ŞIRNEX – Piştî sîstema faşîst a TC, Akp-Mhp bi hêzên xwe ên şerê taybet li Şirnexê, Cizîrê û Silopî di dema Berxwedaniyên Rêveberiyên Xweser de bi doçka, balafirkişan, bi çekên A6, Roket, çekên avêtina bombeyê û çekên din ji hewa û erdê êrîşên xwe pêk anibûn û zarokên 35 rojî û zarokê 7 bi dayikan wan ve bi fîşekan kirin hedef. Di bodruman de gelek sivil hatin qetilkirin. Niha jî dewlet zarok û ciwanên li herêmê bi konseptek nû a bêesil kirin û bişavtînê re derbas dikin.
Beriya niha di 18’ê Çileya 2019’an de li Şirnexê saziyên fermî ên dewleta faşîst a TC civînek lidar xistibû û biryar hatibû stendin ku bi malbatên zarokan wan tevlî PKK’ê bûn zext bên çêkirin ji bo zarokên xwe şûnde wergerînin. Ji bajarên cuda ên Tirkiye kesên ku di bin navê ‘mamostetiyê’ perwerdeya ‘Şerê Taybet’ ditîne tên Bakurê Kurdistanê ji bo zarok û ciwanên li hemberê di bişavtîna çandî û ziman re de derbas bikin û fealiyetê bêesil kirine bimeşînin. Bi malbatên ku zarokên wan Gerîla ne têkilî datînin ji bo malbat peywendî bi zarokên re xwe deynin û wan ji Têkoşîna Azadiyê dûr bixin. Ji malbatê re tê gotin ku zarokê wan tu zerar3e nabinin û ew ê piştgirî bidin wan. Tê got ger malbat ne îkna bin wê ev kesana zext û zorê li malbatan bikin.
Li herêma ku heta tîpên Kurdî jî qedexe ne, dibin navê amadekariyên zanîngehê bêesil kirin û bişavtîne tê pêşxistin!
Li herêmên wek Botan û Serhad, taybet li herêmên sinor nêzî 1000 rojin rewşa awarte (OHAL) bênavber tê meşandin. Şardedariyên HDP’yî ku kursên Kurdî û çalakiyan plansazî dikin ji henceta “ewlekariyê” tên qedexekirin. Ji milê din jî bîrîmên Şerê Taybet di bin navê amadekariyên zanîngehê planên xwe ên bêesil kirin û bişavtîne xistine meryetê. Mînaka vê ya herî berbiçav, di medyaya tirk a yekalî di Ajansa Anadolu’yê de di nûçeya ku li gundewarê Balveren ê Şirnexê 8 ‘Mamosteyên bidil’ pirtûkxaneyekê ji bo zarok û ciwanan vekiriye û wan li wir ji bo zanîngehê amade dikin tê ditîn.
Li gorî agahiyên hatine bidest xistin derket holê ku ev 8 ‘Mamosteyên bidil’ ne mamoste ne, endamên MÎT ku perwerdeya ‘Şerê Taybet’ ditîne. Tê zanin ku qaşo mamoste bi dayina dersên ‘Tirkî’, moda û cil û bergan Tirkbûnê pêşdixe bi rêzfilman, filmên sînema û belgefilman zarok û ciwanên Kurdan ji çanda wan dûr dixe.
ÇAVKANÎ: Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê