LEVERKUSEN – Meşa dirêj ku ciwanên Kurd û ciwanên enternasyonlîst tevlê bûbûn 9’ê Îlonê dest pê kir. Meşa dirêj ku bi pêşengiya ciwanên Kurd li Bonnê ya Elmanyayê dest pê kirî, êvara sêyan gihaşte Leverkusenê.
Meşa ku bi dirûşma “Bi Rêbertî re bimeşe, faşîzmê bin bixe” pêk tê, di roja sêyan Çarşemê, li Kolnê li ber ber HBF’ê dest pê kir. Dema meşê tim polîs astengiyan derdixin, qedexeyan li ber wan datînin, carinan êrîşên nîjatperest diçin ser wan. Van sê rojên dawî gelek ciwan hatin destgîrkirin, bi şert hatin berdan.
Ciwanên ku ramanên xwe gotin, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo berxwedanê bang kirin.
Çarşemê saet 17.00’an ciwanan qonaxa sêyan a meşa xwe li Navenda Çandê ya Partiya Komunîst a Elman qedandin, li Navenda Çandê li ber berpirsyariya serdemê nîqaş hatin kirin. Ciwanan li sînevîzyonekê nerîn, stranbêr Hozan Comert konsêrek da.
Roja çar a meşê wê di navbeyna Leverkusen-Dusseldorfê de pêk were.