RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Me weke têgîn ji şerê gel ê şoreşgerî guman nedikir. Pêvajoyeke bi vî rengî pêk nehata, mirov ne karîbû behsa nasnameyê bike, ne jî karîbû behsa azadiyê bike. Bi vê armancê, em hê ji destpêkê ve di civaka dîrokî de li ser rola zorê fikirîn. Jixwe her roj û her saet hêzên zorê yên li ber çavan heta bi nava dilê me xwe nîşan didan. Fetihkirina bi zorê, ne bi tenê weke mafekî serweriyê, lê wekî fermana Ellah jî dihat hesibandin. Çawa ku li dinyayê bi giştî wisa bû, hêzên li ser Kurdistanê serwer bûbûn jî tevî awayên wan ên ji rêûresmê îdeayên wan ên xwe disipartin modernîteyê jî bi vî rengî bûn. Kurdistan parçeyekî erdê yan jî welatek bû ku ji berê ve hatibû fetihkirin. Fermana Xwedê bi cih hatibû anîn. Dema mijar dibû hêmanên modernîteyê, tevî hin rastiyên din mafê serweriyê ti carî ne ya guftûgoyê bû. Pêdiviya bi pîşesaziyê û qanûna kara herî zêde berfirehkirina bazaran û ya erdan ferz dikir. Têgihiştina serwertiya dewleta netewe xwe disipart teoriya hêzê ya ti carî bi kesî re parve nake û ti carî cihêbûnê qebûl nake. Kes nikare bi bihosteke sînoran jî bilîze. Kevirekî piçûk bi tenê jî nadin. Mîna fermana xwedê ye, çawa dibêje ‘bibe’ dibe, ya rastî dewleta netewe bi hêzên di bin fermana xwe de û bi navenda hêzê, bi civaka homojen, bi welatiyê mutleq kole û bi têgihiştina tekperest a di her warî de (‘tek welat’, ‘tek ziman’, ‘tek çand’, ‘tek al’, ‘tek sirûd’ û weke wan) serwertiya xwe ya xwedatiyê ya hezarê caran ji xwedatiyên berê bi hêztir kirî, vebirrî dike û nahêle ku bê guftûgokirin. Guftûgoyeke herî piçûk an tezeke dijber, ji bo ‘yekîtî û yekparetiya welat’ tehlûkeya herî mezin tê hesibandin, sûc tê qebûlkirin û bi cezayê herî giran tê cezakirin. Şert û mercên bi vî rengî xwe bi hemû gotin û çalakiyan nîşan didin û pêk tînin. Ha di rewşeke bi vî rengî de, eger tu bibî xwedî îdeayeke herî piçûk, bi tenê tu dikarî xwe bi rêbazên zorê biparêzî. Ev nedihat guftûgokirin. Mijara dihat guftûgokirin der barê pêdiviyên wê yên stratejîk û taktîk de bû. Jixwe di dema derketina holê ya PKK’ê de amûrên xweparastina rewa bêdudilî hatibûn bikaranîn. PKK bi awayekî neçar mabû xwe weke hêzeke mîlîs bi rêxistin bike. Di rewşeke berevajî de nikarîbû rojekê li ser piyan bimaya. Bimaya jî ti cudahiya wê ji hêzên din nedima û wê tesfiye bibûya.
Me şerên gel ên şoreşgerî yên wê demê lêkolabûn. Nexasim ezmûnên Viyetnam û Efrîkayê ji wan mijaran bûn ku herî zêde em li serê hûrûkûr sekinîbûn. Di dema şerê dijwar ê di navbera hêzên hegemonîk û sosyalîzma pêkhatî de tevgerên rizgariya neteweyî serketineke mezin bi dest xistibûn. Gelek mînakan teoriya rizgariya neteweyî piştrast dikirin. Lewma ji bo Kurdistana bi xwe mêtingeh bû jî, bivênevê modela şerê rizgariya neteweyî ferz bû. Ji qonaxa komê heta bi amadekariyên li Rojhilata Navîn modela mohra xwe li pêvajoyê da, ev modela şerê rizgariya neteweyî bû. Di tevahî civînên perwerdeyê, belgeyên konferans û kongreyan de mijara sereke ya herî zêde hatiye guftûgokirin, lêkolîn û bûye biryar şerê gel ê şoreşgerî ye. Amadekariyên pratîk jî di vê çarçoveyê de dihatin kirin.
Kirinên darbeya eskerî ya 12’ê Îlonê, di serî de zindana Amedê li zindanên bi mirovan hatibûn tijîkirin êşkenceyên xeternak dihatin kirin û şertên jiyanê bi xwe bi temamî kiribûn mîna kampên komkirinê, van hêmanan hemûyan tavilê destpêkirina pêngava nû ya stratejîk ferz dikir. Wekî din darvekirin di rojevê de bûn. Rojiyên mirinê dest pê kiribûn. Eger me yê tiştek bikira diviyabû me di dema wê de bikira. Dîrokê wê derengmayîna me nebexşandaya. Jixwe çalakiyên bi rengê xweparastinê ti carî nesekinîn; carinan kêm û carinan zêde be jî timî dewam kirin. Ya diviyabû me bikira ew bû, çalakiyên dihatin kirin me derxista asteke jortir. Ji bo vê amadekarî têra xwe hatibûn kirin. Ji bo stratejiya şerê gel ê xwe disipêre hêza xwe, eger em zêde bisekiniyana û me wext derbas bikirana, wê ev bihata maneya oportunîzmê. Bi van sedeman, hê 12’ê Îlonê pêk nehatibû, di Tîrmeha 1980’î de me bi pêşengiya Kemal Pîr û Mahsûm Korkmaz koma pêşî ji nû ve şand welat. Paşê wê di ser Îran û Iraqê re çûyîna koman a welêt dewam bikirana. Nexasim ji ber êşkence û rojiyên mirinê li zindana Amedê, diviyabû sala krîtîk a 1982’an ji sedî sed bibûya sala pêngava nû. Me navenda pêngava pratîk bir welat, bir Lolanê. Em li bendê bûn pêngav ji wir dest pê bike. têkiliyên hewce hatibûn danîn û hêzên pêdivî bi wan hebû ji zû ve hatibûn veguhestin. Ji lewra bendewarî mafdar û rast bû. Kesên li wir di statuya pêşengiyê de bûn, bi sedemên ku min hê jî naveroka wê ya rastî fêhm nekiriye, lê li gorî min bûn xwedî helwestekê, mirov dikare weke ketina rêya rastgiriyê bibîne. Pêvajoya amadekariyê ya li Rojhilata Navîn dubare dikirin ango bi kopîkirina wê re mijûl dibûn. Jirêderketina pêşî û ciddî ev bû. Bi vî awayî bandora vê jirêderketinê heta roja me ya îro dewam kir. Fikarên min zêde bûbûn, min dest bi rexneyên pêşî û ciddî kiribûn. Mirov dikare di gelek axaftin û talîmatan de van rexneyan bibîne. Herî dawî di Civîna Navendî ya Çileya 1984’an de bi rexneyên herî berfireh bûyer hatin dadgehkirin.
Pêngava 15’ê Tebaxê, heman salê bi derengî, ne pir bi hosteyî û ne bi şêwazekî bersivê bide amadekariyên me, dest pê kir. Ji çalakiyê zêdetir, maneya wê ya dîrokî û aktuel girîng bû. Lewma bivênevê wê mohra xwe li rojevê bidaya. Artêşa Tirk a xwe li gorî tepisandina serîrakirinên klasîk ên Kurd bi rêkûpêk kiribû, bi stratejî û taktîkên heyî di wê hêzê de nebû ku vê pêngavê tavilê bitepisîne. Di şerê gel ê klasîk de taktîkên gerîlla yên ji rêzê bivênevê ev artêş wê neçar bikirana. Bûyerên pêşî qewimîn ev yek piştrast kirin. Lê bihêlin ku taktîkên gerîlla di şerê gel de bêne bikaranîn, bi awayekî ji rêzê jî nedihatin pêkanîn. Firsendeke dîrokî pêkan bû ku têk biçûya. Pêşengiya pratîk a li hundir bi israr bi berpirsiyariyên xwe ranedibû. Li hemberî ferzkirina serokatiyê bi awayekî xweber diketin nava hewaya xebatên komê. Cara pêşî Mahsûm Korkmaz îşaret bi tehlûkeyê kiribû. Piştî pêngavê, ez hûrûkûr pêre axivîbûm, min erkên berpirsiyariyê bi bîra wî xistibûn û ji nû ve şandibû welêt. Mîna girtina bêşens a Kemal Pîr, şehadeta Mahsûm ku li gorî min divê were rohnîkirin, şensê serketina pêngavê lawaz û qels dikir. Li ser vê yekê, me kesên di asta pêşengiyê de anîn cem xwe. Ez ewqasî ji wan qehirîbûm, min Kongreya 1986’an bi wan da kirin û paşê min pirraniya wan şand Ewrûpayê. Ji ber ku ez gelekî qehirîbûm ez tevlî temamiya kongreyê nebûm. Ji sala 1987’an ve heta bi 9’ê Cotmeha 1998’an roja ji Sûrî veqetiyam, min bi xwe pêngavên dijwar û li pey hev amade kirin, ez xebitîm da ku oportunîzma tê ferzkirin û JITEM û kontrgerîllayên ev baş bi kar anîn pûç bikim. Me di têkoşînê de domdarî û mezinkirina hêzê pêk anîbû. Bêguman van hewldanan bi serê xwe nikarîbû serketinê bînin; lê karîbûn oportunîzmê û pîlanên tesfiyê yên kontrgerîlla pûç bikin. Wisa jî bû. Dema em gihiştin dawiya sala 1998’an pêngava me ya dîrokî ya şerê gel ê şoreşgerî nehatibû tesfiyekirin, nikarîbûn tesfiye bikin. Lê ji serketina em li benda wê bûn, em gelekî li paş mabûn. Eger em li ser sedemên vê yekê yên hundir rawestin em dikarin vê bibêjin:
