IZMÎR – Polîsên Tirk ên dagirker li Izmîrê û navçeyên wê berê sibehê bi ser gelak malan de girtin.
7 kes bi îdîaya ”endamtiya rêxistinê” destgîr kirin. Polîsan dema ku bi ser malan de girtin, dest li ser telefon, kompîtirên şexsî û pirtûkan danîn.
Navên çar kesên ku hatine destgîrkirin wiha ne: Emîne Kutal, Yasîn Ateş, Şekeft Taşdemîr û Ugraş Bîlgen.