HESEKÊ – Ragihandina Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Rojavayî Kurdistanê Civîna Çapemeniyê li Navenda Meclisa Ciwanên Sûriyê ya li Kantona Hesekê li dar xistin.
Civîn bi deqeyek rêzgirtin hat dest pê kirin, di civînê mijarên Rêxistinî û Bîrdozîk yên girêdayî navndên Ragihandinê yê Ciwanan hatin nirxandin û ji bo kar û xebatekî nû çareseriya wê ji bo hemû qadan hat ser ziman bi plansaziyên nû re û hilbijartina Rêveberiyên Ragihandinê re Ciwanan civîna xwe bi dawî kirin .
Piştî civînê Sinefizyona li ser Şehîdên Ragihandina Rojavayî Kurdistanê hate tamaşe kirin.