a- Stratejiya şerê gel ê şoreşgerî û xisletên wê yên taktîk hînê ji destpêkê ve li aliyekî hatibûn hiştin. Li Rojhilata Navîn bicihbûna min, di dîroka hemdem a Kurdistanê de belkî jî cara pêşî ji bo pêdiviyên stratejiya şerê gel ê şoreşgerî gaveke girîng bû û di cih de bû. Rewşa tewazunê ya min di nav de cih girtibû rê nedida ti hêzê ku xwe li ser min ferz bike; derfet û îmkanan bihêlin ku bi me gav paşve bidin avêtin, berevajî rê li pêşiya me vedikirin û destek didan me. Pozîsyoneke gelekî girîng a stratejîk hatibû bidestxistin. Ji bo bipêşxistina şerê gel hem di warê danîna têkiliyên stratejîk de, hem jî nexasim di warê peydakirina destekên taktîk ji bo lojîstîk û perwerdeyê de şert û merc têra xwe li cih bûn. Me heta dawiyê şert û merc bi kar anîn û ev nêzîkatiyeke rast bû û xwedî maneyeke dîrokî bû. Çi komên li welat çi jî komên nû yên derbasî welat bûbûn wezîfeya wan ne ew bû ku bi heman rolê rabin û li welat biryargehekê çêkin. Hewldanên wan amadekariyên hatibûn kirin pûç û bêmane kirin. Kampên li Lolan, Xakûrkê, Gare, Zap, Metîna û li hin deverên din, nikarîbûn bi rola Bekaayê rabûna; bi tenê karîbûn bi rola desteka taktîk rabûna. Jixwe ne hêza wan ji bo vê hebû û ne jî hewcedarî pê hebû. Wekî din mirov karîbû ji şerê di navbera Îran û Iraqê de sûd werbigirtana. Bi heman awayî, mirov karîbû rast nêzî şerê di navbera PDK û YNK’ê de bibûya, li gorî pêdiviyên stratejîk û taktîk ên şerê şoreşgerî rewşên wan binirxanda û jê sûd werbigirta. Beriya her tiştî oportunîzmê xwe di van têkiliyan de nîşan da. Ji teqlîdkirina pozîsyona Bekaayê wêdetir tiştek nekirin, hem jî teqlîdeke gelekî paşvemayî û kêm. Bi awayekî objektîf û berbiçav, hêzên me ketibûn rewşa yedek a Îran, Iraq, PDK û YNK’ê.
Ya rastî, ev hemû pêkan bûn ku ji bo şerê gel ê şoreşgerî bêne bikaranîn û danîna têkiliyan bi van hêzan re karîbû rê li pêşiya bûyerên mezin veke, lê li ser hêzên me bandoreke berevajî kir û ew ber bi xeta rastgiriyê ve birin. Bi awayekî ez hîç ne li bendê bûm, hêzên me heta bi qirikê di van têkiliyan de çûbûn xwarê û ketibûn nava rewşekê ku berpirsiyariya xwe ji bîr kiribûn. Ji aliyekî ve têkiliyên pê bibin dûvik danîbûn, ji aliyê din ve jî têkiliyên ji berpirsiyariyê dûr û bi serê xwe. Têkiliyên bi vî rengî, li her deverê xwe alandibûn û bêyî ku serê xwe rakin û pêşiya xwe bibînin dimeşiyan. Biryargeha ewqasî bûbû heyranê xwe, xebatên dîrokî yên li Bekaayê ne tiştek dihesibandin û mîna dîrok bi wê dest pê dike tevdigeriya, komên ji bo Bakurê Kurdistanê hatibûn şandin jî ji têkiliyên ehbabçawişiyê wêdetir şêweyekî din ê danîna têkiliyan nedihat bîra wan û nedifikirîn. Gelek mîlîtan bi destê hêmanên kevin ên kontrgerîllayên PDK’ê hatin kuştin, lê dîsa nedifikirîn ku pêşiyê li vê bigirin. Hem li Başûr hem jî li Bakurê Kurdistanê bi hêsanî karîbûn xwe pir mezin bikin, lê yekîneyên gerîlla ji ser xwe ve çûbûn û bûbûn komên ehbabçawiş an jî komên asî-awar e. Bi tenê karîbûn têkiliyên pê debara xwe bikin deynin. Pirraniya wan jî dihatin xapandin û dibûn nêçîr. Lê karîbûn însiyatîfeke şoreşgerî pêk bînin û ji şerê di navbera PDK û YNK’ê de sûdê werbigirin û gavê biavêjin, gel ji kontrola van hêzan derxin, berê wan bidin şerê azadiyê û bi vî awayî pêşiyê li komkujiyên muhtemel bigirin, lê wan bi navê danîna têkiliyan bivir li lingê xwe dida û çawa ku me di şehadeta Mehmet Karasungur de dît, derbên stratejîk dixwarin. Heta bi salên 1990’î danîna têkiliyên bi vî rengî, ne bi tenê dibû sedem ku firsendên dîrokî ji dest biçin, ji vê jî bi tehlûketir ber bi rastgiriyê ve diçûn. Pêngava 15’ê Tebaxê pêkan bû ku bi dehan qat zêdetir bi tesîr bê kirin, lê hem bi derengî hat kirin û hem jî ji bo xelk bibîne, bi awayekî paşguh bikin, pêk anîn.
