ŞEHBA – Îro Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk deriyên dibistanan li pêşiya şêniyên herêma Efrînê vekirin. Xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadehiyê li dibistanan kom bûn. Her wiha 800 mamoste ji bo perwerdekirina xwendekaran hatin amadekirin.
Komîteyê 13 hezar xwendekar pêşwazî kirin ku li 65 dibistanên li kantona Şehba û navçeya Şêrawa ya Efrînê belav in.
Di betlaneya havînê de, Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk dibistanên nîvhilweşiyayî ku çeteyan ji bo îşkencekirina sivîlan bi kar dianîn, sererast kirin. Her wiha komîteyê mamoste li ser materyalên ku dê îsal bên dayîn, perwerde kirin.
Berpirsên Komîteya Perwerdeyê got pirtûkên dibistanê di rêya kantona Şehbayê de ne, dê di rojên pêş de komîte dest bi belavkirina pêdiviyên dibistanê li xwedekaran bike.
Sala çûyî şêniyên herêma Efrînê di aliyê xizmetguzariyê de gelek zehmetî di hundirê dibistanên li kampan, gund û navçeyên kantona Şehbayê de dîtin, komîteyê hewl da van zehmetiyan derbas bike.
Der barê mijarê de endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Şêx Osman ji ANHA`yê re axivî û tekez kir ku wan bi moraleke bilind pêşwaziya xwendekaran kir û destnîşan kir ku wan dibistan amade kirin da ku bê zehmetî pêşwaziya xwendekaran bikin.