BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî tevgera dagirkeriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
‘LI XAKURKÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN’
“Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de roja 7’ê Îlonê saet 17:40’an li dijî tevgera dagirkeriyê ya li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî leşkerên ku li nêzî Girê Şehîd Sarya bicih bûbûn çalakiya sûîkastê lidarxist. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên obus û hawanan bêserûber derdor bombebaran kir û bi helîkopterên Skorsky leşkerê xwe yê mirî ji herêmê rakir.
LI HEFTANÎNÊ LI YEKÎNEYA DIJMIN HATE XISTIN
Roja 5’ê Îlonê saet 12:20’an hêzên me li dijî tevgera dagirkeriyê ya li dijî herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li nêzî Girê Sîser yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker bûn hedef. Bi serketî li yekîneya dijmin hate xistin, hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.