LEVERKUSEN – Meş bi dirûşma “Bi rêbertî re bimeşe, faşîzmê bin bixe” pêk tê û ji Elmanya, Fransa, Swîsre, Îngilistan, Belçîka û gelek welatên din ên Ewropayê zêdeyî 100 ciwan tevlî bûn.
Çalakgerên ku ji ciwanên Kurd û enternasyonalîstan pêk tên, ji bajarê Leverkusenê dest bi beşa çaremîn a meşê kirin. Ciwan wê êvarê bigihêjin Dusseldorfê.
Ji destpêka meşê ve kiryarên qedexekar ên polîsên Elman didomin. Polîsên ku gelek dirûşm û sembol qedexe kirin di nava sê rojên derbasbûyî de gelek ciwanên ku nerazîbûn nîşanî provokasyonên nîjadperest dan destgîr kirin. Ciwan bi şert hatin berdan. Ciwan tevî provokasyonan û zextên polîsan jî çalakiya xwe didomînin.