NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasmameya gerîlayek ku li Urmiyê şehîd bûyî eşkere kir û soza xebat û têkoşîna şehîdan bigihîne serkeftinê da.
Fermandariya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku gerîlayê wan yê bi navê ‘Şervan Welat li herêma dula Qasimlo ya çiyayê Madix a ser bi bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê di şerekî di navbera gerîlayên YRK’ê û hêzên dewleta Îranê şehîd bûye.
Di daxuyaniyê de ev agahî tên dayîn;”Weke ku hun agahdar in êrîşên piralî û berfireh li her cihên cuda yên Kurdistanê li ser gel û destkeftiyan berdewame. Li gel van êrîşan li Rojhilatê Kurdistanê tevî ku YRK di rewşa parastinê de ye jî, di be hedefa êrîşên rejîma dagirker ên Îranê û grûbên kontra. Li ser vî bingehî bersiva pêwîst a van êrîşan hatiye dayîn û bê bersiv nameye.
Di vê çarçoveyê de, di 1’ê Îlonê de li herêma dula Qasimlo ya çiyayê Madix a ser bi bajarê Urmiyê hêzên rejîma dagirker a Îranê li hemberî gerîlayên YRK’ê operasyonek berfireh da destpê kirin. Di encamê de di navbera hêzên dagirker ên rejîma Îranê û yekîneyên me de şer û pevçûn rû da. Di encama şer de hevalê me yê bi navê Şervan Welat di berxwedan û şerekî qehremane de gihîşt pileya bilind a şahadetê û tevlî karwanê şehîdan bû.
Heval Şervan ji bo gel mînaka rasteqîn a fedekarî, dilnizmî û xizmetkariyê bû. Di nava refên şoreşê de xwedî kesayetek kamil, bi hêz û bêwestan bû. Herwiha kesayetek bi pîvan û xwedî ehlaqek bilind ê şoreşgerî bû. Bêdudilî bi hemû hêza xwe xebat meşand. Ji bo gel bibû cihê baweriya rêxistinbûnê.
Bi boneya şehadeta hevrê me, em sersaxiyê ji malbata serbilind û hemû gelê welatparêz û nîştimanper re dixwazin. Soz didin ku şopa wî berdewam bikin û xebat û têkoşîna şehîdan bigihînin serkeftinê.”