RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN
“Pirsgirêka bingehîn a PKK’ê di qonaxa komê de pêşengiya îdeolojîk û polîtîk bû. Naveroka vê jî ji xebatên têgînan û kadroyan pêk dihat. Komê bawer dikir ku çareserkirina pirsgirêka Kurd ne bi tenê pirsgirêkên Kurdan, bi tevahî pirsgirêkên Tirkiyê û heta ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên civakî yên Rojhilata Navîn jî girîng e, û xwedî rola kilîtê ye, lê kapasîteya îdeolojîk û polîtîk a komê ji vê dûr bû. Hejmara endamên komê ji hejmara tiliyên destan ne zêdetir bû, nikarîbûn debara xwe bikin, virde wirde ber bi bayê diketin û ji zû ve felekê yan jî şaristaniyê sîleya xwe dawişandibû rûyê wan, îddîayên wan ên ji bo pêşengiya îdeolojîk û polîtîk di wê demê de belkî bi tenê xeyalek bûya. Bêguman bêyî xeyalan mirov nikare rê biçe; lê bi tenê bi xeyal û hêviyan jî jiyaneke rast û azad pêk nayê. Di deh salên pêşî de şêweyê xebata me ya bingehîn peydakirina têgîn û kadroyên bersiv bidana û têra me bikirana bû. Bi gotineke din, mîlîtaniya îdeolojîk û polîtîk bû. Me bi xetên sereke hewl dabû çîroka vê bînin ziman.
Me gav avêtibû Rojhilata Navîn, ev dever qadeke pîroz a hîcretê bû, lewma maneyeke xwe ya cuda hebû. Hemşehriyê me Brahîm jî ji Ûrfayê li ser vê riyê derketibû û çîroka wî di pirtûkên hersê dînên yekxwedayî de çîroka herî girîng e. Çiqasî balkêş e, piştî sêhezarûpêncsed salan bi heman sedeman, li ser heman riyê û hema hema bi qebîleyeke bawermendan a bi heman hejmarê ber bi heman mekanî ve em ketin ser rê. Dîsa li heman qadê me konên xwe vegirtin. Şerên Brahîm ên li van deveran û encamên wan têne zanîn. Ya rastî, bûyerên ji wan re şerê dînî tê gotin, bi şêweyekî din vegotina îdeolojîk û polîtîk e, ango bi şêwazekî dînî anîna ziman e. Di Ahda Qedîm de behsa gulaşa kurê Brahîm Yaqûb a bi Xwedê re tê kirin. Navê Îsraîl bi xwe jî ji ‘El’ê tê yanî kesê bi Ellah re gulaşê dike. Zimanê şer e, û têkoşîna îdeolojîk îfade dike. Têkoşîna polîtîk a li dijî arîşe û gengeşiyên qebîleyên li diyarê Kenanê tîne ziman.
Piştî Brahîm li derdora bi sêsed salan, vê carê Mûsa yê ji qebîleya Ibrî re pêşengî kir, ji Misrê ber bi heman mekanî ve, ber bi diyarê Kenanê ve gav avêtiye. Dema behsa bûyera Mûsa tê kirin ji ya Brahîm bêhtir berbiçav hatiye îfadekirin. Maneya gavavêtina bi Mûsa tê sembolîzekirin ji ya Brahîm cudatir e. Êdî ji lêgerîna îdeolojîk û polîtîk bêhtir behsa şerkerî û renggirtina karekterê şerkeriyê tê kirin. Qebîleya Ibrî xweda û dînê xwe ango nasnameya xwe ya îdeolojîk û polîtîk berî hingê bi sêsed salan bi dest xistiye û salên dûrûdirêj xurt kiriye. Tişta Mûsa lê digere dînê nû û xweda nîne; tişta lê digere îlham e, ew jî Deh Ferman e. Çîroka girtina wî ya vê fermanê jî bi zimanê demê yê serdest û dînî tê gotin. Gotina ‘fermanê’ gotineke eskerî ye û bi fermandariyê re têkildar e; ango fermanan dide qebîleyê, qebîleyê ji bo nîzama şer amade dike. Li gorî awayê gotina Tewratê, piştî ku Mûsa ji Misrê derdikeve çil salên wî bi şerên li nava Çola Sînayê derbas dibin û dema li keviyên Erîhayê (li Filistîna îro bajarek) xwe ji fetihkariyê re amade dike bi wefata wî re demek li dawiyê dimîne. Ango ziman an jî şêwazê dema vê têkoşîna qederê 1300 salan B.Z. pêk hatî, şer e. Bi qasî ku em dikarin Tewratê şîrove bikin, di vê çîroka çil salan de gelek tişt hene ku tiştên roja îro bi bîra mirov dixin. Rizgariya Brahîm ji Nemrûdê hegemon (qral-xweda) bi têkoşîneke dijwar a îdeolojîk û polîtîk û di berdêla Hîcretê de pêk hatiye, lê rizgariya Mûsa ji Firewnê qral-xwedê bi rêbazeke têkoşînê ya şêweguhertî, bi şerkeriya qebîleya Ibrî ya mîlîtan û bi sîlehê pêkan bûye. Şer dîsa ji bo qada pîroz tê meşandin. Pîroztiya qadê ji ber statuya wê ye.
