“Mixabin em wek gel, wek netew hin pêvajoyên dîrokî ku pêdiviya hebû em bibînin me nedîtiye û di wan qonaxan re nebihurîne. Bi hest û polîtîka perwerdeya netewî, bi fêrbûna rastiyên dîroka xwe derneketinin ser dika serkariyên cihanê. Me piraniya pêvajoyên dîrokî di bin çewisandin û ruxandina dagirkerên hovên xwînxwar de derbaskiriye. Jiwê me hê ew xeta îxanetê di bîr û mejiyê xwe yê dîrokê de bi awayê tê xwestin, zelal nekiriye, ew ne darizandiye û hesab jê nepirsiye. Heta îxanet û rengê îxaneta di nava me de çi ye? Çi ji bo me îxanet e, çi ne îxanet e? Di warê neteweyî de lê serwext nebûne. Her çendî di hin destanên gel de wek destana Mem û Zînê de di kesayeta Bekoyê Ewan de ev xet piçek be jî bi rengekî derketibe pêş jî, nekaniye bibe çîkên kewandina vê birîna kor û kûr ragirtî. Ew xeta xiyaneta ku di dîrokê de bûye kareseta têkbirina giyana me, di vê dema me ya gilobal de carna dikane bi navê kurdewarî jî derkeve pêş me.
Dema mijara îxaneta di dîroka me de vedibe, piraniya mirovên me, tenê Herpago, Rayber, û çend kesên weki wan dizanin. Heta gelek caran form û naveroka îxaneta ew bûnin sebep jî nizanin. Tenê derdorên bi zanista dîrokê civakê nêzîk dibin, Îdrîsê Betlîsê ku bi Yavuzê Osmaniyan re hevkarî kiriye, bi rengê mezhebî em parçe kiriye jî, li vê îxanetê zêde dikin. Lê îxaneta herî mezin di dema Dara Yavuş (Darios I.) li Medayê dest bi komkujiyan dike, derdikeve pêş me. Hima bigire ti kes vê nizane. Em îro li gor daneyên heyî vê mijarê hinek vekin.
Di daneyên berdest wek nivîsên mixî yen li Bestûnê de xuya dibe ku Darios I. Çawa bi dek û dolaban Bardiyayê kurê Kuroş dabû kuştin, wisa jî di dema şerê Misrê de Kambis II. bi fend û fûtan daye kiştin /kuştiye û dest daniye ser serweriya Persan. Dema wek sererkan vegeriya Pasar Gedehe, bi awayekî darbeya leşkerî şahînşahiya xwe ragihand û bi kotekê da pejirandin. Di wê dema destpêka şahînşahiya wî de li nava tevahiya welatên di bin serweriya şahînşahiya Persan de serhildanên azadiya xwe bidestxistinê dest pê dike. Li Babîlonê bi rêberiya Nidintu Bel, li Elamê bi serokatiya Açîna, li ser erdnigariya Medya (Darios I. Di nivîsê Bestînê de ji Horasan hetanê gola wanê û Hewlêrê wek Medya /Mada destnîşan dike.) jî fermandar û rêveberên êlên Medan Fravartîş li Raga (Tahran), Vahiyaz Data (Hamedan), Çîçan Taxma li Asagîter (Kîrmanşan – Bokan) Stran Taxma li Ardabîl (Hewlêr), Araha Urartu (dora gola Wanê) û Frada jî li Kaswînê (bakur Rojavayê Tahranê) di bin rêberiya Gaumada de serî hildidin. Koordîna serhildanên Med Gaumada û Fravartîş werdigirin. Piraniya Medyayê ji destê Persan derdixin.
Darios fêm dike ku wê bê dek û dolaban, bê îxaneta di nava Medyayiyan de ti carî nikanibe bi ser bikeve. Lema serokê êleke Medan yê bi navê Taxmas Pada ku bavê wî jî ajanên Persan bûye, dikişîne aliyê xwe. Wî dike serfermandar û bi destê wî û Mediyên bi wî ve girêdayî, bi dehhezaran Medyayiyên serîhildane di komkujiyê re dide derbaskirin. Dariyos di Katîbê Wate (Nivîsî mixî yên li Bestûnê /Behistun) de vê mijarê de wiha daye nivîsandin.
„…Min ferman da fermandarê xwe yê nijad Med Taxmas Pada. Wî bi artêşa me ya ji Pers û hin Mediyan pêk dihat ve di ser Serhildana Asagiterê (Kîrmanşan-Bokan) re girt. Hemû serhildêr kuşt. Fermandarê serhildanê Çîçan Taxma bi birîndarî girt û anî ber lingê min. Min jî serê wî da jêkirin û bi diwarê kelahî ve daliqand…“
Darîos, xayînê nav Taxmas Pada ji bo têkbirina serhildana li herêma Raga (Tahren) û Hamedanê jî bikartîne. Bi taybetî jî hewl dide ku rêberên serhildanê bi destê Taxmas Pada bide girtin û kuştin. Ew ne tenê wî, her wiha dû re çend eşîrên din jî bikartîne.
Ya xiniztirîn jî bangaşiyeke herî qirêj bi destê Taxmas Pada û hin êlên bi Persan ve girêdayî dide meşandin. Ew li her derê bangaşiya “Gaumada sextekar e, bi navê Bardiyayê Persan xwe daye nîşandan, Gaumada Ajan e, hem jî ajanê hin fermandarên Persan e, dixwaze Mediyan bi giştî bide kuştinê, bi wî bawer nekin! Serweriya Pers serweriya me ye jî. Lema em wek dost bi Persan re rûdinin, hevkarî dikin û her wisa.
Ez bawer dikim ev bangaşî hîç bi xwinêran xerîb nayê. Mîna ku Taxmas Pada û êlên li dor wî îro bijîn. Di vê dema me de jî li gel cerdewan û ajanên veşartî, gelek kes û derdorên kurdewariyê nadin kesî, heroj li ofîsên dewleta (Dozger, MÎT) Tirk in. Yan jî di bin siya AKP ê û rayedarê dewletê de ne, hene. Yên Rêberên gelê Kurd kuştine û termê wan radestê dagirkeran kirine hene. Ev derdorane tenê li rihetiya xwe dinêrin, geh bi aşîkarî, geh wek troler, geh jî bi rengê cuda Tevgera Azadî tewanbar dikin û qaşo xwe jî pîr û pak nîşan didin. Eger me ev xet mehkûm kiriba, dibû ku ev îxaneta bi vî rengê bêbext îro derneketiba pêş me.”
ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Fêrgîn Melîk Aykoç