BONN – Meşa dirêj a ciwanên Kurd ên li Ewropayê ku her sal ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tînin, di 8’ê Îlonê de li bajarê Bonn ê Elmanyayê dest pê dike. Meş wê pênc rojan bidome. Ciwan piştî ku ji Koln, Leverkûsen û gelek bajarên din derbas bûn wê li Gladbachê meşa xwe bi dawî bikin.
Komîteya Amadekar diyar kir, ku di 8’ê Îlonê de wê ciwanên welatparêz û enternasyonalîst ên ji çar aliyên Ewropayê li Bonnê li hev kom bibin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku amadekariyên ji bo meşa irêj bi dawî bûye û hate gotin, “Em bang li ciwanên Kurd, enternasyonalîst û gelê xwe yê welatparêz dikin ku beşdarî Meşa Dirêj bibin û faşîzmê ji holê rakin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dewleta Tirk a mêtinger û faşîzma AKP-MHP’ê amadekariyan dikin ku li Kurdistanê qirkirineke nû bikin û ji bo vê jî tecrîdê didomînin. Bi berxwedaneke dîrokî û berdêlên giran tecrîd hate têk birin, lê belê faşîzma AKP-MHP’ê bi kiryarên kêfî hîn jî hevdîtinên Rêber Apo yên bi parêzeran û malbata wî re asteng dike. Ciwanên Kurd wê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pênc rojan bimeşin. Di rêya Umîtan, Zulkufan, Aytenan û Ûgûran de wê ciwanên Kurd bimeşin ji bo pêkanîna xeyala xwe ya ‘Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad’ em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li ciwanên welatparêz, şoreşger û enternasyonalîst ên li Ewropayê dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî Meşa Dirêj bibin ku wê bi dirûşma ‘Bi Rêbertî bimeşe, mêtingeriyê tine bike’ pêk were.”