Li herêmên hundir, di serî de li Botanê li tevahiya Bakurê Kurdistanê nîzameke biryargehan a lihevçêkirî, weke versiyona sêyemîn xwe dugêsinî dikirin. Di serî de li ser namzetên gerîlla yên bêhemta yên bi kedeke mezin û bi gelek zor û zehmetiyan hatibûn amadekirin, li ser derfetên lojîstîk û desteka gel a pirr hêja li hesabên xwe yên herî rezîlane yên ‘axatiya şer’ difikirîn. Her fermandarê nejixweve payebilind ji bo xwe hesabên payeya fermandariya jor dikir, lê li aliyê din, hewl dida lingê kesên di heman rewşê de bişemitîne. Pirsgirêk hemû bûbû “Kî bêhtir wê bibe kesê bi tesîr?” Gelekan ji wan di xewna xwe de jî evqasî amûr, têkilî û pere nedîtibûn, lewma li ser wan hewl didan hesabên xwe yên egoîst bi cih bînin û bi vê re mijûl bûn. Li kompleksên wan ên rezîlane pêşî vedikir. Kokên van kompleksên wan sedsalan kûr diçûn û ji koka xwe qutbûyî bûn. Ceribandina şerekî gel ê karîbû derketa asta herî jor, hema bêje ji ber van hesaban li ber têkçûnê bû. Namzetên gerîlla yên gelekî durist, wêrek, fedekar û hêja wê bibûna qurbanê bêberpirsiyarî, erkên bi cih nehatî û rezîliyên bi vî rengî. Gel jî her ku çû kirin cerdevan û xistin bin tesîra kontrgerîlla, ji vê jî wêdetir mîna ku pêşkêşî wan bikin, ji kontrola wan re hiştin. Bi tevahî kom, têkilî, pere û amûr ji bo parastin û xwedîkirina fermandarên sexte û hempayên wan hatibûn seferberkirin. Jirêderketin û ketina rêya rastgir ji herî jor ve dest pê kiribû û bi awayekî zincîrwarî heta bi berpirsê yekîneya herî jêr xwe nîşan dida. Rexne û hişyarkirinên me hemû ji aliyê vê zêhniyetê û kirdarê wê ve hatin pûçkirin. Paşê hema bêje li her herêmê têgihiştinên çeteyan ên weke ‘Çaran’, ‘Sisiyan’ û ‘Tekan’ di rojekê de çênebûn. Di salên 20022004’an de, di reva keriyên xayînan de ku hejmara wan ji hezaran bihurî, bi awayekî diyarker para vê xeta rastgiriyê heye.
