MÊRDÎN – Şêniyên li gundên herêma Omeriyan ku têketin û derketina gundê wan hatine qedexekirin gotin: “Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe. Tîmên taybet dixwazin em pesnê wan bidin.”
Li Herêma Omeryan a di navbera navçeyên Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê de di 7’ê îlonê de tîmên taybet, esker û cerdevanên dagirker derketin operasyonê, ew û hêzên HPG’ê pevçûn. Di pevçûnê de Midurê dagirker ê Şaxa Tîmên Taybet a Mêrdînê Tufan Kansuva û cerdevanek hatin kuştin. Piştî kuştina tîmê taybet û cerdevan Walîtiya Mêrdînê li gundên Cînata Miho û Cînata Hiso yên Nisêbînê û gundên Haciya û Yestê yên Mehsertê qedexeya derketina derve ragihand. Li herêmê duh jî pevçûnan dewam kir. Gundiyan jî dan zanîn ku tîmên taybet û eskeran zext li ser wan kiriye.
‘EM LI VIR BIMIRIN JÎ HAYA KESÎ JÊ ÇÊNABE’
Şêniyên gundan diyar kirin ku piştî qedexeya derketina derve şewat derketiye û destûra wan nehatiye dayîn şewatê bitefînin û agir ji ber xwe ve hatiye vemirandin. Şêniyan got hêj li hin deveran dûman dikişe û ev du roj in ji herêmê bênavber dengê çekan bilind dibe. Gundiyan da zanîn ku bênavber helîkoptêr derdorê gulebaran û bombebaran dikin û nayê zanîn ku kîjan nokteya gulebaran dike. Gundiyan anî ziman ku ji ber ewlehiya canê wan nîne ew nikarin derkevin derve û gotin: “Em nikarin li vir mal û milkê xwe bifikirin. Em li vir bimirin jî haya kesî jê çênabe.”
‘KAMERAYÊ VEDIKIN Û DIXWAZIN EM BÊJIN DESTEKÊ DIDIN WAN’
Şêniyên gundekî diyar kirin ku tîmên taybet bi ser malên wan de girtine û lêgerîn pêk anîne û heqaret li wan kirine. Şêniyek gund da zanîn ku tîmên taybet bi arastekirina cerdevanan tevger dikin û got: “Cerdevan eskeran derî bi derî digerînin. Esker dibêjin ‘ev mal PKK’yî ye û ew mal PKK’yî ye.’ Malbatên ku zarokên wan tev li PKK’ê bûne didin nîşandan. Bi riyên fermî bi tu awayî îfadeyên me nehatin girtin. Kameraya destên xwe vedikin û dixwazin ku em bêjin destekê didin wan. Dixwazin em bêjin ku operasyon bi piştevaniya gundiyan bi awayek serkeftî pêk tê.”