Ji derketina holê ya Brahîm heta bi roja me ya îro hema hema tevahiya dîroka şaristaniyê dewrûbera Qudsê ji hêzên hegemonîk re bi rola herêma tampon rabûye. Serê pêşî ev rola xwe di navbera şaristaniyên Sumer û Misrê de pêk aniye. Herêm di dema 3000-2000 B.Z. de ji bo herdu hêzên hegemon û herdu şaristaniyên sereke qadeke xweser, marjînal û li seriyekî ye. Komên qebîleyan ên li herêmê bi bazirganiya bi herdu şaristaniyan re dewlemend dibûn û bi vî awayî tovên şaristaniya sêyemîn direşandin. Qebîle di dema derketina holê ya Hz. Brahîm de (1700-1650 B.Z.) van xisletên xwe diparêzin. Gelek komên baweriyê û qebîleyên xweser rengekî cuda, xweser û pîroz didin herêmê. Her koma (di vê demê de şêweyê bingehîn ê koman qebîle ye) ku dixwaze ji îfadeya dînî ya zordariya Firewn û Nemrûdên dema xwe rizgar bibe, hêza qebîleya xwe ya xweparastinê pêk tîne, hem jî tevî vê hêza xweparastinê ya qebîleyê dînê wê yê nû jî ava dike. Tewrat bi awayekî bingehîn çîroka têkoşîna dînî ya xweparastina van qebîleyan a li vê qadê ye. Belkî jî ya Brahîm û Mûsa kirî ew e, li gelek çîrokên bi heman rengî yên hezar salan berê li heman qadê pêk hatine modela xwe zêde kirine.
Îsa bi qebîleya xwe ya bawermendan a piçûktir bû (koma hewariyan a duwanzdeh kesî) di serê Mîladê de tişta pêk anî versiyoneke din a heman çîrokê ye. Hedef careke din Quds e; fetihkirina dewrûbera pîroz e. Cudahiya wî ya girîng ji Brahîm û Mûsa ew e, Hz. Îsa hem ji aliyê dînî ve hem jî ji aliyê siyasî û eskerî ve şefê qebîleya Ibrî nîne. Weke kahîn û koçekekî gelekî xizan bi armanca reformê di dînê Cihû yê xwedî hiyerarşî yê wê demê de bike, gavê diavêje. Hewl dide hem dîn û hem jî qebîleya Cihû ya bi cihbûyî parçe bike. Yek ji şoreşên civakî ya herî pêşî û ciddî ya di dîrokê de pêk tê. Bi Spatakus re hevdem e. Ya Spartakus dixwaze bi awayekî eskerî li Romayê bike û bi ser bikeve (salên 70’î B.Z.) Îsa Mesîh li dewrûbera Qudsê hewl dide bi koma îdeolojîk û şoreşgerî bike û dixwaze Qudsê fetih bike. Di wê demê de dîsa du hêzên sereke yên hegemon li ser herêmê xwe li hev radikişînin. Hegemonên Roma û Persepolîsê timûtim bi seferan diçin ser herêmê û hewl didin hevkarên xwe lê bi cih bikin. Piştî Skender (B.Z. dawiya salên 300’î) qralên Helenîstîkî jî xwedî rewşeke bi heman rengî ne, û di vê çarçoveyê de li dijî hev têdikoşin. Îsa û koma xwe hem li dijî hegemonyadariyê hem jî li dijî hevkartiyê bi awayekî dikevin nava têkoşîna serxwebûn û azadiyê. Lê li gorî şert û mercan vê tokêşîna xwe bi awayekî îdeolojîk dimeşînin ango bi gavêtineke nû ya dînî pêk tînin. Jixwe encamên vê bûyerê yên heta roja me ya îro têne zanîn.
Hz. Muhammed ê em wî ji nêz va nas dikin, di destpêkê de gavavêtina wî hedefa xwe Quds e. Di Quranê de bûyera Mîracê (derketina ezmên, dîtina Xwedê ango pêkhatina dînê nû) li Qudsê pêk tê. Jixwe hîcreta ber bi Medîneyê ve jî armanca xwe Quds e. Qibleya nimêjên pêşî Quds e. Qebîleya Hz. Muhammed cuda ye. Herçiqasî xisletên wê yên dişibin qebîleya Ibriyan hebin jî (xisletên Semîtîk) ew bi xwe qebîleyên Ereb ên wê demê (P.Z. serê salên 600’î) li dewrûbera Mekke û Medîneyê weke hêza bingehîn dinirxîne. Di çarçoveya rêûresma Brahîmî de weke dîn ango di çarçoveya têkoşîna îdeolojîk de versiyona sêyemîn pêk tîne. Çarçoveya wê ya îdeolojîk bêhtir civakeke bazirgan ji xwe re dike armanc. Li cem Brahîm û Mûsa hiyerarşiya jor a qebîleyê mohra xwe li dîn didin, li cem Hz. Îsa jî xizanên qebîleyê di dîn de bingeh in. Li cem Hz. Muhammed jî berjewendiyên beşa bazirganên navîn ango civaka çîna navîn mohra xwe li dînê nû didin. Cudahiya sereke ya gavavêtina Hz. Muhammed ji yên beriya xwe ew e, têkoşîna wî ya îdeolojîk, polîtîk û eskerî yekpare û hevgirtî bû. Di derketina holê ya Îslamî de yekparebûn û hevgirtina îdeolojîk, polîtîk û eskerî diyardeyek e ku em di kêm dînan de dibînin. Pirr di demeke kin de xwe gihand gelek serketinên mezin û ev bi vê rastiyê ve têkildar e. Ev serketineke welê ye ku mirov di şoreşên hemdem de jî mînakên wê kêm dibîne. Dema pêşî derket holê ji bermahiyên qebîleyan, ji kesên aware, jineke bazirgan û koleyekî pêk hatibû, lê di demeke pirr kin de (li derdora çil salî) sê împaratoriyên gerdûnî ango Bîzans, Sasanî û Hebeşî hilweşandin û ev ji hêza wê ya yekpare û hevgirtî pêk tê ku weke hêza îdeolojîk, polîtîk û eskerî ya civakbûna nû derket holê. Xeleka dawî ya gerdûnî ya rêûresma Brahîmî pêk tîne.
Gerdûnîtiya kapîtalîst bi şerê li dijî sê versiyonên gerdûnî yê Brahîmî (Mûsewîtî, Îsewîtî, Muhammedî) meşand hegemonya xwe ava kir. Bêguman, eger nirxên hersê gerdûnîtiyên Brahîmî nebûna, kapîtalîzm nikarîbû bibe xwedî nirxeke gerdûnî. Di bingehê kapîtalîzmê de serdestiya çanda şaristaniya maddî –ji dema şaristaniyên Sumer û Misrê kom bûye –li hemberî çanda şaristaniya manewî (ruhban, dînî) heye. Herdu çand jî têkiliya xwe bi bajar, çîn û dewletê re hene. Di navbera wan de timî li ser desthilatdarî û îstîsmarê têkoşînek hebûye. Heman rêûresm îro jî bi awayekî aktuelbûyî dewam dike. Ev têkoşîn bêhtir bûyerên global diyar dikin û mirov dikare vê ji xwelihevrakişandina Îsraîl û Filistînê fêhm bike.
Ev tê wê maneyê ku piştî salên 1980’î zemînê me yê derketina holê rastiyeke xwe ya dîrokî heye. Em li ser şopa vê rastiya dîrokî meşiyane. Mirov dikare ji analîzên me heta niha kirî (ji rastiya me ya îdeolojîk) pirr bi hêsanî fêhm bike ku hêmanên modernîteya kapîtalîst hem ji aliyê bêrehmiyê ve hem jî ji aliyê hejmarê ve ji Nemrûd û Firewnên serdema destpêkê qat bi qat zêdetir in. Ez naxwazim şaş bê fêhmkirin, lê deh salên pêşî yên têkoşîna me ya îdeolojîk a navenda wê Enqere, bi awayekî balkêş dişibe têkoşîna îdeolojîk a Brahîm, Mûsa û Îsa di demên xwe yên pêşî de meşandine. Nexasim deh salên pêşî yên têkoşîna îdeolojîk a Hz. Muhammed li Mekkeyê meşandî bi awayekî gelekî balkêş dişibe salên me yên pêşî û mirov nikare vê ji nedîtî ve bê. Ew li dijî firewn, nemrûd û împaratoriyên dema xwe derketin, lê me li dijî hêmanên modernîteya kapîtalîst ên hezar qatan ji wan xirabtir ên ji wan ketî, gav avêt. Têkoşînên civakî timî dîrokî ne. Ti têkoşîna civakî nîne ku reh û kokên xwe yên dîrokî kûr bernede. Jixwe me zemînê xwe yê civakî-dîrokî yê em xwe disipêrinê, bi vê parêznameyê eşkere kir û ev jî heqîqet bi xwe ye. Xulase, em jî di nava herikîna çemê sereke yê civakî-dîrokî de weke milekî herikîne.
