RANYA – Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajare Ranyayê serdana dayikên aşîtiyê kirin û der barê dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistan û êrîşên li ser dayikên Mexmûrê bi wan re civin lidar xist.
Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Avesta Xabûr destpêkê axivî û got: “Em wek rêxistina Jinên Ciwan e Têkoşer serdana hemû malbatan dikin, ji bo em bi Gelê xwe re û dayikên xwe re li ser êrîşên dagirker ên li ser Kurdistanê û rewşa dawî niqaş bikin.
Her wiha endamên Jinên Ciwan ku belavokên li ser dagirkerî û rewşa dawî amade kiribûn, li malbatan belav kirin.
Dayika bi navê Fatma Mihemed Emin ji ajansa me re axivî û wiha got: “Destpêkê em bi xerhatina we dikin. We dema xwe ji bo me veqetand û wûn serdana dayikan dikin. Em êrîşen dewleta tirk û komkujiyên li ser kurdan tê meşandin bi tundî şermezar dikin. Em Kurd hemû yekin û em ev êrîşan dikarin bi yekîtiya xwe a netewî têk bibin. Em bang li partiyên herema Kurdistanê dikin ku bêdeng nemînin. Em êrîşên li ser dayikên Mexmûrê jî şermezar dikin ev dayikana dayikên şehîdan e û em helweste wan binirx dibînin û piştgiriya xwe ji bo dayikên Mexmûrê re radigihînin.
Dayika bi navê Esma Resûl Elî jî helwesta xwe ji bo ajansa me wiha anî ser ziman: “Gelê Kurd îro li her car parcê Kurdistanê ji bo bidestxistina mafe xwe di nava berxwedaniyekê dene, em dizanin ku planen Erdogan li ser esasê qirkirina gelê Kurd e. Ev 40 sale PKK hatiye damezrandin, eger PKK nebuyiya îro gelê Kurd di nava nebunekê debû. Ev hemu destkeftiyan bi saya fikir û felsefeya Rêber APO hatiye bidestxistin. Ez silav û rêzên xwe ji bo Rêber APO û hemû malbatên Şehîdan û gelê berxwedêr ye ku li hemberî êrîşên dagirker xwe kirine mertal re dişînim.
NC/Bahoz Cûdî