NAVENDA NÛÇEYAN
Di 12’ê Îlona sala 1980’an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê gel bi derbeyeke leşkerî ya di pêşengiya Orgeneral Kenan Evren ve ji xew şiyar bûn. Di heman rojê de Parlemen hat girtin, destûra bingehîn ji meriyetê derket û kilît li deriyên partiyên siyasî hat xistin. Di encama cûntaya leşkerî de, hovîtiyek mezin çêbû, Nezikî milyonek mirov hatin girtin û di işkenceyan de hatin derbas kirin. Ev darbeya leşkerî li gor daxwazên politikaya Emerikayê ya di herêmê de dimeşiya. Kenan Evren û hevalên xwe, li dijî şoreşgerên di zindanan de xwedî kînek ewqas mezin bûn ku, ji bo wan digotin: Ma em wan darda nekin, em wan xwedi bikin?
Bi Cûntaya 12’ê Îlonê dijmin dixwest di zindanê de hemû Şoreşgeran teslîm bigire, li wir PKK’ê biqedîne. Di wir de li hemberî kiryarên dijmin çalakiya derketina hevalê Mazlûm Dogan di Newrozê de çêbû. Piştî wê 18’ê Gulana 1982’an di salvegera şehadeta heval Hakî Karer û heval Xelil Çavgûn de heval Ferhat Kurtay, Eşref Anyik, Mahmud Zengîn, Necmî Oner, van 4 hevalana di zindana Amedê de agir berda canê xwe û bi wî awayî siyaseta dijmin ya qirkirinê û îşkenceya li zindana Amedê protesto kirin. Piştî berxwedanên li zindanan pêngava 15’ê Tebaxê li dijî cuntaya 12’ê Îlonê hate pêşxistin û bi vî awayî hemû plansaziyên Kenan Evren têkbir.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan beriya cûntaya 12’ê Îlonê pêk were, hindek pêşditînê xwe hebû. Li ser wan pêşditînê xwe amadekariyê xwe kiribû, ji bo ku rêxistinên Şoreşger biparêz. Rêber Ocalan hemû çepgiran di vî milî de hişyar kiribû, lê ev hişyarî di nava rêxistinên çepgir cihe xwe negirt. Ji ber vê jî piranî rêxistinên çepgir hatin ber tasfiyebûnê.
PÊŞXISTINA DERBEYÊN LI TIRKIYE PLANSAZIYÊN EMPERYALÎZMÊ Û KAPITALIZMÊ BÛN
Şehîd Rûstem Cudî di pirtûka xwe a bi navê Rojhilata Navîn rola Emperyalîzm û Kapîtalîzmê di darbeyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wiha dinirxine: “Di sala 1960’î de li Tirkiyê darbeya leşkerî ya efseran (subay) qewîmî. Di wê darbeyê de têkiliyên navxweyî yên Tirkiyê ji nû ve hatin birêkûpêkkirin. Ew hevsengiya ku bi temamî ji aliyê Kapîtalîstan ve hatibû eyarkirin, bi temamî serdestiya Kapîtalîzmê çêbûbû, vê carê bi zagon û yasayên 27’ê Gulanê yên sala 1961’ê. Bi wan zagonan çi bû? Hinekî di aliyê civaka jêrîn, karkeran, çîna navîn, zagon hatin sazkirin. Mînak mafê rêxistinê, heta mafê partîbûyînê, Partiyên Sosyalîst, Partiya Karkerên Tirkiyê wê çaxê serbest bû. Mafê birêxistinkirinê derdikeve pêş. Sendîka tenê Tirk-Îş na, vê carê sendîkayên li dijî Tirk-Îş´ê yên di nava karkeran de çêdibûn. Bi vî rengî weke ku gelek kes jî dibêjin; darbeyeke çep e, lê di rastiyê de ne darbeyeke çep e. Lê ew têkiliyên ku bi temamî ji aliyê Kapîtalîzmê ve li Tirkiyê hatibûn eyarkirin, bi derba 27’Gulanê, zagonê 27’ê Gulanê ji nû ve tê eyarkirin. Hinekî jî di çarçoveya wê eyarkirina nû de, çînên din li Tirkiyê karibûn xwe îfade bikin, rêxistinên xwe ava bikin û hinek mafê wan bê parastin. Vê zagonê rê ji para Tevgerên çep, Tevgerên bindestan re vekir. Darbeya leşkerî ya 1971’ê di Tirkiyê de çêbû, ziyan da vê pêşketinên çepgir, lê bi temamî ji holê ranekirin. Lê belê darbeya 12’ê Îlonê bi temamî ji holê rakirin. Niha Tirkiyê, di vê demê de bi temamî dibe dewleteke parçeyek ji Sîstema Kapîtalîst a cîhanê, dibe parçeyek ji sîstema Emperyalîsta cîhanî. Dibe endamê NATO, Giladyo tê de heta asta dawiyê hakim e. Ji bo vê Tirkiye di roja me ya îro de jî, eger çiqasî gotinên wan ên antî Emperyalîst derdikevin pêş jî, ev hemû derew in.”
‘DI SER HÎLWAN-SÊWEREGÊ BIRYARA DARBEYA 12’Ê ÎLONÊ HATE WERGIRTIN’
Armanca darbeya faşîst a leşkerî ya 12’ê Îlonê fetisandina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd, tasfiyekirina tevgera demokratîk şoreşger a li Tirkiyeyê bû. Bi belgeyên piştre derketin holê eşkere bû ku armanca bingehîn a rê li ber darbeyê vekir jî têkoşîna azadiyê ye. Kenan Evren bi rengekî vekirî got, ‘Dema ku ji Mêrdînê diçû Enqereyê di ser Hîlwan-Sêweregê dema di helîkopterê de bûn biryara darbeyê wergirtine’. Polîtîkayeke bingehîn a dewleta Tirk heye, destûra wê ya bingehîn heye. Ew jî; qirkirina Kurdan, belavkirina netewetiya Tirk li her devera Kurdistanê ye. Eger ev armanc bikeve nava rewşeke metirsîdar hingî her rê û rêbaz ji bo vê dikarin bên ceribandin.
ENCAMA DERBEYÊ
Bi qasî 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes jî weke kesên xeter hatin qeyitkirin. Ji bo 7 hezar kesan cezayê dardakirinê hat xwestin. 50 kes hatin dardakirin. 14 hezar kes ji welatiyê Tirkiyê hatin derxistin û 30 hezar kes jî derketin derveyî welat û bûn penaber. 856 kes di bin êşkence, şer û pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. 937 film hatin qedexekirin, kilît li deriyên 23 hezar 677 komeleyan xistin û bi qasî 300 roj rojname nehatin weşandin. Şop û tesîra darbeya 12 Îlonê piştî ewqas salan jî hêna nehatiye jêbirin.
Bi qasî 300 hezar kesên şoreşger, demokrat û welatparên avêtina girtîgehan û bi îlankirina rewşa awarte, Kurdistan û Tirkiye bû girtîgeheke servekirî. Di vê demê de li Kurdistanê kiryar û pêkanînên pirr dijwar û veşartî hat meşandin. Zihniyeta qedexeker a 12 Îlonê pirsgirêka Kurd înkar kir, zimanê kurdî qedexe kir û pêvajoya ku bû sedema mirina bi dehan hezaran kesan da destpêkirin. Ji bo astengkirina azadiya nasname, bawerî û çandan, tedbîrên dijwartir ên ji demên berê hatin wergirtin.
15’Ê TEBAXÊ TOLGIRTIN Û BERSIVA LI DIJÎ CÛNTAYA 12’Ê ÎLONÊ
Eger pêngava 15’ê Tebaxê nehat pêşxistin cuntaya 12’ê Îlonê û fermandarê wê Kenan Evren wê hemû plansaziyê xwe yê li Kurdistanê ku tûnekirina tevahî nirxên Kurd û Kurdistan esas dikir bixista meriyetê. Di vê wateyê de pêngava 15’ê Tebaxê her wiha mudaxeleyî vê serberjêriya Kurd jî kir. Ev plansaziyên cuntaya Evren serîbino hevdu kir. Dewleta Tirk mecbur ma ku hebûna Kurd û rastiya pirsgirêka Kurd bi pêjirînê. Bi berdewamiya vê pêngavê, rizgariya civakî ya Kurd pêşxist û gav bi gav netewa Kurd ji xweliya xwe afirand.
FAŞÎZMA AKP-MHP BERDEWAMIYA FAŞÎZMA KENAN EVREN E
Qirêja reş ya darbeya 12’ê îlonê ya ku li ser demokrasiya Tirkiyê xist, hêna di roja me de jî nehatiye jêbirin. Ev roj di dîroka Tirkiyê de wekî rojeke reş ango qirêjek ji bo demokrasiyê hat bin nav kirin û hê jî tê bi nav kirin. Lê belê vê navkirinê nekarî, darbekar û berpirsyarên 12’ê Îlonê bidarîzîne, ango derxe pêşberî dadgehê û Destura Bingehîn a 12’ê Îlonê biguherîne. Îro Erdogan û Bahçelî, dixwazin tiştên ku kenan Evren nîvî hiştibû, temam bikin, heta wê derbas bikin. Tiştên ku dikin, yên kenan Evren li Kurdistan kiriye, li ser gelê Kurd û demokratan pêş xistiye. Heta ji wê jî derbas dike. Rastî ev e. Hemû demokrat, çep, lîberal, nivîskar, sendîkavan, serokên partiyan girtin û xistin zîndanan. Serçete Erdogan piştî ku hate ser hikumeta Tirkiye, herî zêde ew li Kenan Evren xwedî derket. Di axaftinek xwe der serçete Erdogan ji Kenan Evren re vekirî gotibû “Paşaye min, pêwîstiya vî welatî bi kesên wek we heye.” Bi wan gotinên xwe serçete Erdogan hezkirina xwe ji bo faşîzma Kenan Evren dabû xuyakirin. Îro serçete Erdogan bi hevkarê xwe Bahçelî li ser riya Kenan Evren dimeşin û dixwazin armanên wî biser bixin. Lê îro jî Tevgera Azadiyê PKK bi rihê 15’ê Tebaxê derbên kuştinê li rejîma Akp-Mhp dide. Çawa faşîzma Kenan Evren têkçû, wê Erdogan û Bahçelî jî wiha têk biçe.