Tevî germa û toz û dûmanê jî dayik bi israr eşkere dikin ku heta bersiva daxwazên wan neyê dayîn wê çalakiya xwe berdewam bikin.
Şandeya xelkê Başûr serdana dayikan kir
Piştî ku şandeya xelkê Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriyê serdana Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî kir, dema ku ji wargehê vegeriya çû serdana Dayikên Aştiyê yên li seytera di çalakiyê de ne û piştgirî dan dayikan.
Herwiha duh êvarî şandeya parlamenterên jin ên HDP’ê jî serdana dayikan kirîbû û piştgiriya xwe ya ji bo dayikan dabûn diyar kirin.
Rê nayê dayik şêniyên wargehê dayikan ziyaret bikin
Ji roja ku çalakî hatiye destpêkirin ve rê nayê dayîn, şêniyên wargehê serdana dayikên di çalakiyê de ne bikin. Herwiha bijîşkên ku xwestibûn ji bo kontrola tenduristî serdana dayikan ji bikin paşve hatibû vegeran.