Divê mirov li hemberî analîzên di nava rastiya rojane de radihêjin civakê û dinirxînin bi baldar bin. Sosyolojiya modernîteya kapîtalîst, rastiya civakî di ‘kêliya niha’ de difetisîne. Têkiliya civakê bi dîrokê, bi rabihuriyê re bi awayekî bêrehm, di heman demê de bi navê zanistiyê bi maske, bi derew û bi jirêderxistineke mezin, qut dike. Dînê hatiye modernîzekirin jî li ser şopa heman sosyolojiyê dimeşe; şêweyekî bi maske yê dîn ê vê sosyolojiyê ye. Bi vî aliyê xwe, li hemberî heqîqetê (rêûresma dîn jî di navê de) ji sosyolojiyê (modela pozitivîst) bêhtir korker û derewker e. Ez dixwazim vê bibêjim: Piştî sala 1980’î rewşa me ya şer a li qûntara Şêx Cebel dest pê kir, têkoşîneke maneya xwe gelekî mezin e, û li ser bingehekî civakî-dîrokî ye. Ji têkoşîna Brahîm El Xelîl, têkoşîna Mûsa ya Sînayê, ji têkoşîna Îsa ya li Qudsê û têkoşîna Muhammed a li Medîneyê şopên kûr hene. Bi vê jî qîma xwe nayîne; ji şopên Bruno, Erasmus, Babeuf, Bakunîn, Marks, Lenîn û Mao bi tesîr dibe. Ji şopên Zerdeşt, Buda, Konfuçyus û Sokrates bêpar namîne. Dîsa xwe ji şopên xwedawend Starê heta bi Înannayê, ji Kîbele, Meryem, Fatma û heta bi Rosayê mehrûm nake û para xwe digire. Bi qasî ku karibe hilgire, xwe bi tevahiya rastiyên heqîqeta civakî xweş û bar dike.
Me di serê Tîrmeha 1979’an de ji navçeya Ûrfayê Pirsûsê gav avêt û em derketin. Mirov ji çîroka vê gavavêtinê dikare gelek tiştan hîn bibe. Nexasim berî derketinê di serê Nîsanê de tevî Ferhat Kurtay veqetîna me ya ji Amedê, rojên me yên li Qoser û gundê Xursê hêjayî bîranînê ne. Şehîdê me yê mezin Ferhat Kurtay, bêguman îfadeya abîdewarî ya van rojên manedar e. Di dawiya Biharê de ji Qoserê gihiştina me ya Ûrfayê, tevî serhatiyên me bîranînên bi heyecan îfade dikin. Her nuqteya me serî lê daye maneyeke xwe ya dîrokî heye û xisletên xwe yên hêjayî behskirinê hene. Vê carê yê li cem min şehîdê me yê mezin Mehmet Karasungur e. Em li Ûrfayê bi qasî çil rojî man û hema hema bi temamî dişibin rojên dawî yên Brahîm. Em di ser şopa wî re derbas bûn. Me laneta Nemrûd heta bi mejiyê hestiyên xwe his dikir. Sêyemîn şehîdê mezin ê pêvajoyê Ethem Akcan e, rewşa wî ya derûnî ya hîç nayê jibîrkirin rewşa berbiçav a pîroziyên rabihurî bû. Piştî gavavêtin û derketinê çar pênc salên wî dilsoziya rastî, xebatkarî û xebat temamkirinê sembolîze dikin. (Kêm xwendibû, lê xwe bi xwe baş perwerde kiribû.) Niqrîska wî ya dawî jî îspata vê rastiyê bû.
Dema me têkilî bi Filistîniyan re danî, modernîteya kapîtalîst ji zû ve ew rizandibûn. Lê ne ku surên şoreşgerî ji ber wan ranedibûn. Di eskerîkirina PKK’ê de para wan nayê înkarkirin. Lê mixabin, vê têkiliyê nikarîbû zêhniyeta kapîtalîst a li cem wan bişikîne. Berjewendiyên rojane yên demkurt, têkiliyeke diyalektîkî ya karîbû maneya wê gelekî mezin bibûya stewr û bêber hişt. Fermandarên Filistînî qebîleya me ya şer a bi zor û zehmetî me civandibû, dixwestin bi statuya eskerên bi pere ya çêkiribûn bi kar bînin. Me rê neda vê yekê. Me ji giyan û berxwedana xwe ya şoreşger hîç paşve gav neavêt. Me ji şoreşgerên Tirk re çi digot me ew jî ji Filistiniyan re got: Bi gotina Kemal Pîr “Heta şoreşa Kurdistanê nebe, ne rizgariya gelê Tirk, ne yê gelê Ereb û ne jî ya gelekî din ê Rojhilata Navîn pêk tê.” Bi vî awayî wê ji me bihata em bi rola xwe ya dîrokî û enternasyonalîst rabin. Dîsa jî me li wê qadê di asta mînakan de bersiv da erk û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî. Tevî ku li dijî Îsraîlê pêngaveke me ya taybet tinebû jî di sala 1982’an de kengî Îsraîlê Libnan dagir kir, me jî li vir a para me ket rakir û di encama berxwedanên destanwarî de me deh şehîd dan. Bîranîna van şehîdên me çavkaniyek bû ku bîst salên me yên li wir xwedî û bi hêz kir. Ew ti car nayên ji bîrkirin û bîranînên wan nabe ku piçûk bêne dîtin. Ev şehîdên me yên nemir nirxên me yên rastî yên enternasyonal in.
