MEXMÛR – Di 17’ê Tîrmeha 2019’an de li restoranta bi navê Hoqabaz a li Hewlêrê berpirsyarê MÎT’ê (Teşkîlata Îstîxbarata Tirk) Osman Kose hat kuştin. Piştî vê bûyerê wargeha Mexmûrê careke din bû hedefa êrîşan û dorpêç li ser hat danîn.
Ev 54 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Çalakiya dayîkan jî di roja 9’an de tevî germa û tozê berdewam dike. Dayîk dixwazin bi rayedarên Hewlêrê re bicivin û sedemê rê girtinê bi zanin. Lê heya niha ji rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê ti kesê serdana dayîkan nekiriye.
Her wiha asayîşa PDK’ê nahêle ti kes serdana dayîkan bike û xwarin û vexwarinê jî ji wan re bibe. Dayîk di çalakiya xwe de bi israrin.