NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku wan di 9’ê Îlonê de li dijî keştîyeke barhilgir çalakiya sabotajê li dar xistine.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Di 9’ê Îlonê de keştiya barhilgir a Kiran Holdîngê ya li Îskenderûna Hatayê ji aliyê milîsên ve hatiye şewitandin. Di vê çalakiyê de keştî tevî barê têde şewitiye û xisareke madî pêk hatiye. Piştî çalakiyê milîsên me bi selametî ji qadê derketine û hêzên dewletê bi zehmetî şewat tefandine.
Em careke din diyar dikin, heke gelê me tî û birçî be, em ê destûrê nedin ku hinek kes qutiyên solan tijî pere bikin. Em ê heta dawiyê tevî gelê xwe li dijî vê pergalê têbikoşin.”