Hebûna me her ku diçû mezin dibû. Navbera me bi Kurdên Sûrî û Libnanê re zû xweş bû. Ev Kurd bi giranî di encama Şerê Cîhanê yê Yekemîn de ji girseya sereke ya Kurd dabeş bûbûn û parçeyek ji wan bûn. Li xezeba dewletên netewe qewimî bûn, bi awayekî ew neçarî jiyana penaberiyê kiribûn. Kêmtir asîmîle bûbûn û haya wan ji Kurdîtiya wan hebû. Ji Kurdên tîpîk Kurmancan pêk dihatin. Her ku kapîtalîzm pêşde diçû ew xizan dibûn. Ev xisletên wan bi lez ew dahf didan nava qebîleya me ya şer. Gelekî girîng bû ku jiyaneke bêhtir pêşketî ya eskerî û bi sîleh nas dikirin. Di nava Tevgera Azadiya Gelê Kurd de bi şêweyê heyî cara pêşî perwerdeyên komî pêk dihatin. Lê dîsa jî her ku diçû pirsgirêkên kesayetê yên xwe ferz dikirin derdiketin holê. Ya rastî, ya li ber çavên me diqewimî, ji yeqînên me jî wêdetir kûr bû û der barê pêkhatin û nûbûna civakî de bû. Mîna salên pêşî yên Îslamiyetê bû; ji qebîleyên cihê mirov hatibûn, pirranî mirovên bêserûber û ji hevqutbûyî bûn. Ji van mirovan avakirina civakeke nû û mînak pêk dihat. Jixwe em ji Tewratê zanin ku Mûsa ji bo ezbetên qebîleya Ibrî disîplîne bike çiqasî zor daye wan û bi ser wan de çûye. Pêkanîna çandeke nû ya civakî û ji çanda qebîleyan a ji rêûresmê bihurîn ewqasî zehmet e, mîna ku mirov bi awayekî bombeya atomê ya civakî pêk bîne. Piştî çarmîxkirina Îsa demeke dirêj hebûn û tinebûna hewariyên wî wekhev bûn. Ji bo ku mirovên çanda civakî ya berê jî nikarîbû wan biparêze, mirov wan li hemberî terora dijwar a Gladîo li ser piyan bigire hewldan û qebîliyeteke taybet divê. Ji bo mirov karîbûya wan di sînorên asê yên dewletên netewe re derbas bikira, ji wan re nasname û devera mayînê peyda bikira û zikê wan têr bikira bi serê xwe pirsgirêkên mezin bi xwe re dianîn. Li dijî şîddeta herî dijwar a serdemê ango terora Gladîo’yê pêkanîna rêxistineke mîlîtan û şerker hêzeke awarte ya îqnakirinê, hêvîdayînê û di nava vê de pêşdebirina bîrewerî û baweriyê ferz dikir. Çepgiriya Tirk û berxwedaniya gel a ev ji wan nehatibû û nikarîbûn vê qabîliyetê nîşan bidin bi lez ji hev belav bûbûn.
Ez dema li welêt bûm, herî dawî min Rêya Şoreşa Kurdistanê nivîsî bû. Ev pirtûk weke manîfestoyekê bû. Bi awayekî giştî, bi armanca rê nîşanî ciwanan bide û perspektîfên îdeolojîk bide wan hatibû amadekirin, jixwe ji vê jî wêdetir nikarîbû bi roleke din rabûya. Girîng bû, lê qîm nedikir. Li pêşiya me pirsgirêkeke zor a mîna jiyana eskerî ya demdirêj hebû. Ji bo vê jî pêdivî bi perspektîfên nû hebû. Ji bo vê jî weke gava pêşî di sala 1981’ê de ji ber kasetên analîzan me pirtûkeke bi navê “Li Kurdistanê Pirsgirêka Kesayetê, Jiyana Partiyê û Xisletên Mîlîtanê Şoreşger” amade kir. Bi heman awayî, ji bo em tiştên di destê rêxistinê de bi rêkûpêk bikin û bidin ser hev di Tîrmeha 1981’ê de me Konferansa Yekemîn pêk anî ku ji bo min îmtîhaneke girîng bû. Ji vê civînê re Rapora Polîtîk a min pêşkêş kir bi awayekî nivîskî heye. Ji bo fêhmkirin û serwextbûna li wê demê belgeyeke baş e. Ji bo birêkûpêkirin û anîna cem hev a rêxistinê ev konferans gaveke ciddî bû. Bîranîna wê beşekî girîng ê jiyana min e. Lê pirsgirêk ewqasî zêde bûn, diviyabû mirov weke dînamo çalakî, rêxistin û îdeolojî çêkira û pêk bianiya. Me komên pêşî xistibûn rê şandibûn, li Lolan û Xakûrkê dest pê kiribûn bi cih dibûn. Diviyabû şerê gerîlla bihata destpêkirin. Ji ber ku qêrînên ji zindana Amedê bilind dibûn, em neçar dikirin ku em demekê beriya demekê bikevin nava tevgerê. Tam di vê demê de min xebateke berfireh û bi îdeal bi navê “Li Kurdistanê Rola Zorê” nivîsî. Vê carê alîkarê min Duran Kalkan bû. Ev nirxandin karîbû ji bo demê û koman bi rola îqnayê rabûyana. Çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin bi şehadeta Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akif Yilmaz û Ali Çîçek bi encam bûbû û ji sedî sed me dixwest em bersivekê bidin vê çalakiyê. Lê helwesta komên li nava welêt hê ji destpêkê ve bersivdana me dereng xist. Ji ber ku koma berpirsiyar tiştên hatibûn kirin dugêsinî kirin, firsenda dîrokî ya wê dem û kêliyê nenirxand û bi tevgerên bi navê keşfê yên tewş em dereng xistin. Eger me di dema xwe de bersiv dabûya, belkî jî me zû pêşî li darvekirinan bigirta û nehişta ku rojiya mirinê bi mirinê encam bibe. Ji lewra sala 1983’an weke saleke ji destçûyî tê bîra min.
