“Di 9’ê Îlonê de li Tirkiyeyê serdema perwerdehiyê dest pê kir. Bi milyonan zarokên kurd ji neçariyê û ji ber bê alternatîfiyê berê xwe dan aşên pişaftinê dibistanên tirk. Her serdemeke perwerdehiyê tê wateya destpêka pişaftina bi milyonan zarokên kurd. Ev jenosîda spî ye.
Li gorî zanyarên ziman fêrbûna zimanê dayikê di malzaroka dayikê de dema ku zarok dengan dibihîze destpê dike. Zarok piştê kû ji dayik dibe rêzikên civak ê yekemînan ji dayika xwe bi zimanê dayika xwe hîn dibe. Bi zimanê dayika xwe hawirdor nas dike û bi der dorê xwe re dikeve têkiliye. Ji bo karibe di pêşeroja jiyana xwe de derfetên jiyanî bi kar bîne bi zimanê dayikê hişmendiyeke têgihiştî pê re diafire. Lewre, zanebûn û mezinbûna zarok rasterast bi zimanê dayikê ve girêdayî ye.
Di navbera zimanê zikmakî û têgihiştinê de, di navbera zimanê zikmakî û ramanê de, di navbera zimanê zikmakî û hînbûnê de, di navbera zimanê zikmakî û hestên neteweyî de têkiliyeke rast û xurt heye. Zarok ji dozdeh mehî şûn ve hetanî destpêka dibistanê di 6 salan de bi awayekî hilberîner li gorî forma ziman a axaftinê, bi teqlîd, bi hînbûn û bi gohdarî kirinê fêrî zimanê dayika xwe dibe. Di jiyana xwe ya berîya dibistanê ya rojane da her roj, her saet, bi lîstok, bi şahiyan, bi xemgîniyan bi têkiliyên derûdorên xwe di nava têgihiştinê de ye. Di bin çavdêriya malbatê de, di nava sebir û heskirineke mezin de bi zimanê dayika xwe mezin dibe. Malbat, bi kasê kû têrê wî bike bi ceribandinan û bi pratîkekî herî baş di warê ziman de wî digihîne astekî herî baş.
Ji ber ku têgihîna mirov di paşila dayikê de dest pê dike di çêbûna nasname û kesayeta mirov de jî zimanê dayikê xwediyê girîngîyeke bêhempa ye. Zimanê dayikê di ruhiyeta zarok de, di civakbuyîna zarok de, di derûniya zarok de, di gihaştina gelenperî de û çêbuna keseyetiyeke qayîm de xwediyê risteke gelek girîng e. Di pêvajoya têgihîştinê de bandoreke mezin û mayinde li ser vana çêdike.
Zarokên kurd bi destpêka dibistanê ve ji cîhana xwe ya ku ji malzaroka dayika xwe hetanî heft saliya xwe bi zimanê dayika xwe ji xwe re afirandine nişkave winde dikin. Dikevin nava cihaneke biyanî, jîyaneke biyanî û çandeke biyanî. Li ser tê ferzkirin ku ji cîhana xwe ya ku heta wî rojê bi zimanê dayika xwe ji xwe re avakiriye û çanda ku heta wi rojê pê têgihiştiye jê dûr bikeve û tune bihesibîne.
Ji destpêka dibistanê şûn ve çavkanî û amûra herî xurt a jiyanê zimanê dayikê êdî ji bo zarokên kurd tune ye. Çavkaniyê hêz û sûda derûniya xwe ya qayîm, amûrê xwe yê herî girîng a têkiliyên bi civakî re, çavkaniya jiyana xweya bi ewle û pê bawer winda dikin.
Zimanê ku di dibistanê de li ser zarokên kurd tê ferzkirin zimanê serdestan e û ji zimanê wê yê ku ji dayika xwe hînbûye gelek cuda ye. Dema ku zarok bi zimanê dayika xwe diaxive dibîne ku ji alî mamoste ve nayê fêmkirin. Zimanê ku mamoste diaxive û li ser wê ferz dike ji hêla zarok ve nayê fêmkirin. Zimanê kû qet nizane û jê fêm nake bi wî zimanê dest bi perwerdehiyê dike.
