MEXMÛR – Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li seytereya PDK’ê ya di navbera Hewlêr û Mexmûrê de li dijî dorpêça ku 56 roj in Ii ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem (Cûdî) didome tevî şert û mercên dijwar jî 11 roj li pey xwe hişt.
56 roj in dorpêç û ambargoya ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) berdewam dike. Ji bo rakirina vê dorpêçê Dayîkên Aştiyê yên Wargeha Panaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 11 roj in li seyteraya PDK’ê ya di navbera Hewler û Mexmûrê de di çalakiyê de ne. Tevî germa û toza zêde dayik şev û roja xwe li wir derbas dikin.
Heta niha rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê ti bersiv nedana dayikan.
Herwiha destûr nadin ti kes serdana dayikan bikin. Rê nayê dayîn çapemenî biçe li cihê dayik lê ne. Herwiha destûr nedihat dayin xwarin jî ji bo wan biçe.
Dayikek rakirin nexweşxaneyê
Duh di saetên nîvro de dayîka bi navê Şerbet Salih ji ber tansiyon û nexweşiya dil rakirin nexweşxaneya wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî.
Dayik eşkere dikin ku heta ku dorpêç bi dawî nebe, wê çalakiya xwe berdewam bikin.