Li gorî min Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an ji sedî sed diviyabû ji Bihara 1983’an ve bi awayekî bêhtir berfireh bihata destpêkirin. Amadekariyên me derfet û îmkan didan gavavêtineke bi vî rengî. Yek ji derbên ciddî û pêşî li plansaziya me ya gerîlla ket, ev derengmayîn û tevgerên keşfê yên bêberpirsiyarî, aware û tewş bûn. Yên ji vê rewşê berpirsiyar, erkeke wan a şoreşgerî ye ku vê pêvajoyê zelal bikin. Ya rastî, me hewl da destwerdaneke bêhtir bi rêxistinî di Havîna 1980’î de bi koma bi pêşengiya Kemal Pîr pêk bînin. Bi vê destwerdanê, bêyî ku pêdivî bi baregehdanîna li Başûrê Kurdistanê bê dîtin armanc yekser xwe gihandina heta bi Dêrsimê bû. Kemal Pîr bi awayekî xweber û bi awayekî diviyabû nebûya hat girtin –Girtina wî bûyereke pirr bêyom bû -, eger ev girtina wî nebûya rastiya fermandariyê ya PKK’ê wê di rewşeke din de bûya. Ti hevalî nikarîbû şûna wî bigire. Dîsa di van salan de Mazlûm Dogan û M. Hayrî Durmuş li pey hev hatin girtin. Pirr bi hêsanî pêşîgirtina van girtinan jî pêkan bû û hîç hewce nedikirin. Lê ya rastî derbên xedar bûn, me xwaribûn. Dilê me dabeşî çend parçeyan bûbû. Li aliyekî, me hewl dida em di nava kaosa Rojhilata Navîn de rêxistineke şoreşger mîlîtan û şerker biafirînin û ji gerîllayên me gihandibûn nava welêt hêviyan bikin, li aliyê din jî me xwe li qêrînên ji zindana dihatin radigirt û ji bo vê diviyabû mirov mîna perwaneyê li dora agir bizîvire. Ji bilî Ethem Akcan ên ku bibûna alîkar pirr kêm bûn. Her kesî bi awayekî xwe ferz dikir.
Şefên Dev-Yolê yên li Ewrûpayê, ji bo biçin Ewrûpayê û rêxistina xwe tesfiye bikin gelekî hewl dan û mîna ku vê têrê nekiribe, bi armanca hêza liberxwedanê ya PKK’ê bişikînin giraniya xwe dabûn ser PKK’ê. Bi qasî ku tê fêhmkirin, bi kêmanî îhtîmalek e ku wezîfeya wisa danîne pêşiya wan. PDK, bihêlin ku bibe alîkar, rola pêşîgirtina li Şoreşa Bakurê Kurdistanê bi israr dewam dikir. Di sala 1926’an de bi Peymana Mûsilê biryar hatibû dayîn di berdêla destkişandina ji Bakurê Kurdistanê de wê PDK û malbata Barzaniyan bihata destekkirin. Bi qasî ku xuya dikir, vê polîtîkayê dewam dikir. Rola dabûn PDK’ê ew bû, destek bide kirinên pasîfîkasyonê yên li ser Kurdistana Îran û Tirkiyê. Li ser vî bingehî wê li Kurdistana Iraqê ji bo tevgera xwe ya otonomiyê destek bigirta. Em bi van rastiyên hişk ên polîtîkayê re rûbirû mabûn. Şerê Îran û Iraqê rê li ber rewşeke nû vekiribû, lê serokatiya hundir nikarîbû vê rewşê binirxîne. Bi ser de jî me ji pêşengên neqane yê Berxwedana Hîlwan-Sêwregê (1978-1980) Mehmet Karasungur di navbeynkariyeke bêmane ya PDK-YNK’ê de yan jî di navbeynkariyeke pêk nayê de şehîd da. 2’ê Gulana 1983’an me tevî wî Îbrahîm Bîlgîn bi awayekî hîç hewce nedikir, bi awayekî bêyom û bi awayekî ne zemanê wê bû, ji dest da. Karasungur tevî Kemal Pîr ji wan hevalan bû ku belkî çarenûsa gerîlla biguhertana. Di serî de Mazlum Dogan, Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Ferhat Kurtay nûçeyên şehadetên hevalan ji zindanan her ku hatin, me ti çare nedidît ji bilî ku em bêhtir zorê bidin dil û mejiyê xwe. Roj roja xwe ragirtina li êş û azaran bû.