b- Di qada fermandarî û rêxistiniyê de mînakên bi vî rengî têra xwe derketin holê. Kengî têgihiştina ber bi rastgiriyê ve çû xwe di şêwazê şer de da xuyakirin bêhtir zirar û ziyan da. Nûnerên vê têgihiştinê li şûna ku şerê gel mezin bikin, hewl dan şûn û statuya xwe biparêzin û wexta ku ev kirin, bi heyranê awayên herî kirêt ên parastina statuya xwe bûn, ew awayên kirêt ji ajantiyê jî xirabtir bûn. Di vê çarçoveyê de namzetên gerîlla yên herî hêja di çalakiyên bêmane de têkbirin û ewqasî rezîl bûn namzetên durist ên fermandariyê ku karîbûn gerîlla mezin bikin, ji piştê ve xencer li wan dan. Nexasim Çeteya Çaran (Şemdîn Sakik, Şahîn Balîç, Halîl Kaya –Kor Cemal û Cemîl Işik- Hogir) di vî warî de bûbû pispor. Serekên çeteyê di jêpirsînên bi êşkence de ku bi bahaneya “Em ajanan tespît dikin” bi îhtîmaleke mezin bi sedan heval û hevriyên durist kuştine. Gelek serekên dînik ên weke Terzî Cemal (Ali Ömürcan) û Doktor Suleyman (Sait Çürükkaya) bûn makîneya şervan û kadroyan dixwe. Bi tevahî xisletên erênî yên rohnî didan, mîna kunên reş daqurtandin. Li şûna ku şerê gel bi pêş bixin, ji endamên kontrgerîlla yên herî jêhatî zêdetir bûn hêmanên pêşiyê li vî şerî bigirin. Ez yeqîn nakim ku pirraniya van kesan ajan bin. Dibe ku di nava wan de tektûk ajan hebin. Ez yeqîn dikim ku pratîka çetewarî ya pirraniya wan ji ber sedemên psîko-çandî ye, ber bi rastgiriyê ve çûna wan jî ji ber kêmşoreşgertiyê û encama têgihiştina berpirsiyariya wê ya bicihnehatî ye.
Li qada di bin berpirsiyariya min de jî gelek bûyerên bi heman rengî yan jî weke wan hebûn, lê bi şoreşgertiyeke têrê bike û têgihiştina min a berpirsiyariyê, bi kêmanî min karîbû rojane pêşiyê li zirar û ziyanên wan bigirim. Ya derdiket holê û li pêş çavan ne şerê gel an jî gerîlla bû, kirin û têgihiştinên çetewarî yên paşvemayî bûn. Bêyî ku bi navendeke derve ve girêdayî bin, bi xwe tesfiye dimeşandin. Bi çend çalakiyên didan kirin jî xwe li ber rêxistinê diparastin. Jixwe di van çalakiyan de para wan a şexsî tinebû, bi namzetên gerîlla yên wêrek û fedekar didan kirin û ew têk dibirin. Her yekî ji wan ji bo parastina şexsê xwe û bi armanca tatmînkirina xerîzeyên xwe yên rezîl şebeke pêk anîbûn. Yê destê xwe bidaya vê şebekeyê dişewitî. Me ji bo destwerdana vê rewşê hêz amade dikirin, lê çawa ku di mînaka heval Harûn (Hüseyin Özbey) û koma wî ya li Sasonê de hat dîtin, di nîvê rê de hatin îmhakirin. Şer ji şerê rizgariya neteweyî derketibû, di kesayeta şexsan de bûbû şer an jî pevçûna di navbera kesan, malbat û çîna paşverû de. Atmosfer û şensê azadiyê bi vê awayî diqedandin. Bêguman bandor, tehrîk û ketina nava wan a kontrayan hebû, lê ev ne diyarker bû. Ya diyarker ew bû, şêwazê jiyan û şerê partiya gel ê şoreşgerî sabote dikirin, ji bo ku berjewendiyên xwe yên şexsî û çînî yên egoîst tatmîn bikin, hesab dikirin ka wê çawa zû dereng serokatiyê bixin destê xwe. Yeqîn dikirin ku firsend ketiye destê wan û bê perwa dixwestin vê firsendê ji bo nasnameyên malbatî û çînî heta dawiyê bi kar bînin.
Mirov ji hêmanên dijber dipê ku çav berdin serokatiya kolektîf a kesên ber bi rastgiriyê ve diçûn nikarîbûn bikirana û dîsa mirov li bendê bû ku ew şêwazê şer û jiyana hevrêtiyê bêhnçikandî bikin. Ya pêk dihat jî ev bû. Çawa ku dîroka şoreşan timî piştrast kiriye, eger di dema xwe de valatiyên di qadên rêxistinî û polîtîk de bi hosteyî û rast neyên tijîkirin, wê ew valatî ji aliyê dijberên şoreşê ve, hem jî di nava refên şoreşê de bi helwestên sergirtî û bi lafazaniya herî dijwar bê tijîkirin. Ev pîvana şoreşan pêk dihat. Kom û hêmanên dijşoreşê yên li Kurdistanê tesfiye dibûn, kesayet û meylên çînî yên hevkar ên li pişta wan di nava refên PKK’ê de ji nû ve vedijiyan û ji Kurdîtiya azad heyfa xwe hildianîn. Di nasnameya Kurd de hêmanên bi vî cureyî dîrokî ne, di kûrahiya tebeqeya jor de bi cihbûne, firsendperest in, xayîn in. Di hin atmosferan de ku mirov hîç li bendê nîne, di hin şert û mercên zeman û mekan de ku nayê payîn, derdikevin holê û bêperwa hunerê xwe nîşan didin. Hema bi tenê ew kêlî ji bo berjewendiyên wan di cih de be, û mekan ji bo vê firsendê bide. Ez ji bo maskeyên van hêmanan bînim xwarê, hê ji serê sala 1980’î ve min analîzên berfireh ên kesayet, nasname û çînî kirin, lê serketina van analîzan bi sînor bû. Ji bo ku ev analîz di pratîkê de pêk neyên, heman hêmanan jî li gorî xwe her cure tedbîr girtin. Ji bo vê jî hin rêbazên wan ên sereke hebûn ku timî pêk dianîn, mînak analîzên ku min kiribûn di perwerdeyan de baş bi kar nedianîn, li cem xwe digirtin, vedişartin û wenda dikirin.
c- Kirin ku şerê gel ê şoreşgerî ne şerê gel be, kirin ku bibe şerê hêzê yê li dijî gel û bibe hewldana serdestiyê li ser gel. Ji bo şerekî serketî yê gel desteka gel a dûrî aqilan bi rêbazên provakatîf berevajî kirin û gelek derdoran çare di xwesipartina hêzên kontra de dît. Mirov pirr bi hêsanî li ser xeta şerê gel ê şoreşgerî karîbû van mirovan bike bîrbir û bi rêxistin bike û ji wan artêşeke gerîlla pêk bîne, lê mirovên em behsa wan dikin ne tenê rast nehatine perwerdekirin û rêxistinkirin, bi tenê weke çavkaniya erzaqan hatine dîtin. Endamên kontrgerîlla yên ev weke firsend dîtine, hinek bûyerên kuştinê yên xeternak jî xistine dewreyê û kirine ku gel neçar bi lez xwe biavêje wan û penahî wan bibe. Bi hezaran gundên li ber xwe dan û bi mîlyonan gundiyên ku her tiştên wan hatin desteserkirin, birçî û perîşan ketin ser riyan, neçar kirin ku koçî metrepolan bibin. Yek ji tevgera herî mezin a tesfiyekirinê ya di dîrokê de pêk anîn. Ji deh hezarî zêdetir mirov kuştin. Dest danîn ser malê gel û çav ber namûsa wan dan.
Rêveberiya gerîlla, kesayetên ber bi rastgiriyê ve çûn û ji wan xirabtir qurnazên gundî yên paşvemayî yên egoyên xwe tatmîn nekirî û qeşmerên bûrjûwaya piçûk li van kirinên her yek ji wan qirkirin in, temaşe kirin, heta bi pratîkên xwe yên şaş û kêm desteka herî mezin dan wan. Di dîrokê de kêm mînak hene ku em bibînin bi vî awayî li hemberî qirkirina gelê xwe evqasî bêberpirsiyarî, bêrûmet û belengaz bimîne. Eger çend komên gerîla yên hevgirtî, gurçûpêç û yekser karibin taktîkên şoreşgerî diyar bikin hebûna, di vê pêvajoyê de mirov bi hêsanî karîbû artêşeke gerîlla ya ji pêncî hezar kesî pêk bianiya. Lê kesên diviyabû vê bikin, destê xwe jî dirêjî gelê ketibû pêvajoya qirkirinê nekirin. Li dijî êşkence, desteserkirin û destavêtinên nedîtî çalakî û tevgerên bersivdanê jî pêk neanîn. Bi sedan ciwanên xwestin tevlî nava refên gerîlla bibin, hiştin ku li ser riyan îmha bibin. Ji bilî xwexwedîkirin û parastinê hema bêje bi her tiştî re xiyanet kirin û eleqe nîşan nedan. Lê ya rastî, ber bi rastgiriyê ve çûyîn jî pîvanên xwe hene. Lê rastiya berbiçav a derdiket holê, ya wan kesên bêberpirsiyarî û ji ser xwe ve çûyî bû, yan ji ber bêhêvîbûnê yan jî bi sedema pir bûbûn heyranê xwe nedihatin naskirin, xwediyê wan pratîkan bûn ku ti têgihiştinê qebûl nedikir. Li gorî tehlîla dawî, kesên behsa wan tê kirin, bermahî û binmahiya çanda îmha û înkarê bûn. Nexweşî pirr kûr bû, lewma diviyabû rêbazên dermankirinê jî kûr daketana.
d- Taktîkên gerîlla danîbûn aliyekî û hêzên gerîlla bi awayekî Donkîşotwarî bi ser qereqolên herî qehîm û êrîşbirina ser wan zor de diajotin û bi vî awayî dibûn sedema zirar û ziyaneke bêmane. Tevî ku hîç hewce nedikir di van çalakiyan de bi dehan gerîllayan giyana xwe ji dest dida. Ya rastî karîbûn pirr bi kêm zirarê çalakiyên bêhtir encamgîr pêk bînin, lê kesî serê xwe li ser vê nediêşand an jî bîr nedibir. Ti taktîkekî şerê gel ê bi plan pêşde nebirin, pêk neanîn. Aliyê hember pir zû mesele ji hev derxist û pêş zanîbû ku wê çi bikin, lewma li gorî vê bi tevdîr rabû. Şêwaz û avantaja gerîlla jî ew e, ‘Li ku, çawa û kengî wê lê bide diyar nîne’ ev ji bîr kirin û berevajiyê wê pêk anîn. Taktîkên êrîş û parastinê çi bin, wan berevajiyê wê dikir. Di şertên ne cihê wan û dema wan de xwe diavêtin pêş û şêweyên herî bi tehlûke yên xwe vekişandinê bi awayekî bêmane diceribandin. Tew nedixwestin li şêweyên êrîş û xwevekişandinê bifikirin yên ku dibe serketî bibin. Ya pêk dihat û diqewimî, bi awayekî berbiçav kontrgerîllatî bû. Ev tiştên hatine kirin, piştî ku kadroyên berê ji qadên gerîlla hatin vekişandin, ji sala 1987’an ve hunerê qaşo kadroyên nû ne ku bawer dikin, rêxistin kirine destên xwe. Erê, ev hunerê van hêmanên îfleh nabin e. Ev kes ji ketina rêya rastgir wêdetir, mînakeke tam a bêberpirsiyarî û sistiyê bûn. Têkiliyeke bi navê têkiliya rêxistinê jixwe nehat bîra wan. Hemû hunerê wan ew bû, kesekî bi tenê jî li derveyî kontrola xwe nehêlin. Hewl dan min jî bixin kontrolê û eger nikaribin bixin kontrolê jî divê tesfiye bikin, ji bo vê jî li pey pîlanên dûrî aqilan çûn. Hema bêje bidestxistina PKK’ê bûbû armanca wan a bi tenê. Eger PKK bixistina destên xwe wê çi bikirana? Kengî tesfiyekirin temam bikirana wê bi tiştên bi dest bixistana jinikek an jî mêrikek bixista milê xwe biçûna cem rêveberiya Başûrê Kurdistanê yan xwe biavêtina dewleta Îranê, eger bi wê nehatana ser wê berê xwe bidana Ewrûpayê û xeyalên xerîzeyên jiyana herî rezîlane yên di paşxaneya wan de mayî, tatmîn bikirana. Tesfiyekariya 2002-2004’an vê rastiyê bi awayê zelal li pêş çavan radixîne.
Mirov bi xalên sereke dikare lîsteyê dirêjtir bike. Ya min xwest nîşan bidim ew e, li ser navê şerê gel çi hatiye kirin. Ez dema ku vê demê dinirxînim û di îdeolojiya partiyê de şîlobûna di warê dewletdariya netewe de nîşan didim, ez hînê jî ji rastbûn û encamgiriya stratejiya şerê gel ê şoreşgerî bawer dikim. Şerê gel ê şoreşgerî stratejiya bi tenê ya rast a wê demê bû. Rêbazên din, ji bilî xizmetkirina ji qirkirinê re nikarîbûn bi roleke din rabin. Gavên sereke yên taktîkî jî bi giştî rast bûn. Li Rojhilata Navîn bicihbûn, pêkanîna perwerdeyê û lojîstîkê, gavavêtina welat, li baregehên demî amadekarî û bi vê armancê têkilîdanînên taktîkî rast bûn û qîm dikirin. Lê ya tinebû û nedihat kirin; niyeta pêşengiya pratîkî û bicihanîna taktîkên ji rêzê yên gerîlla bûn. Bala xwe bidinê, ez behsa hostetiya bicihanînê nakim, ji ber ku eşqiyayek be jî bi hêza heyî dikare di asteke gelekî li jor de bibe xwediyê serketinê. Ez bi salan li ser vê rewşê sekinîm û min li ser sedemên wê mitale kirin. Ji bo pêşiyê li encamên wê û bandorên wê yên tesfiyeker bigirim bi heman awayî min gelekî hewl da û me hewl da. Kêmasî ne ji têkiliyên bi gel re bû; desteka gel ji bo şerekî serketî qîm dikir. Kadro û şervan jî ne kêm bûn. Ev jî têra xwe hebûn. Qadên derve û hundir ên bicihbûnê, lojîstîk û amûrên mirov xwe pê gurçûpêç bikin bi zêdeyî û têra xwe hebûn. Bi tenê ji sala 1980’î heta bi dawiya sala 1998’an her sal, veguheztina kadro û şervanan a min dikir, salê bi giştî ne di bin panzdeh hezaran re bû. Hemû jî bi zêdeyî bi amûr û pêdiviyên maddî hatin gurçûpêçkirin. Me berpirsiyariya herî mezin girt ser xwe, beşekî mezin ji wan bi gelek zor û zehmetiyan gihandin baregehên wan. Pirsgirêk, sabitfikrî û xiyanet paşê hatin ferzkirin. Bi tevahî nîşane didin xuyakirin eger nebûna heyranê xwe, ji rê derneketana û xiyanet nekirana, serxwebûna neteweyî bi temamî pêk nehata jî wê bi hêsanî çareseriyeke di cih de pêk bihata. Xebatên me meşandî bi zêdeyî ev heq kiribûn.
Di vê mijarê de ez hînê jî li ser xwe difikirim; ez diponijim, gelo kêmasî û şaşiyên min çi bûn. Yek ji pirsên ku ez timî ji xwe dipirsim ew e, “Gelo diviyabû serokatiya pratîkî ango serokatiya nava welat jî min bi xwe berpirsiyariya wê hilda ser milên xwe?” Ez hê jî bi hêsanî nikarim bersiva vê pirsê bidim. Heta ez carnan difikirim, gelo pêşengiya hundir bi tiştên dûrî aqilan ên ferz dikir, hewl dida min bikişîne nava welat û bi vî awayî, bi zanebûn an jî bi nezanîn şert û mercên berbiçav ên tesfiyekirina min amade dikir. Ji ber ku hebûna min a li derve hesabên kariyer û tesfiyeyê yên gelekan xira dikir. Lewma ez xwe nagirim û difikirim ku ji ber vê xwe kêm tevlî xebatan kirin. Li Rojhilata Navîn şêwazê min ê mayînê, hem di nava rêxistinê de, hem jî li derveyî rêxistinê hesabên gelek kes, hêz û heta dewletan xira dikir. Hêzên di nava rêxistinê de nerazîbûna xwe bi kêm tevlîbûna xebatan nîşan didan. Bêguman ez bi tevahî kadro û pêşengan gunehbar nakim. Ji duristbûna pirraniya wan hîç guman nayê kirin. Bêguman wêrekî û fedekariya mezin a pirraniya kadro û şervanan dîrokî ye, nayê guftûgokirin û kes nikare zimanê xwe jî dirêjî wan bike. Jixwe li ser navê bidestxistinê çi hebe encama van hewldanên hêja ye. Li vir pirsgirêk ew e, li hemberî evqasî xiyanet û kêmasiyan, hêmanên behsa wan tê kirin, çima ji vê meş û rêveçûnê re negotine êdî bisekine. Kêmasî û şaşiyên îdeolojîk û polîtîk ku di vê de rol girtine, gelekî hatin rexnekirin. Em dipirsin, gelo çima ewqas salan kêmasiyên xwe nedîtin û ji holê ranekirin. Eger ez li ser zemînê welat bûma, di vê mijarê de tiştekî min bikirana tineye. Jixwe min ji derve gelekî destek dida. Materyalên nivîskî û devkî (axaftinên bêtêlan) yên pêdivî bi wan hebû her tim di xizmeta wan de bûn. Naxwe pirsgirêk ne ew bû ku ez li derveyî welat bûm. Ez ê rola hêman û tesîrên derve bi xalên sereke diyar bikim, lê hêman û tesîrên hundir diyarker in.
Eger di çarçoveya siyaseta demokratîk de çareserî çênebe, ez hê bawer dikim ku divê ji bo bidestxistina azadî û nasnameyê stratejiya şerê gel ê şoreşgerî neçar weke amûrê sereke yê têkoşînê bê ceribandin. Ez bawer dikim ku çareseriya demokratîk wê bi siyasetê bibe. Şertê vê yê bi tenê ew e, hukûmetên Tirkî, Sûrî û Îranê (hêzên diyarker ên desthilatdariyê) ji aliyê siyasî ve îradeya siyasî nîşan bidin. Naxwe ya bikeve rojevê û dewrê, şerê gel ê şoreşgerî ye ku şêweyekî berê yê çalakiya gel a şoreşgerî ye, lê hê jî hukmê xwe yê nûbûnê diparêze. Di demên rabihurî de bi taktîkên herî ji rêzê hat ceribandin û serketina xwe piştrast kir, lewma şerê gel ê şoreşgerî ku piştî evqasî tecrûbe û ezmûnan nabe ku encamgîr nebe. Qirkirinê jî bixin dewrê dîsa jî encam naguhere. Piştî evqasî teşhîr û tecrîdê, nabe ku rêbazên qirkirina çandî yên heyî dewam bikin. Hêzên di van rêbazan de ji ya xwe neyên xwarê wê hebin, lê wisa be jî encam ê bêhtir bi awayekî neyênî li dijî wan vegere û jê ne wêdetir. Li vir pirsgirêka bingehîn ew e, divê şerê gel ê ku berê bi ser nexistin, pêdiviyên wê bi awayekî rast û temam pêk bînin.”
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN