BEHDÎNAN – Berxwedana li Hîlwanê ji aliyekî ve nîşan da ku nokerî li pêşiya azadiya gelê Kurdistanê yek ji astengiyên herî mezin e, li aliyê din jî qala berxwedana mezin a li dijî vê yekê dike.
Di nava vê têkoşînê de di 9-10’ê Îlona 1979’an de li gundê Axşûnê di necama têkoşîneke dîrokî de ji pêşengên PKK’ê Cûma Tak tevî hevrêyên xwe Alî Çat, Cûma Bozkoyûn, Sadûn Demîrkoç û Abdûrrahman Manap jiyana xwe ji dest dan. Milîtanên PKK’ê du rojan heta fîşekên xwe yên dawî li ber xwe dan û teslîm nebûn.
JI MALBATEKE XIZAN BÛ
Cûma Tak sala 1956’an li Hîlwanê li nava malbateke xizan ji dayik bû û ji ber ku malbata wî karkeriya demsalî dikir di nava zor û zehmetiyên giran de mezin bû. Cûma Tak di temenê xwe yê biçûk de ji bo ji malbata xwe re bibe alîkar dixebitî, zivistanê jî diçû dibistanê. Piştî dibistana navîn ji ber rewşa neyînî ya madî ya malbata wî li dibistana mamoste ya Dersimê tê qeydkirin. Tak di navbera salên 1975-1976’an de Apoyiyan nas dike û bi rengekî çalak tevlî têkoşînê dibe.
Cûma Tak li herêma Dersimê tevlî têkoşînê dibe, havînê jî li Sêwerekê li dijî neteweperestiya bûrjûvaya Kurd têdikoşe. Piştî ku kesayetiya xwe ya fedakar, bi biryar û jêhatî bi têkoşîna şoreşê re kir yek veguherî pêşengekî şoreşger. Bêteredût wezîfeyên şoreşê pêk anî. Li Dersimê, Sêweregê, Rihayê, Hîlwanê têkoşiya.
BÛ HEDEF
Cûma Tak ku li dijî hêzên faşîst û paşverû bi wêrekî li refên herî pêş têkoşiya, li herêma Rihayê tevî 3-4 hevrêyên xwe têkoşiya û bi dehan faşîst têk birin.
Ji ber vê taybetmendiya xwe bû hedefa faşîstan. Di 9’ê Îlona 1979’an de tevî Cûma Bozkoyûn, Alî Çat, Sadûn Demîrkoç û Abdûrrahman Manap ji bo derbasî mintiqeya Bûcak bibin diçin gundê Axşûnê yê Sêweregê. Wê bi şev li wê deverê rawestiyan û piştî rojekê rêya xwe bidomandibûna. Agahî digihêje Eşîra Bûcak ku şervanên PKK’î li Axşûnê ne û nêzî 80 çeteyên çekdar gund dorpêç kirin.
HÛN TESLÎM BIBIN
Çeteyên Bûcak banga ‘teslîmbûnê’ li milîtanên PKK’ê dikin. Cûma Tak jî dibêje, ‘Di nava PKK’ê de teslîmbûna ji dijmin re nîne’ û didomîne: “Eger ji we tê werin û hûn teslîm werbigirin.” Çeteyên Bûcak ku fêhm dikin wê milîtanên PKK’ê teslîm nebin êrîş dikin. Li gundê Axşûnê berxwedaneke destanî dest pê dike ku wê du rojan bidomiya û di dîroka gelê Kurd de weke berxwedaneke lehengiyê bihata bîranîn.
‘EM BIMIRIN JÎ EM Ê JI BO RIZGARIYA GELÊ XWE BIMIRIN’
Di berxwedana bênavbera a du rojan de Cûma Tak car carna ji çeteyan re dibêje, “Ez û hevalên min şervanên PKK’ê ne. Em li dijî zilma axayên mîna Celal Bûcak ku li gel dikin û we jî di vê zilmê de bi kar tînin, şer dikin. Em ferdên têkoşîneke mafdar in. Em bimirin jî em ê ji bo rizgariya welatê xwe û gelê xwe bimirin. Hûn ji bo çi şer dikin? Em ê bi şeref û rûmetê bimriin, lê hûn ê her roj bi rengekî bê rûmet hezar carî bimirin.”
Di şer de Alî Çat û Abdûrrahman Manap şehîd dibin. Gelek ji çeteyên Bûcak jî dimirin. Piştî şerê du rojan cebilxaneya Cûma Tak û hevalên wî bi dawî dibe û Cûma Tak ji çeteyan re dibêje, “Fîşekên me qediya, cebilxaneyê bidin me em bi we re şer bikin. Dibe ku em bimirin, lê belê gelê Kurd ê bi pêşengiya Rêbertiya PKK’ê wê nemire. Ala sor a ku me heta dawiya temenê xwe bi serbilindî hildan wê bi ser bikeve. Bijî Kurdistan a demokratîk. Bijî proleterya Kurdistanê û rêberê gelê me PKK.”
Milîtanên PKK’î ku fîşekên wan nema li şûna ku çekên xwe teslîmî ‘dijmin’ bikin, çekên xwe dişewitînin.
Piştî şerê ku du şoreşgeran jiyana xwe ji dest dan Cûma Tak, Sadûn Demîrkoç û Cûma Bozkoyûn birin gundê Çatokê. Cûma Tak li vê deverê jî ji çeteyan re axivî. Çeteyên ku ketin bin bandora helwesta bi biryar a Cûma Tak jê re gotin, “Em jî zanin ku hûn mafdar in, lê belê axayê me got ‘bikujin’.” Piştre milîtanên PKK’ê qetil kirin û cenazeyên wan jî avêtin çemê Firatê.
BI MERASÎMEKE BI HEYBET HATIN DEFINKIRIN
Cenazeyên milîtanên PKK’ê piştî çend rojan ji çemê Firatê hatin derxistin. Ji bo milîtanên PKK’ê li Hîlwanê merasîmeke bi heybet hate amadekirin. Bi hezaran kesî tevî hevrêyên wan pênc milîtanên PKK’ê defn kirin. Her pênc milîtanên PKK’ê mîrateyeke mezin a berxwedanê li pişt xwe hiştin.