Bi derengî be jî Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an pêk hatibû. Kengî nûçeya wê hat bihurandina roj û saetan mesele bû. Encamên wê girîng bûn. Cara pêşî bû ku çalakiyeke eskerî bi rêkûpêk hatibû plankirin û pêkanîn, derî li bûyerên rewşê ji binî ve biguherin hatibû vekirin. Ya girîng ew bû, mirov pêngav mezintir bikira û domdar bikira. Me giraniya xwe gelekî da ser vê wezîfeyê. Me ji bo her qadê kom amade kirin û yedekê wan pêk anîn. Sala 1985’an karîbû bibe sala pêngaveke mezintir. Nexasim me yê bi qasî Botanê giraniya xwe bidaya eyaletên Dêrsim û Tolhildanê. Me hêzên xwe yên Amed, Xerza û Serhedê xistibûn nava tevgerê. Ji ber ku heval Sabrî Ok nava Zivistanê bi awayekî bêtalih hat girtin û bi sedema şehadeta komên pêşeng ên hevalên Hacî (Sabri Gözübüyük) û Xidir ên li Hewengê, tevgera me ya ji bo Semsûrê pêk nehat. Kuştiyên me yên em pê biêşin çêbûn. Hevalê me Selîm ê di ser Erebanê re çû tevî koma xwe li ser heman riyê hat kuştin. Tevî vê jî hêzên me heta dawiyê li deverê man. Herçiqasî hêzên gerîlla li Dêrsim, Amed û Xerza di asteke jor de hebûna xwe nîşan nedan jî yekîneyên wan hebûna xwe timî parastin. Komên li Serhedê li Çiyayê Agirî bi tevger bûbûn. Hemşehriyê min ê ciwan ku min ew nas dikir, Mehmet Erturk li vir şehîd bûbû. Nûçeyên şehadetên egîdên gelekî hêja yên Agiriyê gihiştin me. Pêngava di 1985’an de em li bendê bûn pêk nehat, lê tesfiye jî pêk nehat. Di vê salê de Artêşa Tirk a bi desteka NATO’yê bi awayekî klasîk êrîşên xwe zêde kirin. Ji bo herdu aliyan jî ew sal dihat wê maneyê ku dawî li demekê hatibû. Pêngava gerîlla li gorî bendewariyên me pêk nehatibû û artêşa Tirk ev ji aliyê xwe ve weke serketinekê dihesiband, lê herçiqasî ev ji bo xwe weke serketin dihesiband jî mayîndebûna hebûna gerîlla jî ji bo wê têkçûneke girîng bû. Li ser bingehê amadekariyên mezin, pêkan bû ku hema hema li her qada stratejîk bi desteka xurt a gel hêzên gerîlla şer bikin, lê PKK’ê nikarîbû vî şensî bi kar bîne û ev ji aliyê wê ve zirareke mezin bû. Lê dîsa jî hêzên gerîlla li her deverê reh berdan û hebûna xwe parastin, ev jî serketinek bû ku divê piçûk neyê dîtin.
Sala 1986’an ji bo herdu aliyan ji nû ve bi amadekariyan derbas bû. Di sala 1986’an de ji bo min û Tevgera me, nûçeya herî bi êş û nexweş şehadeta hevrê Mahsum Korkmaz bû. Di nava vê nûçeyê de tevahiya tehlûkeyên li benda me hebûn. Dîsa mîna ku li dora min çembereke dorgirtinê çêdibû. Ez hêrs bûbûm, bûyerên diqewimîn min nikarîbû qebûl bikira. Me heval û hevriyên xwe pirr bi hêsanî ji dest didan. Bi vê êşê, ez tevlî tevahiya Kongreya 1986’an nebûm. Kongreya me ya sêyemîn bû. Me ya duyemîn di sala 1982’an de li Başûrê Sûrî li kampa Bereya Rizgariya Gelê Filistînê çêkiribû. Bi awayekî, dubareya Konferansa Yekemîn bû, lê bi vê kongreyê gelek kesan dest pê kir vegeriyan welat. Di dema wê kongreyê de me nûçeya şehadeta hemşehriyê min Adnan Zincîrkiran bihîst. Ji Ewrûpayê tevlî nava tevgerê bûbû. Dema ku li keviya Firatê tê girtin tevî xwe efserê artêşa Tirk di kendêl re wer dike. Ev bûyer timî weke janeke dil timî di bîra min de ye. Gelek nûçeyên bi vî rengî digihiştin me, lewma ji bo ku ez karibim bersivê bidim hemûyan min bêhtir zor dida xwe.
Kongreya Sêyemîn tam bû kongreyeke dadgehkirinê. Herkesî hevdu dadgeh dikir. Ji bo Kesîre û Selahattîn Çelîk rê qediya bû. Kongreyê ji bo herduyan jî biryarên kujer dabûn. Wer lê hatibû, şifêrê min Ferhan digot, divê mirov Kesîre bi çar hespan ve girê bide û wê parçe bike. Dîsa rizgarkirina herduyan ji kuştinê para min ketibû. Ji bo Selahattîn digotin, hevdîtinên teslîmiyetê bi Komara Tirkiyê re di ser Çiyayê Cûdî re meşandiye. Ji bo min helwestên sar û bi tehlûke yên Kesîreyê hebûn û ji hev derxistina wan zehmet bû, gelo li pişt van helwestên wê çi hebûn? Gelo Ferhan (şifêrê min ê din jî Sabrî bû) çi tespît kiribû ku digihîşt encameke bi vî rengî ya xeternak? Mehmet Saît jî (Ethem Akcan) berî ku bimire gotiye “hûn nizanin li pişt serok çi dekûdolaban digerînin.” Ji kerb û qehran can dabû. Min timî guman kir ku yek ji komployên piştî 1980’î li dijî min hat pêkanîn di nava Dev-Yolê de hatiye birêxistinkirin. Eger hatibe pîlankirin, ez yeqîn dikim ku Gladîo’ya Tirk û hêzên ewlekariyê yên hundir bi vê riyê komployek ceribandine. Ji ber ku eşkere tesfiyekarî dikirin, desteka dewleta Elman girtibûn û PKK ji xwe re weke hedefa pêşî destnîşan kiribûn, divê mirov vê îhtîmalê piçûk nebîne.
Ti hevalî sedemên biryara xwe ya kuştinê û hêrsa xwe ya mezin li dijî Kesîreyê bi awayekî eşkere neanî ziman. Li dijî kesayetiya min tehrîk û heqaretên wê yên mezin hebûn. Lê ev nedibûn sedem ji bo kuştina wê. Lewma min timî meraq û guman kir: Gelo wê şifêr xistibûn destê xwe û xwestibû komployekê bike? Ji şifêran yek reviya, yê din jî hewl da xwe bikuje û mîna ber bi mirinê ve biçe çû welat û şehîd bû. Lewma ez li ser vê rewşê timî fikirîm. Min Selahattîn Çelîk bi destê xwe şand Ewrûpayê. Kesîre jî di nîvê sala 1987’an de li Atînayê bi îhtîmaleke mezin bi desteka îstîxbarata Yewnan xwe ji ber çavan wenda kir.
Di vê navberê de ez carekê di sala 1982’an de çûm li Bulgaristanê geriyam. Ez yeqîn dikim ku di wê demê de Bulgaran dixwest helwesta min li hemberî polîtîkaya xwe ya Tirkan bi zorê koçberî welatê wan bikin zelal bikin. Min cara pêşî çavdêriya sekantiya sosyalîzma pêkhatî kir. Ji her alî ve bêhna revîzyonîzmê jê dihat. Cara duyemîn jî di sala 1987’an de bi desteka KGB’ê çûbûm. Belkî jî berî jihevdeketina Yekîtiya Sovyetê yek ji vexwendinên wê yên dawî bû. Van serdanên me bi xwe re destek û alîkariyeke ciddî neanîn û ev jî dibe ku ji pirsgirêkên navxweyî bûn. Belkî bi tenê bi kêra tiştekî hatin, ew jî ji bo ez li Sûrî bi awayekî ewle bimînim destek dan. Di wan salan de me bi gelek rêxistinên Iraq, Libnan û Filistînê re hevdîtin pêk anîn. Me peyamên dostaniyê dan û stendin. Lê sozên destekê zêde bi cih nedihatin. Nexasim rêxistina El Fethê di têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re ji wan rêxistinan bû ku herî zêde ji statuya min sûd wergirt. Li Sûrî, helwesta Esedên bira ji me re ji rêxistiniyê wêdetir şexsî bû. Gelekî bi tecrûbe bûn. Nêzîkatiyên wan ên li ser îstîxbaratan bi hosteyî bûn. Eger wan bixwesta karîbûn rê li ber bûyerên gelekî mezin vekirana. Ji Tirkiyê fikarên wan hebûn. Bi riya me dixwestin bi Tirkiyê re pozîsyoneke tewazunê çêkin. Di vê polîtîkaya xwe de jî bi ser ketin. Lê ji tevgera azadî û nasnameya Kurd hat ku ji vê têkiliyê encamên dîrokî bi dest bixe. Têkiliyeke bi heman rengî di ser Yewnanistanê re pêk hat. Lê wan nikarîbû bersiva bendewariyên xwe ji Tirkiyê bibînin. Polîtîkayên DYE û YE’yê bi şêweyê ‘kîvroşk baz bide, tajî bigire’ bû. Ji rêya vê polîtîkaya xwe ya ji rêûresmê hîç derneketin. Ditepisandin bi qasî ku nekujin, destek didan bi qasî ku çareser nebe. Fêhm kiribûn ku neçareserî gelekî bi kêra wan tê. Dixwazin vê polîtîkaya di sedsalên 19. û 20. de pêk anîn di sedsala 21. de jî berfireh bikin.”
WÊ BIDOME…
JI PIRTÛKA “PIRSGIRÊKA KURD Û ÇARESERIYA NETEWEYA DEMOKRATÎK” HATIYE WERGIRTIN