Ev rewş ji bo zarokên kurd tê wateya tune hesibandin û serobinbûna cîhana wan a kû heta wî rojê ji xwe re avakirine. Piştî ku cîhana wan a heft salan wêran bû zarok dikevin nava şik û gûmanan. Tevahiya zarokên kurd vê rewşê bi awayeke neerênî pêşwazî dikin. Di ruhê wan de travmayeke mezin çêdibe. Di jiyana wan de, di bîr û baweriya wan de, di xeyalên wan de, di ramanên wan de şikestineke mezin çêdibe. Bi vana ve girêdayî li dijî dibistanê nerazîbûnek, nexwestinek, hêrsek çêdibe û li dijî dibistan û mamosteyan hestên tol girtinê pêş dikevin.
Wekî ku li jor jî me anîbû ziman, ji ber kû ziman û raman bi hevûdu ve girêdayîne di cîhana ramana wan de jî pirsgirêkên girîng dest pê dikin. Di wan dibistanan de hînê zimanê xwe jî nabin û hînê zimanê ku li ser wan tê ferzkirin jî nabin. Di encam de gelek ji wan bi pênaseye “neserketî” re rûbirû dimînin û dibistanan diterîkînin.
Rol û mîsyona dibistanan ew e ku di pêvajoya mezinbûna zarokan a herî girîng de bi perwerdehiya xwe ya zanist teşeyeke baş bide jiyana zarok, li ser qayîm bûna kesayetiya zarokan û li ser jiyana wan a pêşerojê bandoreke erênî bilîze. Lê ji ber ku zimanê dayikê di perwerdehiya dibistanê de cih nagire dibistan dibin wargehên wêrankirina jiyana zarokên kurd. Ew wêrankerî bandoreke neerênî li hemû jîyanê zarokên kurd dike. Şadî û bextewariya wan tune dibe. Hizûra wan a hundirîn û ruhî winda dibe. Derûniya wan serobino dibe.
Perwerdehiya bi zimanekî biyanî tenê derûnî û maneviyata zarokên kurd xera nake. Di heman demî de serkeftina wana akademîk jî asteng dike. Ji ber nezaniya ziman demeke dirêj di fêmkirin û têgihiştinê de zehmetiyan dikşînin. Ji bo di dibistanê de bi ser bikevin neçar in bi hêz û xebateke awarte ya bêhempa bixebitin. Neçarin ku deh qat ji zarokên tirk zêdetir ked bidin da ku karibin bi ser bikevin.
Di xwezayê de destpêka avabûna şaristaniya mîrovahiyê bi têkilîya ziman û ramanê dest pêkiriye. Lewre zimanê zikmakî û raman ji hevûdu cuda nabin. Zimanê zikmakî raman pêşve dibe, raman jî ziman pêşve dibe. Ev heqîqeteke zanistê ye. Ziman xwîna giyanê ye, raman tê da diherikin û jê çêdibin. Yê ku zimanê wî tunebe ramana wê, ramana wê tunebe zimanê wê tune ye. Dema ku zimanê zarokên kurd jê tê stendin ramana wê jî jê tê stendin.
Zimanê kurdî dil û bîra gelê kurd e. Dagirker dixwazin civaka kurd bê dil û bê bîr bihêlin ku karibin bi hêsanî tune bikin. Lewre, di vê serdema teknolojiya pêşketî ya ku em tê de dijîn de li dijî dagirkeran parastina zimanê dayikê bi dehan qatî zêdetir wekî erkeke pîroz derdikeve pêşberê me.
Çawa netew beyî ziman nabin, ziman jî beyî perwerdehiyê nabin. Di hebûn û domdariya neteweyan de bi qasê ku ziman girîng e, di hebûn û domdariya zimande perwerdehî jî bi ewqasî girîng e.
Zimanê me ji bo me xezîneya herî mezin û herî girîng e. Xwedî derketina li vê xezîneyê erka yekemîn a her kurdî ye.
Civaka ku zimanê xwe winde bike mafê jiyanê jî di nav de hemû mafên xwe winda dike.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Mehmet ŞAHÎN