“Hefteya borî 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di serî de li Kurdistan û gelek navendên din bi çalakiyên cur bi roj hat pêşwazîkirin. Tevlûbûnên çalakiyan xurt bû û di nirxandinan de piranî; daxwaza aştiyê, biratiya gelan hat ziman. Her wiha gel bertek nîşanî dagirkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da. Jixwe dema kesên li Rojhilata Navîn, Tirkiye û Kurdistanê dijîn, dema derdikevin qadan û mijarên di rojevê de dinirxînin van tiştan tînin ziman.
Di çalakiyên 1’ê Îlonê de bertekên li hemberî darbeya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ku di 19’ê tebaxê de bi dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn destpêkirin dewam kirin. Di dawiya meha tebaxê de hejmara çalakvanên ku derketin kolanan zêdetir bûn û çalakî li gelek bajarên din berbelav bûn. Çalakî piştî 1’ê Îlonê jî dewam kirin. Wisa xuya dike ev çalakiyên civakî û girseyî dê bêtir zêde bibin. Ev çalakiyên ku di 19’ê tebaxê de destpê kir û di van rojên dawîn de xûrtir bûn û ev jî nîşan dide ku li hemberî êrîşên komkujiyê hêrsa gel zêde bûye û ev hêrs xwe dide der. Bêguman ev çalakiyên ku tên lidarxistin girîng in, pêwîst e ev çalakî mezintir bibin û agirê berxwedanê gurtir bibe.
Bêguman sedemên vê yekê hene. Ji ber ku bloka faşîst a AKP-MHP’ê bi zext û zordariyan vîna gel xesp kirine. Wisa hesab kirin ku dê gel bertekê nîşanî wan nede û dê êrîşên xwe li seranserê Kurdistanê berbelav bikin. Lê di vê mijarê de xwe xapandin. Gel ji 19’ê tebaxê pê ve derket kolanan û bersiveke baş da êrîşên dagirkirina şaredariyan. Ya girîng ew e ku ev rastî were dîtin û li hemberî êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê tevgera civakî mezin bibe û xeta berxwedanê her dewam bike. Îro şert û mercên berxwedanê zêdetir bûne û planên komkujiyê ku ji aliyê bloka faşîst a AKP-MHP’ê wekî ‘Plana Çongdanînê’ hatibûn binavkirin têk çûye û lawaz bûne. Ev blok hewl bide xwe li ser pêya bigire.
Ji bo faşîzma AKP-MHP’ê ji bilî vê tu rê nemaye. Her roj bêtir lawaz dibin. Hem wek partî û hem jî di warê leşkerî de lawaz dibin. Di destpêka meha tebaxê de piştî biryarên civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind generalên ku li Kurdistanê şerê taybet-qirêj bi rêve dibirin qad terk kirin û pirsgirêkên navxweyî yên AKP-MHP’ê vê rastiyê nîşanî me dide.
Di şert û mercên heyî de faşîzma AKP-MHP’ê nikarin li hemberî Têkoşîna Azadî û Demokrasiyê ya Kurdistanê xwe bigirin. Hemû hêviyên xwe bi polîtîkayên Sûriyeyê ve girêdan û ev polîtîka jî îflas kirin. Wisa hesab kirin ku nakokiyên navbera DYA û Rûsyayê sûd werbigirin û di navberê de bifilitin. Lê di encamê de di navbera herdu dewletan de man û bûne qeşmer û wisa li wan hatiye ku nizanin çi dikin. Piştî ku gerîlayên azadiyê êrîşên dijmin ku xwe dispêre teknîka heyî, têk bir, serdestiya taktîk ket destê gerîla û artêş roj bi roj paşve diçe.
Gerîlayên azadiyê li bakur û başûrê Kurdistanê derbên giran li artêşa dewleta tirk dixin. Gerîla her roj çalakî lidar dixin û bi heman avayî li Efrînê jî hêzên rizgariyê derbên mirinê li leşkerên dewleta tirk û çeteyan dixin. Ligel ku di destê wan de derfetên mezin û çapemeniyeke giran heye lê dîsa jî nikarin bi propagandaya reş şerê psîkolojîk bimeşînin.
Berxwedana ku piştî 19’ê tebaxê hatiye destpêkirin nîşan da ku dikarin bi berxwedanê êrîşên faşîzma AKP-MHP’ê rawestînin. Lazim e ev rastî baş werin dîtin. Ger rastî were dîtin dê êrîşên bloka faşîst AKP-MHP’ê ku li hemberî şaredariyên li Kurdistanê hatiye destpêkirin dê bên şikandin. Her wiha dê pêşiya êrîşên ku piştre bên destpêkirin were girtin. Ji bilî berxwedanê tu rê nemaye. Ji ber vê yekê divê ji bo gotin û kirinên ku berxwedanê pasîfîze bike û paşve vekişîne destur neyê dayîn. Pêwîst e teqez ji tiştên ku di demên berê de qewimîbûn encam û ders werin derxistin.
Lazim e neyê jibîrkirin ku her çiqas faşîzma AKP-MHP’ê lawaz û tengav bibin jî dê hewl bidin bi hinek taktîkan xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ji ber vê yekê qanûnên têkildarî şaredariyan guhertin. Ger guhertinên qanûnî ku plan dikin pêk bînin wê demê dê şaredarî jî veguherin, qereqol, qaymeqamî û dozgeriyan.
Ji bo ev hewldanên faşîzma AKP-MHP’ê bên rawestin û derbên mezin li wan bixin divê agirê berxwedana civakî bêtir were gurkirin.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan